Tenduristkar li dijî kuştina bijîşk meşiyan

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Di bin serperiştiya SESê de komele û sendîkayan li dijî kuştina bijîşk Kamîl Furtun li navenda bajarê Dêrsîmê çalakiyekê li dar xistin.

 

Îro komele û sendîkayên tenduristkarên Dêrsimê di bin pêşengtiya  Komeleya Kedkarên Tenduristiyê SESê de li dijî kuştina bijîşk Kamîl Furtun li ber Rêveberiya Tenduristiyê ya Bajêr çalakiyeke nerazîtiyê li dar xistin.

 

Pispor û Neştergerê Nexweşiyên Qefsîngê Bijîşk Kamîl Furtun ku li Nexweşxaneya Bajarê Samsûnê erkdar bû di 29ê Gulana borî de di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.

 

Di çalakiya li dijî kuştina tenduristkaran de li ser navê girseyê Serokê SESa Dêrsimê Ozkan Uç axivî. Uç, diyar kir ku yên ku li hemberî êrişên li dijî tenduristkaran pêk tên, bergiriyên qanûnî yên pêwîst dananîne ew jî berpirsê kuştina bijîşk Kamîl Furtun in.

 

Piştî daxuyaniyê kedkarên tenduristiyê hêminane belav bûn.