Çekdarên opozîsyonê li Efrînê dibistanek kirine zindan

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyonê li nav bajarê Efrînê, dibistanek kirine zindan û bêhtir ji 100 welatiyên sivîl tê de girtî ne.

 

Nişteciyekî ji nav bajarê Efrînê ragihand ku piştî teqînên ku li nav bajarê Efrînê, berî çend rojan, hatin encamdan, çekdaran bêhtir ji 100 welatiyên sivîl girtin û ew îşkence kirin.

 

Nişteciyê ji Efrînê nîşan bi wê yekê da, ku çekdaran bêhtir ji 100 kesên girtî, ji sivîlan, li dibistana bi navê Elkerame girtine û xistine zindanê.

 

Bi gotina welatiyekî din ji Efrînê, piraniya girtiyan ajokarên otomoibîlan bûn, ku di dema herdu teqînên rojên borî de, li wê navçeyê bûn.

 

Welatiyê ji Efrînê tekez kir ku girtî, li ser destên çekdaran gelek îşkence û azaran dibînin. Herwiha li beramber standina nêzîkî hezar û 500 dolarî, ji her kesekî, hinek ji wan girtiyan serbest hatin berdan. Lê hêj kesên ku pere nedane, di zindana vê dibistanê de ne.

 

Mijara girtina bêserûber li Herêma Efrînê, li ser destên hêzên çekdar berdewam dike û gelek binpêkirin, di derheqê welatiyan de têne kirin.