Ciwanên Şoreşger li Kobaniyê erişî ofîsa PDK-Syê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Şoreşger li Kobaniyê erişî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) kir.

Li gorî zanyariyên ku ji Rûdawê re hatine ragihand, di encama êrişê de kelûpelên li ofîsê hatine têkdan û şikandin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand, “Êriş ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye kirin û navenda me hatiye şewitandin.”

Herwiha Oso da zanîn ku di erişa Ciwanên Şoreşger de gelek kes birîndar bûne ziyan gihîştiye gelek otomobîlan.

Heta niha Rêveberiya Xweser li ser bûyerê ti daxuyaniyek belav nekiriye.