Bi hatine meha Remezanê nirxê kelûpelan li Pakistanê buha dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Keraçî yê Pakistanê xelk xwe jibo meha Remezanê amade dikin û kelûpelên xwe dikirin, li mezgeftan jî amadekarî tên kirin, lê îsal nirxê keresteyên xwarinê gelekî bilind bûne, vê yekê jî xelk dilgiran kiriye.
Saira nişteciya Keraçî û dayika çar zarokan e, behsa zehmetiya jiyana malbata xwe dike, bi taybet bi hatina meha Remezanê re.
Saira Omer dibêje,“Şîr, mast, şekir , her tişt buha bûye. Êdî zehmet e em du dan xwarin di rojekê de çê bikin.Emê çawa bikirin ? Hikûmet nirxan zêde dike. Piştre xwediyên dukanan jî zêdetir dikin. Divê hikûmet nirxan kontrol bike.”
Li gorî aliyên fermî yên Pakistanê, meha borî bi rêjeya 13 ji sedî nirxê kelûpelan li vî welatî zêde bibû, ku dibe bilindtirîn ast di dema du salên borî de.
Pisporên aborî sedema buhabûnê bi buhabûna nirxan li cîhanê ve girê didin.
Shamsul Hasan, pisporê aborî: “Ev Remezan wê gelekî zehmet be jibo kesên ku bi rojan kar dikin. Nirxê kelûpelan giran bûye. Xelk niha li şûna sê danan , du dan xwarin dixwin
Du sedemên buhabûnê hene. Yek jê zêdebûna nirxan li Cîhanê ye, bi taybet ên xwarin û enerjiyê . Sedema din nebûna rêkarên rêvebirinê ne.”
Keraçî mezintirîn bajarê Pakistanê ye û 12mîn bajarê mezin ê Cîhanê ye, hejmara nişteciyên wê derdora 15 milyon kes in.