Partiyên Bakurê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî bibîr anîn
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî ew bibîr anîn.
PAKê bi minasebeta 43yemîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî îro 1ê Adara 2022yan li Amedê û li Êlihê civînên bibîranînê li dar xist.
Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bi beşdarîya endamên PAKê û gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî hate bibîranîn.
Civîna bibîranîna li Amedê bi rêzgiritna ji bo Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê destpê bû.
Berdevkê PAKê Hanîfî Turan bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê PAKê girîngî û rola Mele Mistefa Barzanî ya di têkoşîna neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê de anî ziman.
Hanîfî Tûran got “Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e… Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, yekgirtina hemû hêzên neteweyî, niştimanî be; dê lê xwedî derketin û pêşde birina destkeftinên Federe yên Herêma Kurdistanê be; dê azadî û serxwebûna Kurdistanê be.”
Piştî axaftina Hanîfî Tûran, lêkolîner û nivîskarê Kurd Kerem Serhedî di derbarê jiyan, têkoşîn, bîr û bawerî, rêbaz û xebatên rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî de semînerek da.
Kerem Serhedî got “Rêbaza Serok Mele Mistefa Barzanî yê nemir rêbaza netewî ye. Temama jiyana wî di rêya Kurd û Kurdistanê de derbas bû.Mele Mistefa Barzanî ji bo Kurdan rêberekî mezin e. Em îro jî her di rêbaza wî de ne.”
Piştî semînera Kerem Serhedî, rewşenbîrê Kurd Şêx Mîzbeh helbestek di derbarê Mele Mistefa Barzanî de xwend. Siyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu û Muhîtîn Batmanî jî di derbarê jiyan û têkoşîn û rola netewî ya Mele Mistefa Barzanî de bîr û rayên xwe anîn ziman.
Li Êlihê bibîranîna Mele Mistefa Barzanî
PAKê li Êlihê bi minasebeta 43yemîn salvegera koça dawi Mele Mistefa Barzanî civîneke bibîranînê li dar xist.
Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê û bi Sirûda Netewî Ey Reqîb ê destpê bû.
Serokê Teşkîlata Êlihê ya PAKê Azîz Ozdemîr bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê PAKê girîngî û rola Mele Mistefa Barzanî ya di têkoşîna neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê de anî ziman.
Azîz Ozdemîr got: “Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi têkoşîna hemû kedakarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.”
Piştî axaftina Azîz Ozdemîr rewşenbîrê Kurd Şêxmûs Hemo li ser Mele Mistefa Barzanî helbestek xwend.
HAK-PAR: Rêbaza Mela Mistefayê Berzanî rêya rizgariya Kurdistanê ronî dike
Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê ya Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) jî bi boneya 43emîn salvegera koça dawiyê ya Mela Mistefa Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand; “Berzanî ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşerîyê ye. Lewraye ku navê Berzanç di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatiye nivsandin”
Peyama Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê ya HAK-PARê wiha ye:
“Serokê nemirê miletê Kurd Mela Mistefayê Barzanî, berî 43 salan ji nav Kurdan koçebar bû, çû ber heqiya xwe.
Rêzdar Berzanî, di 76 sal jiyana xwe de, her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê û di rêya azadiya Kurdistanê de, bê sekin û seqar, bi şev û roj, li deşt û çiya û zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can û mal û şerefa Kurdan de cîh girt û heta axirîn nefesa xwe, tekoşîna rizgariya Kurdistanê bi mêrxasî meşand.
Berzanî ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê û kela têkoşeriyê ye. Lewraye ku navê Berzanî di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatiye nivsandin.
Mela Mistefa Berzanî sala 1903an hate dinyayê. Ew hê du salî bu di sala 1905 an de, bi dayîka xwe re hate girtin û kete hepsa Diyarbekir. Mela Mistefa piştî dû salan di çar saliya temenê xwe de li Mûsilê disa kete hepsê. Berzanî cara diduyan di 29 salîya xwe de cereke din li Tirkiyê, 1932 yan de, hate hepiskirin û du sal ma girtî. Sala 1919 yan çû hewara Şêx Mehmudê Berzencî. Berzanî sala 1920’an de bi Şêx Seid re pêwendî danî. Di sala 1930’yan de, xwe gihande çiyayê Araratê û dest da destê Îhsan Nûri Paşa.
Berzanî, di sala 1946an de dema ku li Mehabadê Komara Kurdistanê ava bû li gel hêza Pêşmergan vekişiya Mehabadê û bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bû fermanderê giştî yê leşkerên Kurdistanê. Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya Berzanî derbasî Rusyayê bû demeke dirêj li wir ma.
Sala 1958 an dema ku li Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, Berzanî 6ê Îlona sala 1958an vegeriya Bexdayê. Hikumeta Qasim xweserîya Kurdistanê ilan kir û Berzanî bi şêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebûl kir.
Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot. Barzanî careke din berê xwe da çîya û dest bi şerê çekdarî kir.
Herwiha sala 1970 yan 1ê Adarê bû destpêka baharek nû ji bo gelê Kurdistanê. Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin. Ev serketinek bi coş bû û di vê encamê de marifetên Berzanî nayê ji bîr kirin.
Mixabin ku pişti peymana Iraq û Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têkçû û gelê Kurdistanê koçebar bû, kete nava zilm û zordariyek bêhempa. Barzanî rêveberiya gelê xwe di van mercan de jî meşand û di dilê gelê Kurd de bû wekî hêvîyek.
Bi peymana Cezayir ji Barzanî serê xwe ne tewand û gelê Kurdistanê teslim nebû, li ber xwe da. Serhildana gelêrî ya di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana başûr heta axirîn nefesa Berzaniyê nemir dewam kir.
Nemir Mela Mistefa sala 1979an roja 1ê Adarê jiyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.
Berzanî, di dîroka Kurdan de navê berxwedan û serhildanê ye.
Barzanî di mejî û fereseta Kurdan de efsaneyek e.
Berzaniî kehle û binyata azadiya Kurdistanê ye.
Em wekî HAK-PAR Mela Mıstefayê Berzanî bi rêz û ihtirameke mezin bibîr tînin.”
CNK: Em şopdarên Barzaniyê Nemir in!
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) bi heman mebestê peyamek belav kir û tê de got: “Em şopdarên Barzaniyê Nemir in”
Di daxuyaniya xwe de CNK dibêje: “Rêberê millete me rêkxerê tevgera azadîxwaz a Kurdistanê Nemir Mela Mistefa Barzanî jiyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahiya temenê xwe de her ji bo azadiya millete kur têkoşîn kir.”
Daxuyaniya CNK jî wiha ye:
“Nemir Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildanên kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir. Wî welatperwerî ji birayên xwe Şêx Abdusselam, Şêx Ehmed, Şêx Mihemed Siddiq, Şêx Babo wergirt û di dema ragihandina Komara Kurdistanê li Mahabadê li Meydana Çarçirayê amade bû.
Li Komara Kurdistanê ya Mahabadê bû generalê Pêşmergeyên û pêşengiyê serbazî yê Komara Kurdistanê. Piştî hêzên Îranê êrişî Komara Kurdistanê Kurdistanê kirin di sala 1946an de Nemir Mela Mistefa Barzanî daxwazê ji Qazî Mihemed dike ku bergiriyê bikin û bersiva artêşa Şahê Îranê bidin. Qazî Mihemed biryara şer qebûl nake. Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wek emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.
Di heman sala 1946an de Mela Mistefa Barzanî bi 500 Pêşmergeyên xwe re derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Li Sovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Di sala 1946ê de li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.
Piştî di sala 1958an desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, Nemir Mela Mistefa Barzanî vedigere Kurdistanê.
Bi rêya danûstendin û dîplomasiyê ya Nemir Mela Mistefa Barzanî destura Iraqê ya nû hat pesendkirin û di destûrê de mafên kurdan hemû hatin pesendkirin.
Piştî bi çend salan rejima Iraqê dest bi şer li dijî Kurdistanê kir û êrîşî Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Beramberî êrîşan Mela Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir. Şoreşa Narzanî tesîr li hemû parçeyên Kurdistanê kir û gelek serkeftî bû.
Şoreşa Mela Mistefa Barzanî heta sala 1970ê berdewam kir û bi serweriya Nemir Mela Mistefa Barzanî 11ê Adara 1970ê Otonomiya Kurdistanê hat qebûlkirin.
Herwiha piştî qebûlkirina Otonomiya Kurdistanê rejima Beas a Iraqê di sala 1974an de êrîşî Kurdistanê kir û Mela Mistefa Barzanî jî bergirî li xelk û xaka Kurdistanê kir.
Ligel şerê li sere çiyayên Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî bi armanca dîplomasî û peydakirina piştevaniyê li millete kurd û Kurdistanê serdana Amerîkayê kir.
Ji ber nexweşiyê li Amerîkayê Mela Mistefa Barzanî di sala 1979an de koça dawî kir.
Nemir Mela Mistefa Barzanî nav û dengê doza meşru ya kurdan li hemû dinyayê belav kir.
Em rêberê mezin ê millete kurd Nemir Mela Mistefa Barzanî bi hürmet yad dikin û aşkere dikin em şopdarê wî û rêbaza wî ne.”