Tirkiyê ji bo girtina du siyasetmedarên Kurd ‘10 milyon xelat’ diyar kir!

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo Hevserokê berê yê Partiya Heremên Demokratîk (BDP) Kamûran Yuksek û parlamenterê berê yê HDPê Nadîr Yildirim xist listeya “ji terorê tên lêgerîn” kategirya sor û 10 milyon lîre xelat danîn ser serê wan.”

Partiya Heremên Demokratîk (BDP) di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belavkir û tê de wiha dibêje “Em ketine serdemek ku siyasetmedarên rewa yên gelê kurd nayên nas kirin, tên girtin, qanûn tine tên hesibandin, siyasetmedaran derdixin derveyî siyasetê û rê nayê dayîn ji bo  siyaseta demokratîk bemaşdin.”

BDP di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku hewl tê dayîn ku bi guvaşan di serî de xebatên serokên partiyê, parlamenter, hevserokê şaredariyan, xebatkarên navçe û bajaran krîmînalîze bikin û wiha berdewam dike “wekî ku ev têr nakin niha jî hevserokê me yê berê Kamûran Yuksek û parlamenterê sermdema 26emîn yê HDPê birêz Nadir Yildirim xistine 'lîsteya sor a kesên ji terorê tên lêgerîn'”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di demeke ku têkiliyên mafya û siyasetê derketiyê rastê, peywendiyên qirêj hatine eşkerekirin ku wezareta navxwe nikare di derbarê van îdîayan de bersiv bide, radibin siyasetmadarên gelê Kurd yên siyaseta demokratik dimeşînin hewl didin wan bikin lîsteya terorê.

BDP di daxuyaniyê de tekez kir ku tifaqa AK Partî û MHPê hewl dide gelê Kurd terorîze bike, dixwazin qirêjiyên xwe bi êrişên ser gel bike biveşêrin û bi vî rengî berdewam kir “Em wek gelê Kurd bi rûyên weyên rastîn dizanin, li dijî vê tifaqa sîyaset-mafya ya qirêj, ku kiryarê dehhezaran kiryarên nediyar e. Em ji we natirsin. Em dibêjin ku ya bê terorîze kirin ne gelê Kurd ê, ew tifaqa weya qirêj e. Em dibêjin ku cezayên neqanûnî yên ku hûn didin siyasetmedarên Kurd da ku rûyên xweyên qirêj veşêrin ji bo me pûç û betal in.”

Herwiha di daxuyaniya BDPê de amaje bi wê yekê kirin ku tifaqa AKP û MHPê kesên ku ne ji wan in û piştgiriya wan neke, di bin navê `lîsteya kesên ji terorê tên lêgerîn” tên terorîzekirin.

Di 27ê Adara 2017an de 5emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê bi tometa “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza dabû Hevserokê berê yê Partiya Heremên Demokratîk (BDP) Kamûran Yuksek.