Dijeterora Kurdistanê: Rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Dijeterora Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê şerê pêşemrge û DAIŞ li sînorê Pirdê belav kir û ragihand, pêşmerge karîn êrîşa teroristên DAIŞê têk bişkînin û niha rewî dibin kontrola hêzên Pêşemrge de ye û dibêje, hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî daxwiyaniya Dijeterora Kurdistanê, êrîş li ser sengerên lîwaya 10 ya pêşemrge bûye li bilindahiyên nêzîkî gundê Pirkan li sînorê Mîhwerê pênc ya hêzên Pêşmerge.

Hevdem Wezareta Pêşmerge di daxwiyaniyeke taybet bo Rûdawê de amaje bi wê yekê kiriye hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrîşa teroristên DAIŞê daye û têkşikaniye û hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan bicîh mane.

Serê sibeha Îro demijmêr 12:30 xulek li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qaye-başî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encamê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.