Samuel Werberg: Em hewl didin ku şer rawestînin

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Samuel Werberg da zanîn ku ew dixwazin şer rawestînin û got:

“Hewldanên me ne tenê ji bo rawestandina şerê li Xezeyê, her wiha ji bo rawestandina her cure şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û tewra hemû şer û nakokiyên li ser asta tevahiya cîhanê berdewam dikin.”

Samuel Werberg li ser egera agirbesta Hemas û Îsraîlê da zanîn:

“Li gorî zanyariyên me, naveroka rêkeftinê ji tevan re eşkere ye û her du alî Îsraîl û Hemas, ez dikarim bibêjim ku ew li ser ji sedî 95ê xalên peymanê li hev dikin.”

Werberg amaje pê kir ku Amerîka naxwaze şer berfireh bibe û got, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dilgiran bû ku aliyek ji aliyên herêmê qada şer firehtir bike.”

Hevpeyvîna Diyar Kurde bi Berdevkê Herêmî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Samuel Werberg re bi vî rengî ye:

Rûdaw: Zor spas Sam, bi dîtina te li Rûdawê kêfxweş im.

Samuel Werberg: Spas, spas.

Rûdaw: Me dît ku Serok Biden li pêşiya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî. Behsa gelek mijaran axivî lê bila em behsa Rojhilata Navîn bikin. Wî qala agirbesta li Xezeyê kir, qala bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn û rojên piştî wê kir. Çima heta niha agirbest pêk nehatiye. Sedema sereke çi ye?

Samuel Werberg: Spas Diyar, spas ji bo kanala Rûdawê ji bo mêvandarîkirina min û amadebûna we li vir û rûmalkirina we ya van civînên girîng ku li New Yorkê tên kirin. Me li gotara Serok Biden guhdarî kir. Gotareke xurt bû. Rijdî li ser hin pêşînkarên Amerîkayê kir.

Ya yekem: Hewldanên me ne tenê ji bo rawestandina şerê li Xezeyê, her wiha ji bo rawestandina her cure şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û tewra hemû şer û nakokiyên li ser asta tevahiya cîhanê berdewam dikin.

Duyem: Zêdekirina hewldanan ji bo tekûzkirina bêtir a pergala cîhanî ya parastina mirovahî û reformên di nav saziyên Neteweyên Yekbûyî de. Têkildarî xala yekem ango hewldanên bidawîkirina şerên li ser asta hemû cîhanê, ya herî girîng danûstandinên rawestandina şerê Xezeyê ye.

Gotûbêj û danûstandin ji bo vê berdewam in. Wekî tê zanîn Amerîka bi navbeynkariya Qeter û Misirê, em bi hev re hewl didin aliyên nakok han bidin ku rêkeftinekê bipejirînin, bi taybetî Tevgera Hemasê û Îsraîl. Li gorî zanyariyên me, naveroka rêkeftinê ji tevan re eşkere ye û her du alî Îsraîl û Hemas, ez dikarim bibêjim ku ew li ser ji sedî 95ê xalên peymanê li hev dikin.

Lê ji ezmûna peymanên berê ve, em dizanin ku her tim pêngava dawî ya herî dijwar e. 500 metreyên dawî yan jî kîlometreya dawî li gorî pêngavên berê pir dijwar e. Loma pêwîst e ku em hewldanên xwe ji bo komkirin û razîkirina aliyan zêdetir bikin. Em wiha dibînin ku pêwendiyeke xurt li navbera rewşa Xezeyê û aloziyên ku li ser asteke berfireh li deverê hene, heye.

Rûdaw: Wekî te behs kir, Amerîka navbeynkar e. Gelo we ti fişar kiriye ji bo ku mercên nû yên Hemasê bên pejirandin, bi rêya navbeynkarên wek Qeter û Misirê we çi ji Hemasê bihîstiye, ger ez vê jî bipirsim, gelo hûn pêşbîniya agirbestê vê mehê yan meha bê dikin?

Samuel Werberg: Zehmet e ku em karibin qala dema rêkeftinê bikin çimkî dawiya dawî ne Amerîka ne jî Misir û Qeter nikarin rêçare û vîna xwe û biryara dawî ferz bikin û Hemas û Îsraîlê neçarî rêkeftinê bikin.

Divê em çaverê bikin û bibînin digihe kû. Me vê dawiyê tiştekî girîng ji wezîrê me yê karên erve birêz Blinken bihîst ku di konferanseke rojnamegeriyê de piştî serdana xwe ya vê dawiyê, behsa kelemên li ber îradeya siyasî kir. Ango, tevî hemû hûrkariyên ku hene û wek em dizanin ku hîn jî gelek tişt daleqandî mane, wekî korîdora Fîledelfiya û hin navên nav lîsteyên dîlên Filistînî û hwd. Bê guman kêmasiyek di îradeya siyasî ya her du aliyan de heye.

Rûdaw: Her du, Îsraî û Hemas jî?

Samuel Werberg: Blinken ne tenê behsa Hemasê kiriye, bi zelalî behsa kêmbûna îradeya siyasî ya her du aliyan kiriye. Heta niha jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku peyman dikare were pejirandin. Lê divê em piştrast bibin û bibînin ka çi qas îradeya siyasî li nik hikûmeta Îsraîlê, Yehya Sinwar û Tevgera Hemasê heye!

Rûdaw: Têkildarî deverê, di demekê de hewla rawestandina şer û agirbesta li Xezeyê li holê ye lê tirseke mezin jî heye ku şer berfirehtir bibe û bigihe Libnanê jî. Ma hûn natirsin ku qada şer berfireh bibe û tewra Îraqê jî li xwe bigire? Çimkî hin komên çekdarî li Îraqê hene ku beşek ji Eniya Berxwedanê ne, êrişî Îsraîlê dikin û piştevaniya Hizbulahê dikin, di vî warî de tirsa we heye?

Samuel Werberg: Bi giştî erê, her ji çend rojên pêşî yên piştî bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dilgiran bû ku aliyek ji aliyên herêmê qada şer firehtir bike. Loma jî me hewlên xwe yên dîplomatîk ên berdewam bi şirîkatiya hejmarek ji welatên navçeyê û bi hemahengiya li gel Neteweyên Yekbûyî ji bo navbeynkariya ji bo kêmkirina aloziyên li navçeyê diyar kir.

Ji destpêka bûyerên 7ê Çiriya û vir ve, hemû tedbîrên ku Amerîkayê wergirtin, tedbîrên taybet ên kêmkirina aloziyan bûn. Bila ez bersiva aliyê duyem ê pirsa te bidim. Milîsên ku li Îraq û navçeyên din hene, mixabin ev ne tiştekî nû ye û piştî bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn derketin holê.

Bi salan e, çi bigire bi dehan sal e ku em dibînin, ku dibêjim em dibînin, mebesta min ne tenê Amerîka ye, lê hemû cîhan dibîne çawa rejîma Îranê, valahiyên ewlehiyê yên li welatên wek Sûriye, Libnan û Yemenê ji bo fînansekirin, çekdarkirin û bihêzkirina dûvelankên xwe sûdê dibîne. Ango ev ne tiştekî nû ye, Hemas, Hizbulah û milîsên Îraqî û yên din jî di nav de. Ango ev ne tiştekî nû ye, karvedan û hevahengiyên Amerîkayê li gel hevalbendên wê yên wekî Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Kurdistanê berdewam dikin.

Hevahengî ne tenê piştî 7ê Çiriya Pêşîn bû lê çendîn sal e heye û berdewam e ji bo pêşîgirtina li çalakiyên Îranê ku aramiyê têk didin û dihejînin lê bila ez ji te re behs bikim ka piştî 7ê Çiriya Pêşîn çawa wan hemû milîs û dûvelankên Îranê çalakiyên xwe zêdetir kirin ji bo têkbirina rewşa aram a deverê û çawa sûd ji rewşa mirovî ya Xezeyê wergirt. Ev di demekê de ye ku van tiştek pêşkêşî gelê Filistînê nekir û nakin. Ev, koma Hûsiyan û Hizbulah li ser navê gelê Filistînê diaxivin bêyî ku ji xeynî malwêranî û kuştinê tiştekî ji bo gelê Filistînê bikin.

Rûdaw: Em qala Îraqê bikin. Birêz Blinken bi serokwezîrê Îraqê re civiya. Behsa sê mijarên sereke kir: Rewşa herêmê ku em li ser axivîn, her wisa siberoja hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka li Îraqê. Berpirsên Îraqê dibêjin, her tişt kuta bûye, reşnivîsa peymanê jî amade ye û tenê maye ku em ragihînin. Tu dikarî çi ji min re bibêjî li ser vê? Hûn gihîştine peymanekê, ger gihîştine, çima îlan nakin an jî hûn dê kengî ragihînin?

Samuel Werberg: Em pêşbînî dikin ku di rojên bê de û dibe ku piştî hefteyekê yan du hefteyan em tiştên zêdetir li ser helwestan bibihîzin ku ne helwesta Amerîkayê ye lê helwesteke hevpar e. Ya herî girîng jî şirîkatiya Îraq û Amerîkayê ye. Gava em qala rêkeftinê dikin, jixwe bi salan e rêkeftin heye ku têkildarî hebûna hêzên Amerîka û hevpeymanan li Îraqê ye.

Di destpêkê de ev yek li ser vexwendina Hikûmeta Îraqê bû, piştre ji bo mijara nehiştina terorê bû. Loma di vê çarçoveyê de û tiştê girêdayî peymana salên berê, divê em bizanin bê rewş çi qasî guheriye û divê em jî xwe biguherînin an jî bi kêmanî em pêwendiyên xwe yên ewlehî û leşkerî nû bikin.

Rûdaw: Hûn gihîştine ti peymana têkildarî van guherînan, hûn li gel Îraqê gihîştine peymanekê ji bo bidawîanîna erkê hevpeymanan ê li Îraqê?

Samuel Werberg: Heta niha ti daxuyaniya fermî nîne ku ez bi we ragihînim. Berî demekê, me diyar kir ku danûstandinên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê nexasim Wezareta Parastinê berdewam dikin ji bo sazkirina şert û mercên guncav ji bo berdewamiya hevahengiya di navbera her du welatan de. Em pêşbînî dikin ku em hefteya bê yan du hefteyên din zanyariyên nû bibihîzin.

Rûdaw: Pirsa sêyem, tişta ku min di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de dît, mijara hinartina nefta Herêma Kurdistanê bû û par jî birêz Blinken qala vê li gel Sûdanî kir, îsal jî bi heman rengî, helwesta Amerîka li ser vê çi ye? Şîroveya te çi ye gava tu dibînî ku ev pirsgirêk ji zû ve heye û nehatiye çareserkirin?

Samuel Werberg: Rast e, rast e, ev mijar û dozeke pir girîng e. Wekî dîplomatekî, min çend salan li Îraqê kar kir, ez wê demê haydar bûm û ez sala 2009ê jî li Îraqê bûm, lewra min hê wê çaxê têbînî kir ku ev dozeke pir girîng e ji bo aboriya Îraqê bi giştî û her wiha ji bo hevahengiyê jî. Hevahengiya koka aborî li navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Loma Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wiha dibîne diyar e ku em jî li Dewletên Yekbûyî xwedî heman ezmûnê ne li ser zeviyên neftê yên hevbeş ên navbera wîlayetan û çavkaniyên hevpar a dahatê li navbera Amerîka û Kanada yan Amerîka û Meksîkayê.

Divê ev hemû pirsgirêk bên çareserkirin, bi taybetî jî çareseriyên teknîkî. Loma jî Amerîka bi salan e dibêje, ku em amade ne her cûre alîkariyeke teknîkî pêşkêşî her du aliyan bikin.

Rûdaw: Tu ti çareseriyê ji bo vê pirsgirêkê dibînî?

Samuel Werberg: Bê guman, bê guman. Ez ne pisporê vî warî me lê kesên me yên şahreza hene û amade ne alîkariyên teknîkî pêşkêşî Hikûmeta Herêmê ya li Hewlêrê û hikûmeta navendî ya Bexdayê bikin. Ev ne tenê çareseriyeke siyasî ye lê pirsgirêkên teknîkî yên cuda jî hene ku divê li ber çavan bên girtin û divê were zanîn gelo îradeya siyasî di navbera her du aliyan de heye yan na.

Rûdaw: Bi baweriya te, îradeya siyasî li pişt vê pirsgirêkê heye?

Samuel Werberg: Dibe ku hebe lê di dawiyê de divê em vê ne ji Amerîkayê lê ji Îraqiyan bi xwe bibihîzin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nikare wê vîna siyasî ferz bike lê me ji aliyê xwe ve wiha dîtiye û em niha hî wiha dibînin ku hemû gelên Îraqê, ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta rojava, mafê wan e ku ji dahatên çavkaniyên xwe yên xwezayî sûdê wergirin.

Rûdaw: Ger ez pirsa xwe ya dawî bikim. Di nav şandeya Îraqê de, şandeyeke biçûk a Kurdî hebû ku li gel berpirsên Amerîka û endamên Kongreyê û berpirsên welatên din jî civiyan. Tu hebûna nûnerên Kurd li Neteweyên Yekbûyî çawa dibînî, çi qasî girîng e ew jî li vir bin çimkî Kurd nêzî 50 milyon kesî ne, rast e li gel Îraqê hatine lê nûnerên wan ên serbixwe li Neteweyên Yekbûyî nînin, nêrîna te li ser vê çi ye?

Samuel Werberg: Bê guman pir girîng e ku em nûnerên her welatî yan her herêmê û her gelekî vê cîhanê bibînin. Serok Biden jî di gotara xwe de behs kir, bê guman behsa pêşînkarên Amerîkayê kir, ya yekem jî hewldanên bidawîanîna li şer bûn.

Lê pêşînkarên duyem û sêyem jî ji bo xurtkirina sîstemeke nû ya cîhanê ya saxlem û mirovane gelekî girîng in. Biden got jî ku em nikarin vê tenê li ser asta dewletan bi cih bikin lê divê têkiliyên me bi hemû welat, herêm, gel, sazî û hikûmetan re hebin. Dema ku ez dibêjim hikûmet, mebesta min ne tenê hikûmetên navendî ye lê hikûmetên herêmî û xwecihî ne jî li seranserê cîhanê.

Ji bo ku em bi hev re hevahengiyê bikin û bi hev re rûbirûyî karesatên jîngehî û mirovî û bêtarên şer bibin. Tiştekî din jî yê pir girîng tekezkirina meseleya reforma di saziyên Neteweyên Yekbûyî de bû.

Rûdaw: Bo mînak, rahênana endamên nû yên wekî Kurd û Filistîniyan?

Samuel Werberg: Hemû şiyan, hemû gelên vê cîhanê bikevin nav Neteweyên Yekbûyî û van saziyan. Dibe ku ev di vê demê de ne mumkin be. Tê fikirîn ev çawa bê rêkxistin û şêweyê wê endambûnê dê çawa be.

Lê zafî girîng e vê hefteyê ku hemû cîhan li vir e û çavên kamerayên hemû cîhanê li ser vir in û dixwazin bibînin ka li New Yorkê çi diqewime, nûnerên hemû cîhanê hîs bikin ku dengê wan li vir tê bihîstin û ew jî dikarin beşdar bibin.

Rûdaw: Zor spas Sam ku tu mêvanê Rûdawê bûyî, ez hêvî dikim we di siberojê de dîsa bibînim.