Li Sêrtê agir bi kargeha şimikan ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ciwanikan ê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kargeha şimikan ket û 11 kes bi jehrê ketin.
Li taxa Mehmet Suerê ya bajarokê Ciwanikan derengê şeva borî ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kargeha çêkirina şimikan ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, tîmên tenduristiyê, tîmên AFAD û UMKEyê û cendirme çûn cihên bûyerê.
Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin, lê ji ber agir 11 kes bi jehrê ketin.
10 kes li cihê bûyerê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatin dermankirin û kesekî rewşa wî giran birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Derbarê sedema derketina agir de lêkolîn hat destpêkirin.