Li ser rêya Dêrsim- Erzînganê aşût

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Dersîm-Erzînganê û li derdora 15mîn Tunela Aşûtê ya li Zaggeyê aşût hat xwarê û rê hat girtin. Ji ber girtina rê bi dehan otomobîl û kesên têde asê man.

Li parêzgeha Dêrismê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê hêj berdewam e û bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê, Ali Haydar Gozlu ragihand, îro Sêşembê 1ê Sibata 2022an li ser rêya Dêrsim-Erzînganê aşût hat xwarê.

Peyamnêrê me diyar kir, aşût li 40 kîlometriya rêya Dêrsim-Erzînganê û li nêzîk 15mîn tunela aşûtê ya li Zaggeyê çê bûye.

Li gor zanyariyan, bi dehan wesayît û rêwîngên têde li ser rê asê mane.

Ji ber aşûtê rêza wesayitan çê bûye û ajokar li benda vekirina rê ne.

Ti kes neketiye bin aşûtê û di encama aşûtê de ti zirarên canî çê nebûne.