VÎDEO - Festîvala Balekayetî di himbêza xweza û kulturê de

Çoman (Rûdaw) – Li devera Balekayetî ku bi xweza û bedeviya xwe bêhemta ye, şeşemîn festival salane ya kulturî û hunerî tê sazkirin.

 

Di festîvalê de pîşe û karên berê, karên rojane yên berê û kincên kevnar dê werin nimayişkirin û herwiha dê çendîn çalakiyên hunerî bêne pêşkêşkirin.

 

Devera Balekayetî bi qasî 160 kîlometran dûrî rojhialtê bajarê Hewlêrê ye û li navçeyekê û 5 bajarok û 150 gundî pêk tê.

 

Her sal di roja 1ê Gulanê de ku hevdem e ligel Roja Cîhanî ya Karkeran, ev festîval tê sazkirin.



 

Armana sereke ya vê festîvalê komkirina zêdetirên malbatên eşîra balek e ku beşek ji wan li derveyî devera Balekayetî dijîn û ji ber proseya veguhastina Kurdan a ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve bi ser çend dever û bajarên Başûrê Kurdistanê de dabeş bûne.

 

Herwiha yek ji mebestê din ê lidarxistina festîvalê nasandina kultura taybet a xelkê deverên bi mêvanan e, ji ber ku her sal hejmareke zêde ya xelkê beşdarî di festîvalê de bikin.

 

Lidarxistina vê festîvalê di demekê de ye, ku 2 sal dibe piraniya eşîrên Başûrê Kurdistanê ji ber şerê DAIŞê û kirîza darayî festîvalên xwe yên salane saz nakin.

 

p>