Konsulê Rûsyayê: Divê nifşê nû li ser şopa Îdrîs Barzanî bimeşe

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maksîm (Maxim) Robin ji Rûdawê re ragihand: “Jiyan û têkoşîna birêz Îdrîs Barzanî ji bo aştiya gelê Kurd û Iraqê bû, divê nifşê nû jî li ser şopa wî bimeşe.”

"Îdrîs Barzanî - Endazyarê Aştiyê" belgefîlmek e ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye çêkirin û Aso Hacî derhêneriya wê kiriye.

Belgefîlm duh Sêşemê di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de li salona sînemaya Empire ya Hewlêrê hat nîşandan, herwiha duh şev di demjimêr 22:00an de li ser ekrana Rûdaw TV hat weşandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, berpirsên hikûmetê û partiyan, konsul û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê di merasima nîşandana belgefîlmê de amade bûn.

Di belgefîlmê de li ser jiyana Îdrîs Barzanî û her wiha bîranînên hevalên wî yên bi wî re agahî hene.

Konsulê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maxim Robin ku di merasima nîşandana belgefîlmê de amade bû, ji Rûdawê re ragihand: “Jiyan û têkoşîna birêz Îdrîs Barzanî ji bo aştiya gelê Kurd û Iraqê bû, divê nifşê nû jî li ser şopa wî bimeşe, ji bo aştî û geşepêdana Herêma Kurdistana Iraqê û Iraqê bi giştî.”

Konsulê Urdinê yê li Herêma Kurdistanê Fuad Xazir jî têkildarî rola Îdrîs Barzanî ji Rûdawê re axivî û got: “Bêguman beşdarbûnên wî pir mezin bûn. Bandorên wê beşdariyê heta niha jî di jiyanê de xuya dike û hemwelatî di warê avakirina aştiyê û pêkanîna daxwazên xwe de hest bi wê yekê dikin.”