Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo piraniya parzêgehên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya berdewambûna barîna berf û baranê dike.
Li gor daxuyaniya ku îro Çarşemê 1ê Sibatê ji aliyê Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê barîna berf û baranê, carna jî şilopeyê berdewam be.
Ji derveyî Êlihê li Bakurê Kurdistanê bi taybet li parêzgehên Şirnex, Colemêrg, Xarpêt, Çewlîgê dê barîna berf û baranê berdewam be û carna jî dê zêde bibe û bandoreke neyênî li jiyana welatiyan bike, lewra tê daxwaz kirin ku welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.
Li parêzgehên Erzerom, Qers, Meletî, Wan, Amed, Dîlok û Sêrtê îro demjimêrên piştî nîvro dê berf û baran bi hev re bibare. Li Rihayê jî dê baran be. Herwiha demdem li gel barîna berf û baranê dê hêza ba jî zêde be. Bi taybet li parêzgehên wek Xarpêt, Çewlîg, Şirnex, Colemêrg, Meletî û Dêrsimê.
Li herêmêm naverast û rojhilatê Derya Reş, Derya Spî û Başûrê Rojhilatê Anadolu jî dê baran bibare. Li cihên din jî dê berf û şilope be.