Artêşa Tirkiyê şaredariya Zirgan topbaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bajarokê Zirgan û gundên wê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî giheştin avahiyê Şaredariya Zirganê û otomobîlên derdorê wê.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bajarokê Zirgan û hejmareke gundên wê topbaran kirin, ku ew dever di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.
Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên opozisyona Sûriyê navenda bajarokê Zirgan yê Til Temirê û gundên Esediye û Xidêre yên bakurê wê topbaran kirin.
Şaredariya bajarokê Zirganê hatiye topbaran kirin, di encam de ziyanên madî gihiştine avahiya şaredariyê û otombêlên wê.
Gundewarên Zirgan û Til Temirê, van rojên dawî ketin ber pêleke giran a êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve
Di rojên 21 û 22 Kanûna 2021an de jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bajarokê Zirganê û gundewarên Til Temir bi dijwarî topbaran kirin û şer li çend gundan derketibû, di encamê de li gor HSDê, 4 kesên sivîl cane xwe jidest dan û 19 kesên din birîndar bûbûn.