Li Germiyan 12 kesên din bi koronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand ku pêketina koronayê ya 12 kesên din li Germiyan hat tomarkirin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku îşev belav kir, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku di berdewamiya wergirtina pişkinînên koronayê de, 12 haletên nû yên tûşbûna vîrusa COVID-19 li sînorê Silêmaniyê hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê dibêje 7 ji wan tûşbûyan jin in, 4 zilam in û yek jî keçeke genc e.

Li gor daxuyaniyê, 9 ji tûşbûyan berkevtiyên tûşbûyên berê ne, 2 kesên din nîşaneyên nexweşiyê pê re hebûne û encama pişkinînên wan pozîtîv derketiye û kesek jî ji Bexdayê vegeryaye.

Wezareta Tendirustiyê herwiha dibêje, 6 ji wan kesan nîştecihê Kirfrîn, çar kelar yek Tikrît û yek jî Bexdayê ye.

Li ser asta Herêma Kurdistanê jî hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîştiye 728 kesan, ku 420 kes ji wan baş bûne û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.