Siyasetmedarê Kurd Feyyaz Ekmen koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Feyya Ekmen bi Covid-19ê koça dawî kir.

Siyasetmedarê Kurd Feyyaz Ekmen, nêzîkî 30 rojan li Almanyayê, di nexweşxaneyê de ji ber Covid-19ê çareserî jê re dihat kirin, lê tevî  hemû midaxaleyên tendirustî mixabin duh bi şev jiyana xwe jî dest da.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelik detrbarê koça dawî ya Ekmen de peyameke serxweşiyê belav kir û got: “Me hevalekî xwe yê dilsoz, birayekî xwe yê hêja wenda kir.Me kedkarekî, fedakarekî, xebatkarekî bêwestan ê doza azadîya Kurdistanê wenda kir.Me hevalekî xwe yê nimûneya mirovahîyê wenda kir.”

Mistefa Ozçelik diyar kir ku Feyyaz Ekmen ji 50 salî zêdetir e, “bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo Doza Azadîya Kurdistanê, wek kadroyekî, wek rêberekî her di nav têkoşînê de bû.”

Di peyama xwe de Ozçelik got: “Belê gelê Kurdistanê zarokekî xwe yê hêja, biqîmet û paqij wenda kir. Me jî perçeyek ji dilê xwe wenda kir.Tu gotin têrê nake ku em xema xwe, êşa xwe tarîf bikin.Emê wê alaya Kurdistanê û alaya azadiya Kurdistanê ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexist, her li ba bidin û emê her di rêya wî ya bi şeref, bi rûmet de bimeşin.”

Ozçelik anî ziman ku gelê Kurdistanê jî dê tu carî Ekmen û keda wî ji bîr neke û wiha pê de çû: “Xwedê bi rehma xwe kek Feyyaz şad bike, cîhê wî biheşt be. Bila serê xuşka me, hevala me Mehtap xanê, serê  birazîyên me Pelînê, Mizgînê, Mem Lorî û serê hemû malbata kek Feyyaz û malbata xuşka Mehtapê sax be. Serê me hemû rêveber, endam, alîgirên PAKê sax be. Serê gelê Kurdistanê sax be.

Serokê Giştî yê PAKê herwiha da zanîn ku ew dê di heqê merasîma cenazeyê Feyyaz Ekmend de raya giştî agahdar bikin.