Li Dêrezorê 9 DAIŞî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê 9 DAIŞî girtin.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û HSDyê li Dêrezorê operasyoneke ku helîkopter jî hatin bikaranîn kir.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di vê operasyonê de li bajarokê el-Hirêciyê yê Dêrezorê 9 kes bi tohmeta DAIŞê hatin desteserkirin.

HSDyê 23ê Sibata borî jî li gundê Ebû el-Nêtilê yê li rojhilatê Dêrezorê fermandarekî DAIŞê desteser kiribû.