Li Silopiyayê 100 donim genim şewitî: Pevçûn derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gundê Kizirê yê navçeya Silopiyaya Şirnexê 100 donim genim şewitî.

Ji ber şewatê li taxê alozî derket.

Li Gundê Kizirê ya Silopiyayê 100 donim zeviyî genim şewitî û xaniyekî jî zerer dît.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji xelkê taxê wergirtine, agir ji aliyê welatiyan û tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Silopiyayê hatiye kontrolkirin.

5 traktorên welatiyan û 3 wesayîtênn îtfayeyê piştî derkatina agir bi saet û nîvekê agir kontrol kiriye.

Çavkaniyekê ji Taxa Kizirê ji Rûdawê re eşkere kir ku li ser derketina agir di navbera malbata xwediyê erdê û xwediyê wî welatiyê xaniyê wî zerer dîtiye pevçûn derketiye.

Di pevçûnê de serê 2 kesan şikestiye û hêzên ewlehiyê çûne herêmê û rewş kontrol kiriye.