Şaredariya Wanê bi tabloyên kurdî pêşwaziya sala nû kir


Wan (Rûdaw)- Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi tabloyên kurdî yên “Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê” pêşwaziya sala 2014an kir. Ew tablo li 5 dergehên bajar hatin danîn.

Şaredariya Wanê ku di sala 2010an de biryara “Xizmeta pirzimanîm dabû, li gorî vê biryarê bi helkefta destpêka sala 2014an li 5 dergehên bajarê Wanê tabloyên bi kurdî yên “Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê” danîn.

Tablo li ser rêyên Qelqelî, Payîzava, Erdîş, Artemêt û Şaxê yên wan girê dide Wanê hatine danîn.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê xebatên wan ên “Pirzimanî” bidomin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê di sala 2014an de van karan derxin asteke herî bilind û wiha hate gotin: “Li ser daxwaza gelê me, 5 dergehên cuda yên bajêr hatin diyarkirin û li van cihan tabloyên kurdî hatin danîn. Me bi xebateke wiha pîroz dest bi xebatên sala 2014an kir. Xebatên me yên bi vî avayî di hemû qadên jiyanê de dê bidomin. Bi vê wesileyê, em sersala hemû gelê xwe pîroz dikin”.