Hiltermann: Piştî DAIŞê, PKK li ser Herêma Kurdistanê gef e
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê Grûpa Krîza Navdewletî Joost Hiltermann ragihand, ji bo çareseriyê divê Herêma Kurdistanê û PKK rêkevtinekê bikin û got: “Divê PKK hêzên xwe yên li Şingalê vekişîne.”
Joost Hiltermann destnîşan kir, ku piştî hatina DAIŞê, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nêzbûnek çênebûye, ev jî ji ber destwerdana Tirkiye û Îranê ye û got: “Piştî ku DAIŞ hat, di navbera PDK û YNK nêzîkbûn çênebû. Sedema wê jî ew e ku Tirkiye û Îran rasterast destwerdanê dikin. Nakokî ji bo xwe kirine derfet û rakêşiyên Herêma Kurdistanê kûrtir dikin.”
Hiltermann bal kişande ser hebûna PKKê ya li Qendîl, Şingal, Mexmûr û Kerkûkê û got: “Niha rewş hinek cuda ye. Hebûna PKKê ya li wê derê, êdî ji bo PDK û YNKê gef e.”
Joost Hiltermann
Hûn demeke berê, li Rojavayê Kurdistanê bûn, siberoja wê derê hûn çawa dibînin?
Ev serdana min a duyem a ji bo Rojava bû. Rewşa wê derê, dişibe rewşa sala 1991ê vê derê. Xelkê wê derê di aramiyekê de dijîn. Lê di xizmetguzariyên wê derê de bêbeş in û desthilatî tenê di destê aliyekî de ye, ew jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e.
Bêguman li Kurdistana Iraqê, wê çaxê du desthilat hebûn;Yekîtî (Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê – YNK) û Partî (Partiya Demokrat a Kurdistanê – PDK). Tiştê zelal ew e ku ev herêm demeke dirêj hatiye jibîrkirin û niha li bendê ye ku siberojeke baştir bê û vejînek çêbe. Li vê herêmê petrol û berhemên çandiniyê hene.
Ez hêvî dikim rewşa Sûriye baş be ku xelkê Rojava jî dê sûdê jê werbigre û jiyana wan jî dê baştir bibe.
Gava hûn çûbûn serdanê, li Rojava hin buro hatin şewitandin, hinek serkirdeyên ENKSê hatin desteserkirin, rewş bi vê şêwazê gelo ber bi ku ve diçe?
Ji aliyê siyasî ve, li Rojava pêwîst e gelek gûhertin were kirin. Xuya ye ku partiya ku ji aliyê leşkerî ve kontrola wê derê di destê wan de ye, desthilatiyê bi partiyên din ên wê derê dabeş nake. Li wê, li gel Partiya Demokrat a Sûriyê û partiyên din, min hevdîtin pêk anîn. Belê, niha ew ji demeke tund derbas dibin. Lê li gor min, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera PYD û partiyên din, pêwîst e ji hev fêmkirin hebe di navbera Herêma Kurdistanê û PKK ya li Qendîlê.
We ji PYDê nepirsî, ji bo çi hevbeşî bi partiyên din re nake?
Di serî de, ji aliyê ewlehiyê ve 4 – 5 sal e kontrola wê derê di destê wan de ye. Ew yekane alî ne ku karîn asayişê pêk bînin. Naxwazin qet partiyeke din ji Iraqê yan jî ji welatekî din herin wê herêma Sûriyê kontrol bikin.
Me ji PYDê re giringiya beşdarkirina aliyên din qal kiriye, ne ku tenê kontrolkirina leşkerî, herwiha desthilatiya siyasî jî axiviye. Çimku rastiyek heye, gerîla ji ber şerê li dijî Tirkiyê, xwedî ezmûn e. Lê belê ji bo rêveberî û desthilatiyê, ne baş in, fêrî van tiştan nebûne. Ji ber vê yekê, pêwîst e hemahengî li gel xelk û pisporan bikin ku hîn bibin. Lê mixabin, yên ku kontrola siyasî di destê wan de ye, xwedî îdeolojiyekê ne ku kes qebûl nake. Gelek xwedî ezmûnên rêveberiyê hene ku ne amade ne îdeolojiya wan qebûl bikin. Pêwîst e ev were guhertin.
Bersiva PYDê çi bû, bo van têbîniyên we?
PYD wisa hîs dike ku ji aliyê Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve bi rêya PDK, herwiha ji aliyê bakur jî bi Tirkiye ku dijminê PKKê ye, hatiye dorpêçkirin. Pêwendiya PKKê li gel rejîma Sûriyê jî ne baş e. Ji ber vê yekê dixwaze ambargo bike. Ditirse desthilatdariya xwe bi aliyên din re parve bike. Li gor min, ji bo ku bigihên rêkevtineke siyasî, di serî de pêwîst e PYD hîs bike ku ji bilî rêkevtina li gel aliyên din, qet vebijarkeke din tine ye. Lê wisa xuya dike, bi Herêma Kurdistanê re rêkevtin dê neke, dibe ku li gel rejîma Sûriye û Rûsyayê rêkevtinê bike. Loma parvekirina desthilatiyê nake. Bi baweriya min pêwîst e li gel zextên leşkerî, bi faktorên erênî jî, divê zext li wan were kirin.
We bi rayedarên payebilind ên Amerîkî li ser mijara PYD û Herêma Kurdistanê axivîbû. Di vê mijarê de ew çi dibêjin?
Amerîka xwe xistiye nav sergêjiyekê. Li Rojhilata Navîn, armanca wê ya sereke şerê li dijî DAIŞê ye. Amerîka hemû derfet û çavkaniyên xwe ji bo vê armancê bi kar tîne. Lewma hin caran diçe nav hevpeymaniyeke ecêb. Weke mînak Amerîka bûye hevpeymana YPGê ku ser bi PKKê ye û ji nêrîna Hikûmeta Amerîka ve, PKK rêxistineke terorîst e. Di heman demê de, pêwendiya bihêz û demdirêj ya Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê û partiyên vê derê heye. Divê hevsengiya navbera herdu aliyan were pêkanîn. Amerîka li vê herêmê di rewşeke dijwar de ye. Dixwaze hemû aliyan razî bike. Ji bo ku Reqa, Minbic û Dêra Zorê ji DAIŞê paqij bike, piştgiriya leşkerî dide YPGê. Ev dide xuyakirin ku hevsengî tê paşguhkirin, lê piştî ku şer biqede, Amerîka dê vekişe. Di wê rewşê de divê kurd, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.
Weke ku hûn jî dibêjin, ev kontrakteke şer a di navbera Amerîka û YPGê de ye. Gelo li paş wê tiştên din tine ne?
Ez dibînim ku çavsoriya siyasî ya PYD û YPGê hene. Ez wisa bawer dikim ku ew dihêlin li wan weke ku şîrketeke ewlehiyê ne, were nêrîn. Tevî ku ti berjewendiya wan tine ye, hin karên ku Amerîka ji wan dixwaze tînin cih. Weke şerê Reqa û Dêra Zorê. Ew dever ne yên kurdan in. Lê ji ber ku Amerîka çek dide wan, ew jî dikin. Hêvî dikin ku li gel piştgiriya leşkerî, piştgiriya siyasî jî qezenc bikin. Armanca sereke ya PYDê, bihevkirina kantonên Kobanî, Cizîrê û Efrînê ye, lê Amerîka naxwaze di vê mijarê de alî wan bike. Weke ku min berê jî got, Amerîka piştî ku DAIŞ biqede, dê ji herêmê vekişe. Ez zen nakim ku baweriya PYD bi vê yekê heye. Qe nebe dixwazim bêjim ku ez ne bawer im wisa difikire.
Pêwendiyên PYDê bi PDKê re ne baş e. Weke ku we got, PYD wisa difikire ku li derdora wê, hin metirsî hene. Ji bo ku PYD pêwendiyên xwe him bi Amerîkayê û him jî bi Herêma Kurdistanê re baş bike û ji bo ku deriyên xwe bo derve veke, divê çi bike?
Diyaloga di navbera PYD û Herêma Kurdistanê berdewam e, lê hêj nehatine wê astê ku rêkevtinek pêk bînin. Li gel rêkevtinên yekem û duyem ên Hewlêrê, rêkevtina Duhokê jî hate pêkanîn û ew têk çûn. Pêwîstiya me bi rêkevtinên demdirêj hene. Mixabin ji ber mijara Şingalê, rewş ber bi aloziyê ve diçe. Divê PYD bi cîranên xwe re pêwendiyên xwe nermtir bike. Ev dê PYDê bibe pêvajoyeke siyasî ya rast. Divê PYD û Kurdistana Sûriyê, di heman demê de divê piştgirî bidin pêvajoya aştiya Sûriyê. Çimku herî dawî, her tişt girêdayî destûra nû ya Sûriyê ye ku dê were nivîsandin.
Di derbarê aloziya navbera Pêşmergeyên Rojava û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de hûn çi difikirin?
26 sal in ez diçim û têm vê derê. Bûm şahidê guhertinên erênî û neyênî. Di salên 1990î de şerê navxweyî ya navbera PDK û YNKê, serdemeke xirab bû. Em niha jî di serdemeke wisa de ne, eger bi baldarî neyê meşandin, dê şer cardin derkeve holê. Niha pirsgirêk ji ya berê dijwartir e. Aloziya li Şingalê, bû aloziya PKK, Tirkiye, Îran û Pêşmergeyên Rojava ku ne ji Iraqê ne jî. Ev jî dide xuyakirin ku alozî bûye herêmî. Tevî vana gişî, Amerîka jî tevli mijarê bû. Cihê kêfxweşiyê ye ku Rûsya û Çîn hêj beşdar nebûne. Ji bo çareseriyê, pêwîst e Amerîka navbeynkariyê bike. Çimku pêwendiyên baş ên Amerîkayê, bi PKK, YPG, PDK û YNKê re hene. Divê di serî de rêyekê were dîtin da ku ev rewş aram bibe. Ji bo ku YPG hêzên xwe ji Şingalê vekişîne, divê were razîkirin, piştre bêyî ku lê binêrin ka gelo girêdayî YPGê ye an Heyder Şeşo ye, hêzên Şingalê divê li wir werin bicihkirin. Ev hêz jî di binesaziya Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de were pêkanîn. Çimku Şingal hêj, ji deverên nakokî ye.
Gelo divê Amerîka jî beşdar bibe? Divê Herêma Kurdistanê gaveke çawa biavêje?
Min got jixwe Amerîka tevli mijarê bûye. Dest bi navbeynkariya YPG û PDKê kir. Amerîka naxwaze Tirkiye hêzeke din bîne Iraqê, bi taybetî jî bîne Şingalê. Amerîka di vê mijarê de heta niha serkevtî ye. Ji ber ku ev mijar hesas e, Tirkiye li ser du babetan, agahdarî da. A yekem; PKK li Şingalê, li nêzîkî sînorên Tirkiye û Sûriyê ye. A duyem; Tirkiye ditirse PKK ji bo ku ber bi Deryaya Sipî korîdorekê veke, alîkariya Îranê bike. Ditirse PKK roleke giring bilîze. Ev ji bo Tirkiyê xeta sor e û hewl dide ku bi rêya leşkerî bergirî bike. Lewma divê Amerîka ji bo Şingalê çareseriyek bibîne. Ez bawer nakim ku Amerîka bi şandina hêzeke xwe, ev mijar çareser bike. Ji ber vê yekê, divê hêzên herêmî yên êzidî, divê li wir bixebitin.
Pêwîst e Tirkiye di vê mijarê de çi bike?
Tirkiye li bendê ye ku referanduma guhertina destûrê ya ku Erdogan xwestibû, were kirin. Heta wê demê mijar hesas e. Çimku Erdogan ji bo diyaloga bi PKKê re, dê ti gavan navêje. Me dît, berê di navbera wan de hevdîtinên aştiyê çêbûn. Dibe ku ev dîsa çêbe. Herî dawî hevdîtinên çareserî yan jî aştiyê, rêkevtina Tirkiyê û PKKê ye.
Di sala 2010an de ji ber ku li Iraqê serjimarî hate paşxistin, we gotibû “Şukir ji Xwedê re.” Kurd li hember vê gotina we, wisa fikirîn ku hûn naxwazin pirsgirêk çareser bibin. Di vê mijarê de hûn çi difikirin?
Li ser herêmên nakokî wisa xuya dike ku hin tişt guherîne, lê birastî tiştekî neguheriye. Piştî êrîşên DAIŞê, Pêşmerge xwe li herêmên nakokî bi cih kir. DAIŞ nekarî têkeve Herêma Kurdistanê. Pêşmerge bi dayîna qurbaniyan, bi ser ket. Pirsgirêk ev e ku herêmên navborî bi tevahî ji kurdan pêk nayê. Nifûsa herêmê tevlihev e. Divê li vir çareseriyeke siyasî hebe. Dibe ku li herêmê nakokiyên nû yên ereb û tirkmenan li dijî kurdan derkevin holê. Xelkê herêmê nabînin ku ereb piştgirî didin DAIŞê, wisa difikirin ku kurd xaka wan dagir dikin. Ez dizanim ew herêm di dema Sedam de hate erebkirin. Ez dîrokê baş dizanim. Herwiha dizanim kurd ji wan deran hatine dûrxistin jî. Weke din hin dever hene ku ne xaka kurdan e, lê di destê kurdan de ne. Pirsgirêkên wan deran, dê demeke dirêj berdewam be. Ji ber vê jî divê çareseriyên siyasî werin dîtin. Bi aliyekî yan jî bi rêya leşkerî, pirsgirêk nayên çareserkirin.
Di wan salan de we digot, serjimêrî dê rêya dabeşbûna Iraqê veke û we wisa difikirî ku divê Iraq yekparçe bimîne. Gelo hûn hêj wisa difikirin?
Ev mijar gelek hesas e. Çimku herêmên nakokî bi tenê du rêyan têne çareserkirin. A yekem, hêza leşkerî. A duyem jî, rêkevtina siyasî. Li gor benda 140emîn a destûra Iraqê, divê pêşî rewş aram be. Piştre serjimêrî, dûvre jî referandum were kirin. Lê li ser mijara pêvajoyê ti hûrgiliyek tine ye. Eger serjimêrî were kirin, ji sedî 60ê niştecihan kurd bin, wê deverê dê girêdin Herêma Kurdistanê, ji sedî 40 kurd bin, belkî rêveberiyeke hevpar çêbe û herwiha eger ji sedî 5 bin, ew dever dê ji Bexdayê re bimîne. Ev pêşbînî ne. Lê ev xetere ye. Çimku eger tenê li gor demografiyê be, gel dê her gav di nakokiyê de bin û dibe ku şerê navxweyî derkeve. Referanduma ku li ser vê bingehê were kirin jî, dê heman encaman derxe holê. Rêbazên ku Neteweyên Yekgirtî pêşniyar kiribûn û em jî weke grûpa krîzê di heman fikarê de bûn hene. Rêbaza me ew bû ku Bexda û Herêma Kurdistanê li ser Kerkûk û herêmên nakokî, rêkevtinek pêk bînin. Li wan deran jî, ji bo ku were pirsîn ka gelo xelk vê rêkevtinê qebûl dike yan na, referendum were kirin. Eger rêkevtin baş be, dê gel bibêje “Erê”. Wê gavê jî li herêmê, çareseriyeke aştiyane dê derkeve holê.
Ez dixwazim bibêjim, li herêmên nakokî pêkanîna giştpirsiyê, dibe ku zehmet be. Weke ku hûn jî dizanin mijara referandumeke din di rojevê de ye. Herêma Kurdistanê, di demeke nêz de referanduma serxwebûnê dê pêk bîne. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bêjin?
Ev mijareke din. Deverên ku dê referendum were lidarxistin, divê werin diyarkirin. Referandumeke azad divê were pêkanîn. Çavdêrên navdewletî divê vê giştpirsiyê bişopînin. Herwiha divê di raya navdewletî de weke rewa were qebûlkirin. Ez bawer nakim ku di vê demê de Neteweyên Yekgirtî ji bo vê yekê amade ye. Lê ez wisa difikirim ku lidarxistina referandumê û dengdayîn, li ser mijara serxwebûnê dê bibe sembolîk û morala gel zêde bike. Herî dawî, ya giring ew e ku welatên din ên cîhanê, serxwebûna kurdan nas bikin. Kilîta wê jî, rizaya Tirkiye û Îranê ye. Mixabin, Tirkiye û Îran weke ku dê serxwebûnê qebûl bikin xuya nakin.
Di Gulana 2015an de we di axavtineke xwe de gotibû, ji bo Kurdistanê serxwebûna rastîn, dûr e. Herwiha we gotibû, daxwaza referandumê ya Serok Mesûd Barzanî, tenê taktîkekê ye. Gelo birastî jî taktîk e?
Ez wisa bawer dikim ku Birêz Barzanî di rewşeke gelek dijwar de ye. Çimku vîn û hêviya gel, li ser serxwebûnê ye. Bi awayekî aşkera bêjim, çima nabe rê li ber serxwebûna kurdan were dayîn. Li cîhanê mafê hemû neteweyan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Lê li vir pirsgirêk, ne pirsgirêka maf e. Pirsgirêka sereke, sepandina wî mafî ye. Rastiya niha ya herêmê destûra vê yekê nade. Birêz Barzanî ji rastiya herêmê fêm dike, siyasetmedarekî jîr e. Tevî ku mafê wî heye çarenûsa xwe diyar bike, dizane şert û mercên niha nahêlin. Gava serxwebûnê dixwaze, tenê ji bo ku ji raya navdewletî re veguhezîne ku mafê serxwebûna kurdan heye dixwaze. Ez bawer nakim, Barzanî wisa difikire ku serxwebûn bi hêsanî tê bidestxistin.
Pêştir we digot Kerkûk bermîla barûdê ye. Hûn hêj difikirin ku Kerkûk niha jî wisa ye, bi taybetî jî di mijara serxwebûnê de?
Ez nafikirim ku hêj wisa ye. Beriya her tiştî ez bawer nakim di vê serdemê de serxwebûn were îlankirin. Xwezî wisa nebûna, lê ez nabînim ku ev bibe. Rewşa Kerkûkê xetere ye. Niha ji bo Şingalê jî bi fikar im. Çimku eger bi baldarî tevnegerin, di navbera PKK û PDKê de aloziyên gelek mezin dibe ku biqewimin. Piştre ev dê partiyên din jî dorpêç bike.
Di vê mijarê de hêzên Herêma Kurdistanê, divê çi bikin?
Her dem ev tê gotin; gava dijminê hevpar tê, pirsgirêkên navxweyî demek çareser dibe û aliyên cuda nêzî hev dibin. Piştî 2003an dijminê hevpar Bexda bû. Herwiha bi wateya peyvê, ne dijmin bû. Çimku aliyên kurdî, her ku çû di hikûmetê de cih girtin. Di wê serdemê de partiyên siyasî bûn yek û ji bo Kurdistanê otonomî bi dest xistin. Birastî ez wisa difikirim ku di vê mijarê de bi ser ketin. Lê piştî ku DAIŞ hat, di navbera PDK û YNK de nêzîkbûnek çênebû. Sedema wê jî ew e ku Tirkiye û Îran rasterast destwerdanê dikin. Nakokî ji bo xwe kirin derfet û rakêşiyên Herêma Kurdistanê kûrtir kirin. Ev pir xetere ye. Piştî kêmbûna gefa DAIŞê, PKK dê bibe gefa nû. Li Şingal, Mexmûr û Kerkûkê hêzên PKKê hene. Di heman demê de li Qendîlê jî hene. Ji mêj ve li Qendîlê ne, lê niha rewş hinek cuda ye. Hebûna PKKê ya li wê derê, êdî ji bo PDK û YNKê gef e.