Iraqiyan mebesta Irina Lepa xelet fêm kir

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja rumen Irina Lepa ala Iraqê di klîba xwe de bikar anî lê iraqiyan niyeta Irina Lepa şaş fêm kirin.

Beriya çend rojan di medya Iraqê de hat ragihandin ku Stranbêja rumen Irina Lepa di strana xwe de dibêje: “Emê şer bikin û emê Iraqê biparêzin”.


Iraqiyan bi rojan peyama destxweşiyê ji Irina Lepa re şandin lê paşê hat fêm kirin ku di eslê xwe de mebesta klîb ne wekî wan fêm kiriye.


Stranbêja rumen di klîba xwe ya ala Iraqê bikar anî de dibêje: “Iraq amadeye weke bombeyekê biteqe.”


Di klîbê de Irina Lepa cilên leşkerî lixwe kirine û li ber ala Iraqê direqise.