DAIŞê li Pirdê êrişî Pêşmerge kir: Şehîd û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li sînorê Pirdê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encam de şehîd û birîndarên Pêşmerge hene.

Nûçegihanê Rûdawê li kerkûkê ragihand ku li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qaye-başî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encamê de 3 pêşmerge şehîd ketin û du Pêşmerge brîndar bûn.

Berpirsê mîhwerê rojavayê Kerkûkê yê pêşmerge Nûrî Heme Elî ji Rûdawê re ragihand, Êrîş serê sibeha îro demijmêr 12:30 xulek li ser Pêşmerge hatiye kirin û di encam de sê şehîd û du birîndarên Pêşmege hene ku yek ji şehîdan Neqîbe, navê wî Piştwan Zirarî ye.

Nûrî Heme Elî got jî bi Hawin, BKC û klaşînkofan êrîş li ser pêşmerge hatiye kirin û êrîş hatiye têkşikandin û niha rewş asayî bûye.

Herwiha Nûrî Heme Elî ragihand ku şerê di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de nêzîkî 45 xûlekan berdewam kiriye, çekdarên DAIŞê êrîşî du eniyên pêşmerge kirine 

Birîndar ji bo nexweşxaneya Hawarçûnê ya Hewlêrê hatine veguhestin.

Emid Ebdulkerim Ebdulrehman Berpirsê liv û tevgera Pêşmerge li mîhwerê rojavayê Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand wan gelek caran hewl daye ku wê valahiya ewlekarî ya di navbera navçeyên herdu aliyan de tejî bikin, lê negihiştine tu rêkeftinê.

Emîd Ebdulkerîm Ebdulrehman got jî, dûriya xalên pêşmerge yên li mihwerê rojavayê kerkûkê bû sedem ku hêzên li xalên din hebûn nikaribin zêdetir bi hawara wê xala ku êrîş li ser hatiye kirin biçin û sê Pêşmerge şehîd bibin.

Nasir Herkî Biryarderê Komîteya asayîş û berevaniya li Parlamentoya Îraqê ji bo rûdawê ragihand, wan gelek caran  desthilala Iraqê ji wê yekê agahdar kiriye ku DAIŞ mijûlê xwe rêkxistinê ye û metirsya wê zêdetir bûye.

Herkî diyar kir ku hîn aliyê Iraq  amade nebûye hemahengiyê li gel hêzên pêşmerge bike û valahiya ewlekariyê tejî bike.

Nasir Herkî da zanîn ku di nexweşxaneya Emercensî ya Hewlêrê de ye ji Rûdawê re got ku rewşa birîndaran niha başe.