Şirnex bi 'hilbijêrên sexte' bûbû rojev: Zekî Îrmez daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez got, “Eger ew hilbijêrên sexte nehatiba me dê şaredarî bi dest bixista.”

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Li bajarê Şirnexê Namzedê AK Partiyê Mehmet Yarka bi rêjeya ji sedî 47,58 (18 hezar û 83 deng) bi ser ket.

Namzedên DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 41,01 (15 hezar û 553) di rêza duyem de cih girt.

Parlamenter û namzedên DEM Partiyê duh dîmenên leşker û polîsên ku ji bajarên din çûne li Şirnexê deng didan belav kirin.

Ev dîmen di torên civakî de bûn rojev û gelek kesan bertek nîşan da. 

Bi gotina wan zêdeyî 6 hezar kesên derveyî bajêr ji bo serkeftina namzedê AK Partiyê dengên xwe dane.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ji Rûdawê re axivî.

Mehmet Zekî Îrmez li ser encamên nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ew dozê vekin.

“Em xwe serkeftî dibînin”

Îrmez amaje bi wê yekê kir ku wekî partî li gorî encaman ew xwe serkeftî dibînin û got:

Li hemberî van polîtikayên AKP û MHPyê yên nedemokratîk, li gorî hilbijartinên 2019an me serkeftineke mezin bi dest xist.

Li gorî encamên destpêkê heta niha me nêzîkî 75 şaredariyan bi dest xistine.

Ez dikarim vê yekê jî bibêjin eger ew hilbijêrin sexte li Kurdistanê bi cih nekirina bi rihetî 100 heta 120 şaredariyan me dê bi dest bixista.”

“Em dê îtiraz bikin”

Derbarê dengdêrên veguhastine Şinrexê jî Îrmez got:

“Me berî 6 mehan jî digot dê hilbijêrin sexte bînin. Me hevdîtinek bi Serokê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re kir.

Min ji wan re got ku fikarên me hene û me ji wan xwest ku ew li gorî zagon û mewzûatê tevbigerin.

Herwiha me ji wan xwest ku ew nehêlin ew hilbijêrin sextê bên vê derê.

Me wê demê jî got em dê îtirazî wê yekê bikin û nav bi nav wan eşkere bikin.”

Îrmez herwiha da zanîn ku Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û 3 kesên pê re ku hatibûn desteserkirin derengiya şevê hatin berdan.