Li Meletiyê kamyon wergeriya: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arganê ya Meletiyê kamyonek wergiriya û di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Li Gundê Qubatanê yê navçeya Arganê li ser rêbejaya D300ê, kamyona ku Î.K diajot ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Mehmet Çilê 43 salî yê di kamyonê de mir û şofêr jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê şofêr veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Hat ragihandin, tenduristiya şofêr baş e.