PAK: Em komkujiya 1ê Sibatê rûreş dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera êrişên li ser baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê di roja 1ê Sibata 2004an, daxuyaniyek belav kir û ew êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniya PAKê de hatiye bibîrxistin, “Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKê de berpirsên bilind yên her du partiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûbûn.”

Herwiha hatiye gotin, “Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Rêveberê Polîsê Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNKê yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKê jiyana xwe ji dest dabûn.”

PAK diyar dike, “Em di 16emîn salvegera komkujiya 1ê Sibatê de, bikuj û piştgirên vê komkujiyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.”

Roja 1ê Sibata 2004an, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li liqa 2 ya PDKê û melbenda 3 ya YNKê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çê bûn. Di encama wan êrişan de li herdu baregehan, 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.