VÎDEO - Pilingê Kurdistanê hespekê dixwe

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê pilingekî Zagrosê hespek girtiye û wê hespê  dixwe.

Li quntarên Çiyayê Zagrosê, pilingekî Zagrosê hat ditin ku dihat texmînkirin ku êdî nemane.

Di dîmenên ku bi kamereyên termal hatine tomarkirin de tê dîtin piling hespekê dixwe.

Sala 2015an jî li bajarê Îlamê pilingekî Zagrosê ji aliyê nêçîrvanekî hatibû kuştin.

Ew kesê ku piling kuştibû bi fermana Dadgeha Îlamê hatibû girtin û gelek kesan li ser kuştina wî pilingî li malperên medyaya civakî nerazîbûna xwe anîbû ziman.