'Govenda li dora Keleha Hewlêrê projeya min bû'

Koln (Rûdaw) - Nivîskarê kurd Nûh Ateş diyar kir ku ew di bihara 2011ê de çûye Herêma Kurdistanê û derbarê cihên dîrokî û yên nûjen û sîstema kar û bazirganiya li Kurdistanê nêrîn û pêşniyarên xwe ji rayedarên Herêma Kurdistanê re şandiye. Ateş got, “Ji bo danasîna Keleha Hewlêrê min govendeke gelêrî pêşniyar kir, lê bersiv nedan min, di dawî de îsal min dît ku ew govend hat girêdan, lê bêyî ku ez bêm agahdarkirin.ˮ

Nivîskarê kurdê ji Anatoliya Navîn ku Nuh Ateş ku ev 40 sal in li Almanyayê dijî, ji bo ger û dîtina Kurdistanê di destpêka Gulana 2011ê de ligel hevalekê xwe çûye Herêma Kurdistanê û li gellek deveran geriyaye. Ateş derbarê gera xwe de nivîsek dirêj nivîsandiye û di Kovara Bîrnebûn de weşandiye. Ateş diyar kir ku ew û hevalê xwe li Herêma Kurdistanê rastî hin tiştan hatiye ku pê şanaziyê bike û rastî hin tiştan jî hatiye ku aciz bûye û derbarê wan de rexne û pêşniyarên xwe bi nivîskî gihandine rayedarên Herêma Kurdistanê. Ateş daxuyand, “Min ji Wezîrê Pişesazî û Bazirganiyê Birêz Senan Abdulxaliq Ehmed Çelebî re nameyek şand û nivîsand ku em li dukan, çayxane û xwaringehan bi taybetî jî li Family Mall em rastê sereşiyekî hatin. Nav û nîşanên wan bi tirkî ne û lîsteyên xwarin û vexwarînên wan tenê bi zimanê tirkî hatine tenzîmkirin.ˮ Ateş di nameya xwe de pêşniyar kiriye ku li ser xwediyên wan dukan û xwaringehan bi rêya nizamnameya bê ferzkirin ku navên wan bi kurdî jî hebe û lîsteyên xwarin û vexwarinên wan bi du yan sê zimanan bên tenzîmkirin. Lê ti bersiv ji Ateş re nehatine vegerandin.

Govend bê girtin û dîmen ji helîkopterê bê kişandin

Ateş herwiha li Keleha Hewlêrê jî digere û rastî kampanyaya danasîna kelehê tê. Ateş got, “Min li wê derê ji çend nas û dostên xwe re projeyek vegot. Min got ti gel li Rojhilata Navîn tine ye ku weke Kurdan ji govendê hez bike û mirov wisa tiştek çêke ku hem Keleha Hewlêrê bide nasîn û hem jî folklora Kurdan.ˮ Ateş dema vedigere Almanyayê ji Wezîrê Pişesazî û Bazirganiyê û Wezareta Geşt û Guzariyê re projeya xwe rêdike. Di projeyê de Ateş pêşniyar dike ku bi hezaran kesên ku cil û bergên kurdî lixwe kirine milen xwe bidin hev û li dora kelehê govend bigrin û dîmenên wan hem ji helîkopterê û hem ji erdê bên kişandin û nûnerên Pirtûka Rekoran a Guinessê jî li wir amade bin. Ateş got, “Ji min re dîsa bersiv nehat. Piştî çend mehan min careke din proje şand, lê dîsa deng ji wan derneket, Herî dawî di Fûara Pirtûkan a Navnaetewî ya Frankfurtê de min nûnerên wezareta tûrîzmê û şêwirmendê Dilşad Barzanî dîtin û ji wan re behsa projeya xwe kir. Kêfa wan hat û gotin ku Wezareta Pişesazî hatiye guhertin, lewma tiştek wisa neketiye destê me û xwestin ku ez projeyê careke ji wan re rêkim. Kervîzîtên xwe dana min. Min jî hem ji wezaretê re hem jî ji Dilşad Barzanî re heman proje şand, ew jî bersiv nedan min. Di dawî de min dît ku di Newroza îsal de govendek berfireh li dora Keleha Hewlerê hatiye girtin weke ku min di projeyê de behs kiribû û serî li Guinessê jî dane, lê ez nehatim agahdarkirin.ˮ

Hêjayê gotinê ye ku govenda li dora Keleha Hewlêrê ya ji hezaran kesan pêk dihat, ji aliyê Pirtûka Rekoran a Guinessê ve nehat pejirandin, sedem jî ew bû ku govend pirr bi dîsîplînî û profesyonelî nehatiye kirin.