DAIŞ tengav bû: Gundên kurdan li Til Ebyedê vala dike!

 

Sirûc-Kobanî (Rûdaw) – Hat zanîn ku gundên herêma Til Ebyedê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve tên valakirin.

Operasyona ku ji aliyê hêzên Volkana Feratê ve ji bo girtina herêma Til Ebyedê hatiye destpêkirin, ket roja 4an.

Kurdekî xelkê gundekî Til Eybedê bi navê M.Î ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê du roj berê ji me re gotin gund vala bikin. Dema me ji wan pirsî çima, gotin gundiyên vî gundî agahiyan didin şervanên YPGê û di operasyonê de alîkariyê wan dikin.

Wî jêderî da zanîn ku çekdarên DAIŞê ji wan re dibêjin, neçin bajarê Reqayê, yan herin  Tirkiyê yan jî Humsê û wiha got: “Em jî neçar man çûn Tirkiyê. Ew tiştên ku me bi xwe re biribûn jî DAIŞê dest danî ser. Me ji tirsa tiştek negot.”

Berpirsê PYDê li Kobanî Omer Ellûş jî ji Rûdawê re ew bûyer piştrast kir û got, DAIŞ gundên kurdan vala dike çimkî ditirse gundiyên wê herêmê alîkariyê bidin YPGê.

Ellûş diyar kir ku çekdarên DAIŞê sê rojan beriya niha çûbûn gundê Nehîtê û ji gundiyan re wiha gotibûn: “Gund vala bikin lê neçin Reqayê. Li wir jî nebin belaya serê me. Yan herin Tedmurê yan jî Humsê. Em 5 rojan mohlet didin we”.

Wî rayedarê PYDê got ku DAIŞ nahêle erebên herêmê ji wir birevin û wan li hember êrişên asmanî dike mertal.

Til Ebyed (Girê Spî) li beramberî navçeya Akçakale ya Rihayê ye. %10ê nifûsa bajêr tirkmen, %30 kurd û yên din jî ereb in.