Kêmbûna avê jiyan li Qamişloyê gelek dijwartir kiriye

Qamişlo (Rûdaw) - Ev demek e pirsgirêka avê li çend taxên Qamişlo berdewam e, welatî dibêjin, ew jiber nebûna avê nikarin ne serê xwe bişon, ne cilê xwe bişon, ne jî fêkiyekê bişon, nikarin ji mal jî derkevin.

 

Li çend deverên Rojavayê Kurdistanê kirîza ava vexwarinê derketiye û xelk gazinan ji nebûna ava vexwarinê dikin û dibêjin, di germaya havînê de, kêmbûna ava vexwarinê, jiyana wan dijwartir dike.

 

Xwediyên sîtêrên avê jî, avê biha difroşin, av jî ne gelekî paqij e, lê niha rêveberiya avê biryar daye ew sîtêr rawestin û ew bi xwe bê beranber avê bidin xelkê.

 

Mamoste Reşad Hesen dibêje: “Av jiyan e, lê av nîne. Jiyan li ser avê ye. Mirov avê vedixwe û xwe bi avê dişo. Em niha nikarin herin ba hevalekî xwe çimkî behna nexweş ketiye laşê me. Dinya germ e, û av nîne. Mirov nikare bacanekê bîne bişo.”

 

Welatiyên taxên Siyahî, Kornîş û Xerbiyê dibêjin, ev hefteyeke bi yekcarî ava wan tune ye, ava sîtêran derdê bê aviyê çareser nake.

 

Bazirgan Mehmûd Xizir jî dibêje: “Îro bû şeş roj em bê av in. Pirsgirêk e, em nizanin çi bikin. Av jiyan e, eger av nebe ti wateya jiyanê jî namîne.”

 

Endamê Îdareya Avê Ebdilxenê Mihemed jî dibêje welatî ji ber ku bi giranî avê dikirîn ku bi kêrî vexwarinê jî nedihat, wan biryar daye sîtêrên wan ava vexwarinê bê beramber pêşkêşî welatiyan bikin heta ku ev pirsgirêk bi temamî çareser dibe.

 

Her sal di dema havînê de li çend taxên Qamişlo kirîza avê derdikeve, lewma welatî hêvî dikin, êdî vê carê bi temamî çareser bibe û torên nû yên avê ji wan re bêne kişandin.