Rêveberiya Xweser yasaya herêmên îdarî pesend kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, yasaya dabeşkirina rêveberiya herêmên xwe pesend kir.
Li gorî yasayê Rêveberiya Xweser ji 7 kantonan pêk tê.
Cizîr, Reqa, Ferat, Minbic, Efrîn û Şehba û Tebqa kantonên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ne.
Li gorî yasayê kanton ji bajar, bajarok, gund û yekeyên niştecîbûnê pêk tên.
Li Rojavayê Kurdistanê kantonên Cizîr, Ferat û Efrînê hene.
Hevserokatiya Encûmena Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweser doh yasaya hejmara 6 a sala 2024an a dabeşkirina rêveberiyê pesend kiribû.
Hevserokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser Hisên El-Şêx li ser yasaya dabeşkirina rêveberiyê got:
“Yasaya dabeşkirinên rêveberiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pesendkirin.
Ev yasa ji 3 beşan û 5 madeyan pêk tê.”
Kobanî navenda kantona Feratê ye.
Kantona Cizîrê ji 2 bajarên mezin ên wekî Hesekê û Qamişloyê û çend bajar û bajarokan pêk tê.
Kantona Feratê ji bajarê Kobaniyê pêk tê.
Kantona Efrîn û Şehbayê ji bajarê Efrînê pêk tê.
Hisên El-Şêx herwiha behsa yasayê jî kir û got:
“Ev yasa yek ji yasayên herî girîng e. Ji bo Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî girîng e.
Ji ber Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dabeşkirina komîsyon, sindoq û komîteyên komîsyonê de xwe dispêre vê yasayê.”
Yasaya dabeşkirina rêveberiyan ji 30ê Nîsana 2024an ve ketiye meriyetê.