HUDA PARê pîrozbahî li DEM Partiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli pîrozbahî li rikebera xwe ya DEM Partiyê Gulistan Sonukê kir.
Namzeda Serokatiya Şaredariya Elihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk di hilbijartinên 31ê Adarê de wekî hevşaredara Êlihê hat hilbijartin.
Namzedê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Serkan Ramanli di peyama xwe de pîrozbahî li hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonukê kir û wiha got:
“Bila encamên hiljartinan ji hemû welatê me re bi xêr bin.
Ez DEM Partiyê û Hevşaredar Birêz Gulistan Sonuka ku li Êliha me hilbijartin qezenc kir pîroz dikim.
Me li piraniya herêmên xwe yên hilbijartinan dengên xwe zêde kirine û me li ser navê xwe serkeftin bi dest xist.
Di van hilbijartinan de ku gelê me peyamên girîng dan partiyên siyasî, divê her kes para xwe ji bersivê bigire.”
Seçim sonuçları tüm memleketimiz için hayırlı olsun. Batman’ımızda seçimi kazanan DEM Parti’yi ve Belediye Eşbaşkanı Sayın @gulistan_sonuk’ü tebrik ediyorum.
— Serkan Ramanlı (@AvSerkanRamanli) April 1, 2024
Biz seçim bölgelerimizin çoğunda oylarımızı arttırdık ve kendi adımıza başarıyı yakaladık.
Halkımızın siyasi partilere…