Nexweş ji dermanxaneyan destvala vedigerin

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Wezareta Tendirustiyê ji bo kirîna dermanan, nirxê euro weke 10 lîreyê Tirk diyar kiriye û kompaniyên dermanan jî hilberîna dermanan rawestandine ku ev yek bûye sedem ku niha nêzîkî 700 cureyên dermanan peyda nebin.

Li dermanxaneyan ji her çar dermanan dermanek peyda nabe. Derman niha li tevahiya bajarên Kurdan û Tirkan bûye qeyraneke mezin ji bo nexweşan.

Li gorî rêveberên odeyên dermansazan sedema nebûna dermanan Biryarnameya Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ye ku bi hilberînerên dermanan re çêkiriye. Ji ber ku wezaretê nirxê Euro weke 10 lîreyê Tirk hesab kiriye û di rastiyê de jî Euro dike 20 lîreyê Tirk, kompaniyên dermanan derman nafiroşin dermanxaneyan. Nexweş ji dermanxaneyan destvala vedigerin.

Serokê Odeya Dermansazan a Amedê Mehmûd Sert got “Di vê pirsgirêka enflasyonê de derman li gorî heqê xwe nirxê xwe nagire. Ji ber vê yekê jî fîrma dermanan çênakin û derman tune ne. Buhayê dermanan li navneteweyî çi be, divê ew buhayê wê bê diyarkirin da ku ew derman ji derve were û bikeve bazarê.”

Nexweşên ku nikarin li dermanxaneyan derman peyda bikin jî kerba xwe di serê dermansazan de derdixin. Li gorî dermansazan ji ber ku xwediyên embaran qîma xwe bi buhayê ku wezaretê diyar kiriye naynin dermanên di destê xwe de stok dikin û nadin dermanxaneyan.

Xwediyê Dermanxaneyê Menduh Şener dibêje “Bi vî awayî biçe ev pirsgirêk di demeke nêz de çareser nabe. Îro heqeten em jî mehçûp dibin. Nexweşên me têne dermanxaneyan îlacan dixwazin em nikarin bidin wan. Carna bawer nakin, carna aciz dibin, carna belaya xwe li dermanxaneyan didin û dibêjin qey dermanxane stok dikin.”

Niha li bazara dermanxaneyan nêzî 700 cureyên dermanan peyda nabin. Nexasim jî dermanên arsimê, sermagirtinê û daxistina kela zarokan. Nexweş nikarin piraniya dermanên înfulenza û şewbên cuda jî bi dest bixin. Pirsgirêka peydanekirina dermanan ji mijdara 2022an ve berdewam dike.