Rêveberiya Xweser: Tirkiye ava çemê Feratê qut dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser Tirkiyê bi qutkirina ava wî çemî li ser herêmê tohmetbar dike. Îlham Ehmed, Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) dibêje ku Tirkiyê avê li ser hewcedarên wê qut dike.

Ev dîmenên ava çemê Feratê ne li herêma Kobanî ya rojavayê Kurdistanê. Îlham Ehmed, Seroka Cîbicîkar a MSDê li hejmara xwe ya Twitterê, Tirkiyê bi qutkirina avê li ser nişteciyên bakurê rojhilatê Sûriyê tohmetbar kiriye.

Îlham Ehmed, Seroka Cîbicîkar a MSDê dibêje, “Nişteciyan di hemû serdeman de û bi salan pêdawîstiyên xwe ji avê  ji çemê Feratê bi dest dixistin. Lê Tirkiyê bi avakirina hejmareke zêde ji bendavan av li ser hewcedarên wê ziwa kiriye.”

Rêveberiya Xweser a bakurê û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Tirkiyê bi qutkirina ava çemê Feratê tohmetbar kiriye û hin zanyarî di vê derbarê de dane. Li gor Rêveberiyê, Tirkiye berpirs e di ber qutkirina avê ji ser navçeyê û kêmtir ji çarriyekê ji pişka Sûriyê av berdaye.

Her li gor zanyariyên Rêveberiya Xweser, niha asta deryaçeya Tişrîn 322.30 metreyên sêgoşe ye û asta deryaçeya Tebqa 301.27 metreyên sêgoşe ye ku ev asteke pir nizim e li gor salên derbasbûyî.

Çemê Feratê bi dirêjahiya 610 kîlometreyan di nav xaka Sûriyê re derbas dibe. Ew ji Cerablusê li bakurê Sûriyê dest pê dike û di bajarokê Bûkemal ve, li rojhilatê Sûriyê derbasî nav xaka Iraqê dibe.

 Li Sûriyê hersê bendavên el-Beis, Tebqe û Tişrîn li ser çemê Feratê ne û beçeke mezin ji ava vexwarinê û elektirîka Sûriyê ji wan bendavan tê berhemdan.