Ji bo bircên Amedê, çavên Amediyan li UNESCOyê ye

 

 

Amed (Rûdaw) - Ji bo aqûbeta bircên Amedê, ku piştî Çînê bircên herî mezin ên cîhanê ne, dê di 7ê Tîrmehê de biryara dawî bê dayîn.


Bircên Amedê û bexçeyên Hevselê hatin dawiya rêwîtiya xwe ya lîsteya mîratan a UNESCO'yê. Civîna UNESCO'yê ku di 28'ê Hezîranê de li bajarê Bonnê yê Almanyayê destpê kiribû dê heta 7ê Tîrmehê berdewam bike. 


Di 7ê Tîrmehê de biryara dawî ya UNESCO'yê di derbarê bircên Amedê û bexçeyên Hevselê de dê bê aşkerakirin. Çav li rê ye ku UNESCO bircên Amedê wekê "mîrata kulturî ya cîhanê" qebûl bike. 


Amedî jî dibêjin, ger UNESCO biryara erênî bidê dê aboriya Amedê jî pêş bikeve, çimkî hejmara tûrîstin ku her sal serdana bircên Amedê dikin, dê zêde bibe.  


Dîroka bircên Amedê gellek kevn e. Li gorî dîroknasan birc di sala 346'an de hatine avakirin. Bircên Amedê 5 hezar û 700 kîlometre dirêj in û 12 metre jî bilind in. Bircên Amedê piştî bircên Çînê, bircên herî dirêj ên cihanê ne.