Tevgera Babylon: Em dê tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Babylonê yên Kiristiyanên Iraqê biryar da ku tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe. Parlamenterekî wê tevgerê got, “Em dê tevlî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Encûmenên Parêzgehên Kurdistanê jî bibin.”

Tevgera Babylon a ku nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan e, îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku Tevgera Babylonê ji bilî biryarê tevlîbûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê çend biryarên din jî wergirtine.

Li gorî daxuyaniyê, Ofîsa Siyasî ya Tevgera Babylonê bi temamiya endamên xwe biryar da ku beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe û şaxên xwe yên li Herêma Kurdistanê çalak bike, weke amadekariyeke destpêkê ji bo hilbijartinan.

Parlamenterê Tevgera Babylonê yê Parlamentoya Iraqê Dûreyd Cemîl îro Çarşemê ji Rûdawê re ragihand, “Li gor biryarê ew dê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Encûmenên Parêzgehên bibin.”

Dûreyd Cemîl got, “Bi ragihandina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re, em dê berbijêrên xwe ji bo wê hilbijartinê pêşkêş bikin.”

Ev yekemîn car e ku dê Tevgera Babylonê tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe, piştî ku di hilbijartinên parlamentoyê ya sala 2021an de wek berbijêrê kota çar parlamenterên wan hatin hilbijartin ku yek ji wan ji parêzgeha Duhokê bû.

Tevgera Babylonê berê xwedî hêzeke çekdar di nav Heşda Şeibî de bû, berî ku xwe weke partiyeke siyasî ya Kiristiyanan a bi serokatiya Reyan Kildanî rabigihîne.

Ev pêngav di demekê de ye ku kotaya pêkhateyan a Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartinên bê yek ji xalên nakok ên di navbera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye.

Tevgera Babylonê ji bilî ku wek hevpeymanê Çarçoveya Hevahengiyê were zanîn, bi Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) re jî xwedî peywendiyên xurt e.