Roja 28ê Gulanê hejmarek jinên Kurd li Efrînê di baregeheke grûpa el Hemze de girtî hatibûn dîtin.
Hewlêr (Rûdaw) - Pêşverû û el-Wehde daxwaza dirustkirina komîteyeke navdewletî derbarê binpêkirinên Efrînê dikin
Herdu partiyên Pêşverû û el-Wehde yên Rojavayê Kurdistanê daxwaza dirustkirina komîteyeke navdewletî ji bo lêkolînkirin derbarê binpêkirinên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li dijî xelkê Efrînê dikin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, ku kopiyek jê bo Rûdawê hatiye şandin, herdu partiyên navborî gotine binpêkariyên komên çekdar di derheqê xelkê resen ê Efrînê de şermezar kirine.
Herdu partiyan herwiha ragihandine, ku ji destpêka dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê, hemû corên binpêkirinan ji kuştin, girtin, talankirin, koçberkirin, û zindanîkirina jinên Kurd bi şêweyekî kirêt li dijî Kurdên Efrînê tên kirin.
Di daxuyaniya xwe de, Pêşverû û el-Wehde herwiha gotine: “Em binpêkirin û tawanên li dijî xelkê Kurd li Efrînê û deverên din ên Kurdî ku li jêr dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şermezar dikin û daxwaza dirustkirina komîteyeke navdewletî serbixwe ji bo lêkolînê li ser rastiyan li ser erdê dikin.”
Roja 28ê Gulanê 5 jinên Kurd li Efrînê di baregeheke grûpa el Hemze de hatibûn dîtin, ku pêştir ji aliyê çekdarên wê grûpê ve hatibûn girtin.
Dîtina wan jinên Kurd ên Efrînî di nava baregeheke grûma el Hemze de piştî wê yekê hat, ku di navbera erebên Xûteyê yên nîştecihê taxa Mehmûdiye ya Efrînê û çekdarên grûpa el Hemze de şer derket û çekdarên wê grûpê ji baregeha xwe reviyan.
Piştî ku çekdar ji baregeha xwe reviyan, xelkê taxê û Polîsê Leşkerî yê ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve avêtin ser baregehê û hejmarek jinên girtî di baregehê de dîtibûn, ku li gor zanyariyên Rûdawê 5 ji wan jinan Kurd û xelkê Efrînê ne.
Derbarê bûyerê de Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, binpêkariyên di derheqên jinên Kurd ên li Efrînê de bi tundî şermezar kir û ragihand, ew tişta li dijî jinên girtî ji aliyê çekdarên grûpa el-Hemze ve hatiye kirin, binpêkirineke metirsîdar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse