Odeya Bijîşkan a Amedê: Li Amedê 150 kes tûşî koronayê bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Odeya Bijîşkan a Amedê ragihand ku heta 30 Adara 2020an li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 150 kes bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketine û herwiha 5 kesan jî ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.

Odeya Bijîşkan a Amedê raporek derbarê rewaşa Amedê ya rûbirûbûna vîrusa koronayê de belav kir û têde diyar kir ji destpêka derketina koronayê ve wan bi awayeke nivîskî û dîtbarî li ser medyayê û li ser hesabên medyaya civakî ya odeya xwe, ji bo agahdarkirin û hişyarkirina xelkêli hember vê şewbê  bi Kurdî û Tirkî  video, hevpeyvîn û nivîs weşandine.

Li gor ragpora Odeya Bijîşkan a Amedê heta 30 Adara 2020an li wî bajarî 6 jê di beşa nexweşên giran de bi giştî 150 kes li nexweşxaneyan bi tûşbûna Covid-19 hatin razandin.

Odeya Bijîşkan a Amedê da zanîn ku heta niha li wî bajarî 5 kes jî ji ber nexweşiya vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane.

Di raporê de tê gotin ji ber ku herdu nexweşxaneyên herî mezin ên Amedê weke “nexweşxaneyên pandemiyê” yên bingehîn hatine îlankirin, tedawiyên nexweşên kronîk ên weke pençeşêr û diyalîz û bi awayeke rêk û pêk birêve naçe, tê texmînkirin ku her ku biçe jî dê ev rewş dijwartir bibe.

Odeya Bijîşkan a Amedê herwiha tekez dike li bajaran û li seranserê Tirkiyê têra xwe û bi awayeke berbelav test nayên kirin, rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ji derveyî pêvajoyê tê hiştin, pêşniyarên lijneya zanistî bi temamî nayên guhdarkirin û nayên pêkanîn, pêvajo bi awayeke ne şeffaf tê birêvebirin, lewma asta şewbê bi awayeke baş nayê zanîn û bilançoya şewbê her ku diçe girantir dibe.

Ode herwiha dide zanîn ku piştî ku di 11ê Adarê de ev nexweşî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peyda bûye wan weke Odeya Bijîşkan a Amedê di bin banê odeyê de Lijneya Şêwrê û Şopandinê ya COVID-19ê damezrand û ew bi danûstendineke çalak ligel nexweşxaneyên bajêr û navçeyan, ligel Navendên Tenduristiya Malbatê û ligel Navendên Tenduristiya Civakê vê pêvajoyê dişopînin.

Rapora Odeya Bijîşkan a Amedê bi vî awayî ye:

“Koronavîrusa nû(COVID-19) ya ku li bajarê Wuhanê yê Çînê destpê kir û li seranserî cihanê belav bû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hate dîtin û li gor daneyên ku Wezareta Tenduristiyê di 31.03.2020an de ragihadine li Tirkiyeyê 13,531 nexweş hene û 214 kes jî çûne ser dilovaniya xwe.

Her çiqas rîska jiyanî ji bo kedkarên tenduristiyê û xizmên wan hebe jî, her li ku cî pêdivî bi wan hebe ji bo tedawiya vê şewbê gavek bi paş ve neavêtine, bi şev û roj teşhîş û tedawiyên nexweşên ku teşhîsa COVID-19 wergirtine yan jî gumen e ku bi vê nexweşiyê ketine bi awayeke dilsozane birêve birine û dibin. Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû kedkarên tenduristiyê dikin. 

Piştî ku di 11ê Adarê de ev nexweşî li welatê me peyde bû me weke Odeya Bijîşkan a Amedê di bin banê odeyê de Lijneya Şêwrê û Şopandinê ya COVID-19ê damezrand û em bi danûstendineke çalak ligel nexweşxaneyên bajêr û navçeyan, ligel Navendên Tenduristiya Malbatê û ligel Navendên Tenduristiya Civakê vê pêvajoyê dişopînin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku em zûtir xwe bigihînin hemû bijîşk û kedkarên tenduristiyê û em zûtir ji pirsgirêkên wan, pêşniyarên wan û daxwazên wan ên derbarê cihê kar de haydar bibin, me li ser Whatsappê xeteke ragihandinê (05386639018) vekir. 

Di vê pêvajoyê de, me bi awayeke nivîskî û dîtbarî li ser medyayê û li ser hesabên medyaya civakî ya odeya xwe, ji bo agahdarkirin û hişyarkirina gelê xwe li hember vê şewbê  bi tirkî û kurdî video, hevpeyvîn, nivîs û hwd. weşandin. 

Piştî ku li Amedê nexweşên ku gumana şewbê li wan peyde ne hatin dîtin, me xwe gihand Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û em beşdarî civîna ewil jî bûn li avahiya Lijneya Parastina Tenduristiyê ya Bajêr. Lê paşê ji bo beşdariya Lijneya Pandemiyê ya Bajêr, Odeya Bijîşkan a Amedê û odeyên pîşeyî yên tenduristiyê yên din nehatine dawetkirin. Ji bo beşdariya odeya me û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên din, me bi awayeke fermî serî li meqamên pêwendîdar da. Em dibêjin; ev lijneya ku ti rêxistineke pîşeyî ya tenduristiyê nahundirîne, nikare çareseriyeke temamî dabîn bike bo pirsgirêkên bajêr û tenduristvanan û dê bi vê rêbazê têkoşîna li dijî pandemiyê ya li seranserî bajêr gelek kêm bimîne.   

Di daxuyaniyên meqamên fermî de nexweşên ku testên wan ên PCRê pozîtîf derketine, esas tên girtin; hejmara “nexweşên gumanbar/muhtemel” ên ku li nexweşxaneyan razayî ne yan jî li ser piyan tedawî dîtine di daxuyaniyan de tunene. Ji ber vê jî ev daxuyanî tabloya rastîn nîşan nadin. Ji ber ku ligel hemû israrên me Wezareta Tenduristiyê berbelaviya nexweşan li gor herêman, li gor bajaran aşkere nake; weke bajarên din em hejmarên/daneyên Amedê jî baş nizanin. Lê li gor agahiyên ku ji tenduristvanan gihane me, li Amedê heta 30ê Adara 2020an 6 jê di beşa nexweşên giran de tevde 150 nexweş bi teşhîsa COVID-19 razayî ne, 5 hemwelatiyên me jî piştî teşhîsa COVID-19ê çûna ser dilovaniya xwe. Ligel ku saziyên pêwendîdar daxuyaniyeke fermî nedane, li gor agahiyên me yên ku ji qadê hatine wergirtin li bajarê me li ti xebatkareke tenduristiyê teşhîsa COVID-19ê nehatiye danîn yan jî ji ber vê ti xebatkareke tenduristiyê neketiye karantînayê.  

Bi alîyê Midûriyeta Tenduristiyê ya ve Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargil û Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê weke nexweşxaneyên pandemiyê hatin îlankirin. Li herdu nexweşxaneyan jî plana pandemiyê destpê kir, polîklînîk û klînîkên pandemiyê hatin veqetandin. Midûriyetê diyar kiriye ku derfetên testê di wexteke nêz de bo van nexweşxaneyan hatiye dabînkirin. Li gor agahiyên ku gihîştine me li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê bi rêbaza PCRê test tê kirin, lê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê derfeta testê nîne. Li nexweşxaneyên din jî kîtên testê bi hejmar hatine belavkirin û midûriyetê gotiye her ku biqede wê dîsa bê dabînkirin. Lê ligel vê hin agahî digihên me ku carna daxwazên testê tên redkirin û bi awayeke zelal nayê ragihandin bê ka li van nexweşxaneyan rojê çend test têne kirin; ji bo tenduristvanan, ji bo tenduristvanên ku bi COVID+ an nexweşên gumanbar bûne test têne kirin yan na; heke hatibe kirin tenduristvanên ku testên wan pozîtîf derketine hene yan na. Li gor agahiyên ku me ji bijîşk û tenduristvanên ku li nexweşxaneyên pandemiyê nîn in wergirtine, ligel ku hêj serdema ewil a şewbê ye jî bijîşk bi zehmetî nexweşan sewqî nexweşxaneyên pandemiyê dikin.

Divê kesên ku bi nexweşên COVID-19+ temas kirine yan jî kesên ku bi nexweşên ku bi awayeke klînîk û radyolojîk gumana wan a COVID-19ê heye, temas kirine bêne agahdarkirin û ev kes bêne testkirin. Di vê meseleyê de derengketin û kêmasî hene. Li klînîk û polîklînîkên pandemiyê hin bijîşkan diyar kirine ku bêyî ekîpmaneke tam bi awayê nobetên 24 saetan bi zor têne xebitandin û ji ber ku şert û mercên wan ên xebatê ne guncav in heke hebe îhtîmal e enfeksiyon bigihê wan jî û bi demê re barê vîral li ser wan zêdetir bibe.   

Hatiye ragihandin ku dê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ezmûnên dawîn ên lêkolîneran bi qasî 3 mehan neyêne kirin. Dîsa bijîşkên asîstan ên ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dixebitin, derheqê lîsteyên nobetan de gilî û gazincên xwe ragihandine, diyar kirine ku ji akademisyenan têra xwe destek nedîtine. Ji ber van me jî ji dekantiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û ji Serbijîşk randevû stendiye. 

Ji ber ku herdu nexweşxaneyên herî mezin ên bajarê me weke nexweşxaneyên pandemiyê yên bingehîn hatine îlankirin, tedawiyên nexweşên kronîk ên weke pençeşêr, diyalîz û hwd. bi awayeke rêk û pêk birêve naçe, tê texmînkirin ku her ku biçe jî dê ev rewş xedartir bibe.

Bi destpêka şewbê re xuya bû ku yek ji qadên ne amade jî Navendên Tenduristiya Malbatê û Navendên Tenduristiya Civakê ye. Diviya bo berlêgirtina pandemiyê Navendên Di Asta Yekem De û Navendên Tenduristiya Malbatê bibûna cihê herî xurt û pêşiya nexweşiyê esasen li vir bihata girtin, lê mixabin ji roja ewil de nexweşî hat qebûlkirin û nexweşxane bûn xeta parastinê û weke qada esas a berlêgirtina nexweşiyê hatin îlankirin. Tê dîtin ku weke encama vê nêzîkatiyê yan qet ekipman nehatine bo Navendên Tenduristiya Malbatê yan jî ev ekîpman kêm in, algorîtmayên nêzîkatî û birêvebirina nexweşan ên ku hatine weşandin bêyî ku ev der bêne hizirîn hatine amadekirin, xebatkarên tenduristiyê yên vir ji diravdana lêzêdekirî bêpar hatine hiştin. Bijîşkên malbatê ku bi tevdîrên dawîn re ketine bin bareke girantir û bêyî vekalet nikarin derkevin îznê, ketine xema heqê xwe yê mehane ku ka rojên ku ji ber îzolasyon û karantînayê nekarîne bixebitin dê ji heqê wan bê birin an na. Dîsa hin gilî û gazinc digihên me ku li van navendan hin tenduristvan bêyî mazeret/bi awayeke neheq derdikevin îznê. Ji xeynî vê, li ser Whatsappê, di komên Navendên Tenduristiya Civakê de peyameke wiha hatiye belavkirin: Bi alîyê Navendên Tenduristiya Civakê  bijîşk û hemşîreyan hatiye ferzkirin ku hemşîreyek û bijîşkek pêk tê bi awayeke dorvegerî her roj ji 09.00ê sibehê heta 22.00ê şevê dixebitin.

Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ragihand ku heke hewce bike dê hin nexweşxaneyên taybet ên li bajarê me jî weke nexweşxaneyên pandemiyê bêne şixulandin. Lê hêj di destpêka şewbê de sewqên bo asta 3. ji beşên lezgîn ên van nexweşxaneyên ku bo kar û qezencê hatine vekirin gelekî zehmetî derxistine. Piştî ku hejmara nexweşan kêm bûye nexweşxaneyên taybet xebatkarên xwe bêyî xwesteka wan derxistine îznê, derxistina îzna bêpere. Heke şewb dûdirêj bibe li pêşiya xebatkarên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyên taybet dixebitin pêvajoyeke nediyar heye. Giştînameyên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hatine ragihandin bêyî ku nexweşxaneyên dewletê û yên taybet cihê bikin hin hişyariyan diyar kirine lê bê ka li nexweşxaneyên taybet ekîpmanên parastinê yên şexsî yên xebatkaran têra wan hene yan na, derxistina îznê ya bêyî xwesteka xebatkaran, îzna bêpere û hwd… Pê re jî heke şewb berbelavtir bibe derxistina ji kar û endîşeyên bo van hemû meseleyan ti bergirî nîne. Bi vê re aşkere bûye ku kedkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên taybet tüne hatine hesibandin.    

Ji bo tenduristvanên vî bajarî ku naxwazin rîska enfeksiyonê bigihînin mala xwe, yûrda bi navê Halid Bin Velid ku 850 kesan radigire û li navçeya Rezan e, hatiye terxankirin û hatiye diyarkirin ku dê li her odeyê du tenduristvan bimînin.  Dîsa Demir Otela li navçeya Sûrê beşeke otelê ji bo tenduristvanan veqetandiye, ji aliyê odeya me ve qedera 40 tenduristvan li wir hatine bicîkirin. Her ku şewb berbelavtir bibe xuya ye ku dê hewcedariya tenduristvanan bi cî zêdetir bibe. Bo vê yekê me banga alîkariyê kiriye. 

Îro bi vê şewbê girîngiya xizmetên şaredariyê dîsa hatiye fêmkirin û hatiye dîtin ku binpêkirina îradeya gel û tayînkirina qeyyûman berlêgirtina vê şewbê ji bo gel zehmettir dike. Di van rojên şewbê de kêm be jî me hin bajaran mînakên çê yên şaredariya gelparêz dîtin. Ji dêvla vê ve mixabin qeyyûmê heyî yê li Amedê ji gel, ji rastiya şewbê û ji hevkariya ligel rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê dûr e û ti tişteke berbiçav nake. Em weke Odeya Bijîşkan a Amedê,  kêmasiya Dr. Adnan Selçuk Mızrakliyê dibînin. Ew hemkarê me û serokê berê yê odeya me bû. Berî ku di şûna wî de qeyyûm bê tayînkirin û wî bixin girtîgehê me bi hev re ji bo tenduristiya gel gelek planan amade kiribû.  

Li bajaran û li seranserê welat têra xwe û bi awayeke berbelav test nayên kirin, rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ji derveyî pêvajoyê tê hiştin, pêşniyarên lijneya zanistî bi temamî nayên guhdarkirin û nayên pêkanîn, pêvajo bi awayeke ne şeffaf tê birêvebirin. Bi vê rêbazê mixabin kes asta şewbê bi awayeke baş nizane û bilançoya şewbê her ku diçe girantir dibe.

Gava meriv li tecrubeyên welatên din ên pandemî lê peyde ye û li herka belavbûna nexweşiyê ya li Tirkiyeyê dinêre mirov têdigihê ku du hefteyên bê gelekî muhîm in. Dibe ku hejmara nexweşan di cî de zêde bibe, sîstema tenduristiyê nikaribe hejmara nexweşan ragire û rîska mezin a li ser tenduristvanan mezintir bibe. Ji ber hindê plansaziyeke lezgîn û bergiriyên hewce yên di wextê wext de ji bo jiyanê gelekî girîng e.

Ji ber vê;

1-Divê demildest odeya me û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên bajarê me jî tevli Lijneya Pandemiyê ya Bajar bê kirin.

2-Weke hemû nexweşiyan, rêbaza herî aqilane bo pêşîlêgirtina COVID-19ê ew ku meriv nehêle peyde bibe. Rêya herî baş bo berlêgirtina nexweşiyê paqijiya şexsî û parastina mesafeya civakî ye. Ligel hemû hişyariyan xuya ye li bajarê me jî giringiya vê têra xwe nehatiye fêmkirin, hatiye raçavkirin ku di jiyana rojane de gelê me guh nade van hişyariyan. Ji ber ku li bajarê me jî nexweşên COVID-19+ hatine dîtin, EM DIXWAZIN DÎSA girîngiya paqijiya şexsî û parastina mesafeya civakî di meseleya berlêgirtina pandemiyê de BIBÎR BÎNIN.   

3-Em bibîr tînin ku mecbûriyeteke dîrokî ye ku rayedarên vî welatî di serî de ji bo xebatkarên tenduristiyê, pê re ji bo hemû welatiyên ku ji ber şewbê mexdûr bûne bibin xwedî feraseta dewleteke civakî. Berlêgirtina pandemiya COVID-19ê, divê dabînkirina pêdiviyên asgarî yên rojane yên bi milyonan hemwelatiyên me ku nikarin ji mal derkevin jî bihundirîne.    

4-Daxwaza me ya lezgîn ji rayedaran ew e ku kêmasiyên derheqê ekîpmanên parastina şexsî de demildest bêne temamkirin. Weke tê zanîn kedkarên tenduristiyê di meseleya berlêgirtina şewbê de her li pêş in. Divê di serî de maskeyên N-95, pê re hemû malzemeyên parastina şexsî bêne dabînkirin; Navendên Tenduristiya Malbatê û nexweşxaneyên taybet jî tê de li hemû saziyên tenduristiyê divê kêmasiyên di vî warî de bi awayeke lezgîn bêne temamkirin. 

5-Divê di peywirdarkirinên Navendên Tenduristiya Malbatê û Navendên Tenduristiya Civakê de kiryarên keyfî bêne rawestendin, divê rapor û îznên neheq bêne bidawîkirin. 

6-Divê di serî de kesên gumanbar an jî kesên ku bi nexweşên COVIDê temas kirine, pê re hemû xebarkarên tenduristiyê yên li bajêr bi awayeke lezgîn bêne testkirin.

7-Divê kesên ku bi nexweşên COVID-19+ temas kirine yan jî kesên ku bi nexweşên ku bi awayeke klînîk û radyolojîk gumana wan a COVID-19ê heye, temas kirine bêne agahdarkirin û ev kes bêne testkirin.

8-Piştî vê tesîra rêveberiyên şaredariyan li ser tenduristiya gel dîsa hat fêmkirin. Ji ber vê divê rêveberiyên qeyyûman demildest bêne bidawîkirin û şaredarên ku hatine hilbijartin îadeyî karê xwe bibin.  

9-Ji bo kedkarên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyên taybet dixebitin divê ekîpmanên parastinê bêne dabînkirin.

10-Di vê pêvajoyê de, divê erkdarkirinên xebatkarên tenduristiyê li gor erêkirina wan û heke mimkun be li gor tecrubeyên wan bêne kirin.

11-Tenduristvanên ku her li pêş di rojên şewbê de dixebitin, xwedan rîska herî mezin in. Divê kedkarên ku di vê pêvajoyê de ji ber rîska belavbûna nexweşiyê naxwazin bicine mal li otel, yûrd û mêvanxaneyan de bimînin, ev pêdiviya wan jî divê her û her bê dabînkirin.

12-Dawiya dawîn lazim e em bibêjin bi vê feraseta rêvebirinê ya ku ji berê de wisa bû ne mimkun e ev şewb bi dawî bibe. Ev pêvajo tesîr li me hemûyan dike. Em fêm nakin bê çima wiha veşartî tê meşandin. Divê rayedar dev ji vê berdin. Bi ronahiya tibê û zanistê, bi guhdarkirina pêşniyarên zanyaran û bi sûdewergirtina ji tecrubeyên welatên din divê zû bi zû tevdîr bêne girtin, rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê divê beşdarî lijneyên pandemiyê yên bajêr û lijneyên zanistî bibin, di serî de ekîpmanên parastinê, hemû pêdiviyên tenduristvanan divê bêne dabînkirin û divê di berlêgirtina şewbê de civak jî karibe cî bigire.

Em daxwaz û hêviyên xwe bi rêzdarî radigihînin rayedaran û raya giştî.

Odeya Bijîşkan a Amedê”