Kosret Resûl: Me ji bo Kerkûkê behsa navê kesî nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, ragihand ku wan di hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî de behsa kesekî bo hilbijartina kursiyê parêzgariya Kerkûkê nekirine.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî îro Şemiyê (01.06.2019) bi boneya 44mîn salvgera damezrandina YNKê serdana gora sekreterê berê yê YNKê Celal Telabanî kir û piştî serdana xwe bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kosret Resûl Elî diyar kir ku ew mijara xelkê behsê dikin ku YNKê ji ber pirsa Kerkûkê beşdarî dengdayîna bo hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê nebûye rast nîne û got: “Di nav xelkê de tê behskirin, lê rastiya wê bi wî awayî nîne. Berê gotin ku baştir e, ez û Kak Mesûd rêveberiya hevdîtinên bo çareserkirina pirsa Kerkûk û Bexdayê bikin, lê dem ser bi vê yek re derbas bû û peywendiyên di navbera YNK û PDKê hine sar bûn. Min û birêz Kak Mesûd hevdtîin kirin lê me ji bo kursiyê parêzgariya Kerkûkê ne behsa Kak Fereydûn kir ne jî kesekî din nekir.”

Derbarê Fereydûn Ebdulqadîr de Kosret Resûl got: “Kak Fereydûn kesekî têkoşer e. Ew berpirsê  hemû ew biraderên bûye ku niha endamên polîtbûroya YNKê ne. Lê min bixwe tiştek wiha nekiriye, ew bixwe dibêjin.”

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê herwiha got çi dibe bila bibe divê pirsgirêk bêne çareserkirin.