Kelîmullah Tewehudî: Kurdên Xorasanê çand û zimanê xwe parastine
Nivîskar, dîrokzan, helbestvan û mûzîkjenê Kurdê Xorasanê, Kelîmullah Tewehudî bo cara yekê îsal di meha Nîsanê de serdana Başûrê Kurdistanê kir.
Kelîmullah Tewehudî ji aliyê Kora Zanyarî ya Kurd ve bo Başûrrê Kurdistanê hatibû vexwandin û di merasimeke mezin de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek rayedarên hikûmetê û rewşenbîr, mamostayên zanîngehan û akademîsyenan, hate xelatkirin.
Kelîmullah Tewehudî herwiha ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hate pêşwazîkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê serdana Kelîmullah Tewehudî bo Başûrê Kurdistanê bi derfet zanî û hevpeyvînek pê re saz kir û derbarê rewşa Kurdên Xorasanê û pêwendiya wan li gel kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de, dîrok û cografyaya ku lê dijîn, pirs jê pirsîn.
Di derbarê hejmara Kurdên Xorasanê, eslê wan, rûberê cografiya ku lê dijîn û dîrok û gelek babetên din de, gotinên cuda têne kirin.
Kelîmullah Tewehudî ji Rûdawê re dibêje: “Heta niha amarek bi hûrgilî li ser hejmara Kurdan li Xorasanê tune ye, lê belê ji wê dema ku Kurd bo vê navçeyê hatine veguhastin, ji şerên qonaxên weke Sefewî, Nadir Şah û Qacariyan ve, bi kêmanî 1 milyon Kurd hatine kuştin. Çimku xelkê vê navçeyê diviyabû sînorê Xorasanê yê pir aloz ji êrîşên Mogol û tikrmenan biparêzin.”
Tewehudî dibêje, niha piraniya Kurdên ku li Xorasanê dijîn, Kurmanc in û li ser mezhebê Şîe ne.
Ji bo diyarkirina hejmara Kurdên Xorasanê divê destpêkê ew yek were xuyakirin ku hevoka Kurdên Xorasanê kê li xwe digire û rûberê cografiya ku lê dijîn, heta kuderê ye. Tewehudî dibêje: “Ji Şatiranlû heta Serexsê û ji wê derê ve heta welatên Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Efxanistanê, Kurd hene û hemû jî Kurdên Xorasanê ne, lê belê ji hev belav bûne. Kurdên Xorasana mezin ên berî li Pakistan û Hindistanê jî hene.”
Kelîmulleh Tewehudî red dike ku tevahiya Kurdên Xorasanê bi zorê ji navçeyên xwe hatibin dûrxistin û ew ji bo Xorasanê hatibin veguhastin. Bi nêrîna wî, di qonaxeke dîroka Îranê de, Xorasan ji dest çûbûn, Mogolan ewder girtibûn, lewma jî di dawiya sedsala 15an û destpêka sedsala 16an d, Şah Îsmaîlê Sefewî pêşniyar kir ku Kurd bow ê navçeyê bêne veguhastin daku mogolan ji wê derê derxînin.
Bi gotina wî rewşenbîr û dîrokzanê Kurdê Xorasanê, niha hejmara herî zêde ya Kurdên Xorasanê li Tehranê dijîn, lê belê kes behsa wan nake.
Kelîmullah Tewehudî dibêje, bi giştî li gor texmînan, hejmara Kurdên Xorasanê derdora 2 milyon kesan dibe.
Bilindbûna asta bêkariyê û nebûna derfetên kar li Xorasanê û bi taybet li parêzgeha Xorasana Bakur ku piraniya Kurdên Xorasanê li wê derê dijîn, bûne sedem ku gelek xelkê wê navçeyê bo navçeyên din ên Îranê û bi taybet Tehranê koç bikin. Bi gotina Tewehudî, piraniya Kurdên ku Xorasan bi cih hîştine, li Tehranê dijîn û tekez dike, her ew Kurdên Xorasanê ne ku taxa Ferdîsê li bajarê Kerecî li nêzîkî Tehranê ava kirine.
Xorasan bi sedan kîlometran ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dûr e, lê tevî wê yekê Kurdên Xorasanê ziman û çanda xwe ya Kurdî parastine. Kelîmullah Tewehudî dibêje: “Axaftin û goftûgo, helbest û mûzîka xelkê bi Kurmancî ye. Ew him zimanê Farsî fêr bûne û him jî Kurmancî.”
Di derbarê eslê Kurdên Xorasanê de jî, Tewehudî dibêje: “Piraniya wan ji bintarê çiyayê Agiriyê ve koçî Xorasanê kirine û gelek ji wan ji hoza Celalî ne. Lê ji piraniya hozên Kurd ên ku li Bakurê Kurdistanê, parêzgeha Urmiyê û Qefqazê hene, li parêzgeha Xorasanê jî hene, ji wan Kurdên Baban, Cafkanlo, Kavkanlo, Şêx Emîrlo ku ji Dêrsimê ve hatine, ew hemû ji Xorasanê hene.”
Tewehudî yekemîn kes e ku dîroka Kurdên Xorasanê nivîsiye. Ew dibêje: “Hewla min gelek bibandor bû, çimku berî ku ez pirtûkê binivîsim, Kurdên Xorasanê pirtûk nedixwandin, lê piştre dest bi xwandinê kirin. Niha tîraza pirtûka min ji tîraja nivîskarên Fars ên li bajarê Meşhedê zêdetir e, çimku him Kurd û him jî Fars, Tirk û Tirkmen pêşwazî li pirtûkên min dikin.”
Hejariya navçeyê û nebûna piştgiriya darayî wiha kiriye ku çalakiyên ferhengî û rojnamevanî li vê navçeyê gelek kêm bin. Berê kovareke Kurdî li Xorasanê dihate weşandin ku ya Radyoya Kurdî ya Xorasanê bû, lê piştî 10 -12 hejmmaran, weşandina wê kovarê ji ber kêşeyên darayî hat rawestandin.
Kelîmullah Tewehudî ji Rûdawê re ragihand: “Cihê kovara û rojname û weşanên Kurdî li Xorasanê bi rastî betal e. Radyoya Kurdî ya Xorasanê ji 1956an ve heya niha li Meşhedî bername heye, li televîzyon û li hin cihan hin tişt hene, lê belê ji bilî wan tişteke ciddî tune ye.”
Wêje, govend û sema û cilûbergên Kurdên Xorasanê ku gelek taybet in û ji ber rengîniyê bi nav û deng in, nifş bi nifş heta îro hatiye parastin. Tewehudî ku bi xwe helbestvan e jî, ji Rûdawê re dibêje, tevî ku Kurdên Xorasanê heta niha jî ji çanda xwe hez dikin, lê belê dema wê yekê hatiye ku ew tuxmên sereke yên çanda Kurdî ya li Xorasanê bêne tomarkirin û bêne arşîvkirin.
Tewehudî amaje bi hewlên xwe yên di wî warî de dike û dibêje: “Min bixwe pitir ji 100 awazên Kurdî kom û tomar kirine, min ji sala 1966an ve ew awaz tomar kirine û arşîv kirine. Min navenda belgeyan ava kiriyeû min muzexaneya kulturî ya Kurmanc damezrandiye.”
Wî rewşenbîr û hunerdosê Kurdê Xorasanê di çend dehsalên bihorî de mûzîkjenên navdar ên Kurdên Xorasanê biriye navenda tomarê ya Wezareta Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê û li wê derê awazên wan ên kevn tomar û arşîv kirine. Ji bilî wê yekê, wî bi xwe jî 120 saet mûzîka Kurdî ya Xorasanê arşîv kiriye.
Di çend salên bihorî de çalakiyên çandî û kulturî yên Kurdên Xorasanê zêde bûne. Di berdewamiya axavtina xwe de, Kelîmullah Tewehudî amaje bi wê yekê da, ku di çend salên bihorî de zêdetir ji 20 kes ji Kurdên Xorasanê ku zanîngeha xwe qedandine, dest bi nivîsîn û çapkirina pirtûkên derbarê gund û navçeyên xwe de kirine. Bi gotina Tewehudî, ew yek guhertineke erênî û cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdên Xorasanê bixwe ji bo parastina çanda xwe zend vedane, çimku hikûmet piştgiriya Kurdên Xorasanê nake.
Tewehudî amaje bi giringiya çand û mûzîka Kurdî bo Kurdên Xorasanê dike û dibêje: “Mûzîka Kurdên Xorasanê ji mûzîka hemû xelkên din ên Îranê bihêztir e, sedema wê jî vedigere bo wê çendê ku Kurdên Xorasanê ya ku di 500 salên piştî koça bo Xorasanê de hatiye serê wan, di mûzîka xwe de tomar kirine, bi corekê ku dîroka me mûzîka me ye û mûzîka me dîroka me ye.”
Bi gotina Tewehudî, faktoreke din jî bandor li mûzîka Kurdên Xorasanê û çanda wan kiriye û ew jî dema ku Kurd ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha Qefqazê ber bi Xorasanê ve çûn, di rê de li gel gelek gelên cuda pêwendiya wan çê bû û wan gelan bandor li hev kirin, lewma wê yekê bandor li mûzîka Kurdên Xorasanê jî kiriye.