Sibe yekem roja meha Remezanê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ragihand ku roja yekem a meha Remezanê roja Şemiyê (02/04/20222 ye. Li Bakur, Rojava, Başûr û beşeke Rojhilatê Kurdistanê jî Şemî yekem roja meha Remezanê ye.
Erebistana Siûdî îro bi fermî ragihand ku sibe Şemiyê (02/04/2022) yekem roja meha Remezanê ye. Weqfa Sunne ya Iraqê jî aşkera kir, Şemî, yekem roja Remezanê ye.
Salane di dawî rojên meha Şe'ban de, Lijneya Dîtina Heyvê ya Herêma Kurdistanê ji bo çavdêriya dîtina heyvê kom dibe û daxwaz ji hevwelatiyan jî dike dema heyv hat dîtin lijneyê agahdar bikin.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Lijneya Dîtina Heyvê kom bû û biryar da “ji ber hebûna belgeya şerîî ya pêwîst, derket holê ku heyv li asmanê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin, lewma sibe (02/04/2022) ji aliyê lijneyê ve wek yekem roja meha Remezanê hat diyarkirin.”
Roja 27ê Adarê, Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî berî niha ragihandibû ku wan roja Yekşemê (03/04/2022) wek yekem roja meha Remezanê diyar kirine, lê Kemal Heyderî ku ew jî merciekî Iraqî ye li bajarê Qum ê Îranê, sibe (02/04/2022) wek yekem roja meha Remezanê diyar kir.