101 şehîdên 1ê Sibatê hatine bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 13emîn salvegera şehadeta 101 serkirde û kadroyên PDK û YNKê ye, ku di heman rojê de di encama du êrîşên xwekujî de li Hewlêrê şehîd bibûn.

 

Roja 1ê Sibata sala 2004ê, li bajarê Hewlêrê di dema pîrozbahiyên cejnê de, hevdem di her du baregahên Liqa Du ya PDKê û Melbenda Sê ya YNKê de du teqîn pêk hatin. Di encama van teqînana de 101 kadro û berpirsên PDK û YNKê şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

 

Îro li Parka Samî Ebdurehman a Hewlêrê li pêş Momenta Şehîdan bi beşdarbûna berpirsên YNK û PDKê, xizmên şehîdan rêwresmek hate sazkirin. Di rêwresmê de nûnerên welatên biyanî jî amade bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand; “Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û Berpirsê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî bi hevre tacegul danîne ber momentê.”

 

Berpirsê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ji Rûdawê re got; “13 sal bi ser vê êrîşa terorîstî re derbas bûn lê hê jî Kurdistan di bin gefa terorê de ye. Metirsiya terorê heye. Lewma yekrêziya nav mala kurd giring e û ev hevgirtin dikare me li hember terorê serbixin.”

 

Hêjayê gotiyê ku di êrîşa 1ê Sibatê de endamên polîtburoyên PDKê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî yê PDKê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê Serokê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Emîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên YNKê jiyana xwe ji dest dabûn.