Çûnûhatina Rojavayê Kurdistanê ya di Deriyê Pêşabûrê re dibe online

Hewlêr (Rûdaw) - Çûnûhatina her kesî ji Herêma Kurdistanê yan her cihekî din di Deriyê Pêşabûrê re ji bo Rojavayê Kurdistanê dibe online, her kesek bixwaze biçe Rojavayê Kurdistanê divê bi rêya wê lînkê navê xwe tomar bike û li hêviya bersivê bimîne.

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re got, zêdetirî salekê ye kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê dikirin bi rêya wê lînkê derbas dibûn, niha jî wan biryar daye kesên ji Herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê bikin bi online be.

Şewket Berbuharî got, kesê navê xwe bi rêya wê lînkê tomar bike, bi rêya wê emaile ku navê xwe tomar kiriye, wê bersiva wî bê dayîn.

Deriyê Pêşabûr- Sêmalka deriyê serekî yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, ji bilî hatin û çûna welatiyan û şandên navxweyî û biyanî, ji bo karê mirovî û bazirganî jî tê bikaranîn.

Deriyê Pêşabûr ji destpêka salên 1990an ve di navbera başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo haletên gelekî taybet vebû, piştre li sala 2013an ew dergeh zêdetir ji bo pirsên mirovî û bazirganî hat bikaranîn.