Berpirsê UNHCRê: Kampa Mexmûrê ji bo sivîlan e û divê ji bo karê çekdarî neyê bikaranîn
Berpirsê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNHCR) yê li Iraqê Jean-Nicolas Beuze di vê hevpeyvîna ligel Dilxwîn Dara de behsa alîkariyên ji bo penaberan, şandina penaberan ji bo Ewropa kir, dorpêça hêzên Iraqî li ser Kampa Mexmûrê û rewşa penaberên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û çend mijarên din ên têkildarî penaberan dike.
Berpirsê UNHCRê yê li Iraqê Jean Nicola Beuze diyar kir ku 300 hezar penaber ji derve hatine Herêma Kurdistanê û stargeh, ewledarî û silametî bi dest wan ketine û got: “Piraniya penaberên li Herêma Kurdistanê Kurdên Sûriyê ne. 10-15 hezar penaberên Kurdên Tirkiyê û Îranê li Herêma Kurdistanê dijîn. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêşwaziya penaberan dikin.”
Jean-Nicolas Beuze diyar kir ku şêniyên Kampa Mexmûrê sivîl in û divê kamp ji bo karê çekdarî neyê bikaranîn û got: “Stargeh ji bo kesên sivîl e. Parastina ku ji hêla hikûmeta Kurdî ve ji bo penaberên Kurd, Sûrî, Tirk, Îranî û neteweyên yên din re hatiye misogerkirin, li ser vê bingehê ne ku ew sivîl in û ji tundûtûjiya çekdarî û zordariyê reviyane, êdî ji ber bawerî, ol, nêrîna siyasî be yan ku biwazin di civakê de çi bin, wekî pîşe.”
Bi gotina Jean-Nicolas Beuze Kurdên Êzidî hest dikin ku nikarin li Şingalê bi rûmet bijîn û ew dibêje: “Piraniya wan ne piştrast in ka ji hêla tendirustî û perwerdeya zarokên wan de dê çi cure xizmetek pêşkêşî wan bê kirin. Wek mînak, civaka Êzidî ku piraniya wan li parêzgeha Duhokê ne, dudil in. Ji me re dibêjin ku dudil û dilgiran in ku vegerin Şingalê, çimkî hest dikin ku nikarin li Şingalê jiyaneke ewle û birûmet û asayî peyda bikin, loma baştir dibînin ku ku li parêzgeha Duhokê bimînin.”
Jean-Nicolas Beuze herwiha dibêje wan penaberên ku nexweşiya wan li Herêma Kurdistanê nayê dermankirin, yan jî rastî tundiya cinsî hatine şandine welatê sêyem.
Ev naveroka hevpeyvîna Dilbixwîn Dara li gel Berpirsê Komîseriya UNHCRê Jean-Nicolas Beuze ye:
Rûdaw: Rewşa UNHCRê di warê aborî de li Iraq û Herêma Kurdistanê çawa ye?
Jean-Nicolas Beuze: Em dixwazin Roja Cîhanî ya Penaberan pîroz bikin. Ev ji bo lixwegirtina penaberan û dayîna hêviyê bi wan e dema ku ew li derve ne. Îcar divê ez destxweşiyê li desthilata Kurdî û xasma li gelê kurd bikim ku pêşwaziya nêzîkî 300 hezar penaberên Sûrî kirin ku ew bi xwe Kurd in û ji bakurê rojhilatê Sûriyê hatin û ew li xwe girtin. Di van pênc salên borî de, bi qasî ku têkildarî UNHCR e, li hember vê lixwegirtinê me heman budce ji bo piştevaniya desthilatdar û niştecihan terxan kiriye ku tê xerckirin ji bo: Alîkariya Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û tevlîkirina zarokên penaber di dibistanên giştî de, û her wiha ji o berdestkirina derfetên berbijêrkirina mamosteyên penaber ên sûrî da li dibistanên giştî yên Herêma Kurdistana Iraqê bibin mamosta. Me bi hikûmet û civakan re kar kiriye da em piştrast bibin ku em hêviyê li penaberan vegerînin. Penaberên ku li xerîbîyê ne. Heya cihê ku têkildarî UNHCR e, di heyama 5 salên borî me heman pere veqetandine.
Rûdaw: Kar û xizmetguzariyên we li Iraqê niha zêdetir ji bo penaberên ji derve hatine Iraq û Herêma Kurdistanê yan jî ji bo koçberên navxwe ne?
Jean-Nicolas Beuze: Du bernameyên me hene: Bernameya sereke ya UNHCR, ajansa penaberên NY, der barê penaberan de ye. Loma, bi rastî em behsa wan Sûrî, Tirk û Îraniyan dikin, ku piraniya wan bi eslê xwe Kurd in û penaberî Herêma Kurdistanê bûne, ku niha 300 hezar kes ji wan lê dijîn. Em bi hikûmetê re moleta niştecîbûnê ku jê re tê gotin moleta mirovî ya niştecîbûnê misoger dikin. Em piştgiriya wan dikin ku zarokên xwe bişînin dibistanan û destê wan bigihîje xizmetguzariyên tenduristî. Em piştgirîya wan dikin ku tev li bazara karî bibin, da bikarin pereyên xwe derxin û bikarin bikirin û bi xwe debara xwe bikin. Lê bernameya duyemîn jî ji bo wan iraqiyan e ku ji ber DAIŞê û tundûtîjiyên wê koçber bûne. Niha piştî nêzîkî heft salan ji têkbirina DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî û hevpeymaniyê ve, piraniya Iraqiyan karîbûn vegerin malên xwe yên li Mûsil, Selahedîn, Enbar û Bexdayê. Hinek hîna jî koçber in. 180 penaberên me li kampên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hene, ku piraniya wan li Duhokê ne. Civakên me yên Êzidî hene ku li navbera Hewlêr û Mûsilê ne. Hinek kampên me hene ku Erebên Sunî di wan de ne û li navçeyên cihê nakokiyê ne. Hinek komên me yên Kirîstiyan hene ku hîna jî li Hewlêrê koçber in. Îcar em di ajansa penaberên NY (UNHCR)ê de berdewam in li ser piştevaniya wan, lê ez dubare dikim ku hikûmet di pêşengiya hewldanan de ye ku xizmetguzariyan digihîne wan iraqiyên ku di eslê xwe ne ser bi hikûmeta wê ne, lê ew hemû xelkê Iraqê ne û xizmetguzariyên giştî û ewlekarî wan li xwe digire. Dubare dikim, Îraqê û bi taybetî jî hikûmeta kurdî, karekî pir baş kirine û piştrast kirine ku dê ev koçberên navxweyî bi başî bên çavdêrîkirin. Lê ev têrê nake û em hêvîdar in ku rojekê ji rojan bikarin bi ewledarî û rûmet vegerin malên xwe yan dibe ku hinek ji wan, çimkî ew welatiyên Iraqê ne û dixwazin tev li wan civakan bibin ku dema DAIŞê ew koçber kirin, wan pêşwaziya wan kir.
Rûdaw: Hejmara Giştî ya koçberên navxwe li Iraqê çiqas e?
Jean-Nicolas Beuze: Di lûtkeya şîdeta DAIŞê de, zêdetirî şeş milyon kesan aware bûne, ku piraniya wan li Nînewa, Selahedîn, Kerkûk û Enbarê bûn û hinek jî koçberî Herêma Kurdistanê bûne. Niha ku em diaxivin, tenê milyon û 200 hezar ji wan koçber in. 200 hezar li kampên Herêma Kurdistanê dijîn û nîv mîlyon li niştecihên nefermî ne, û hin ji wan jî li derdora bajaran û navenda bajaran û gundan dijîn. Hejmarek ji wan di vegera malên xwe de zehmetiyan dikişînin. Malên wan hatine hilweşandin, guman tê kirin ku wan piştgirîya komên tundrew kiribin û niha di civakên wan de pêşwazî li vegera wan nayê kirin. Piraniya wan ji ewlekariya jiyana xwe ne piştrast in. Piraniya wan ne piştrast in ka ji hêla tendirustî û perwerdeya zarokên wan de dê çi cure xizmetek pêşkêşî wan bê kirin. Wek mînak, civaka Êzidî ku piraniya wan li parêzgeha Duhokê ne, dudil in. Ji me re dibêjin ku dudil û dilgiran in ku vegerin Şingalê, çimkî hest dikin ku nikarin li Şingalê jiyaneke ewle û birûmet û asayî peyda bikin, loma baştir dibînin ku ku li parêzgeha Duhokê bimînin. Li vir jî, pêwîst e ku em zêdetir ligel hikûmetê kar bikin da ku em piştrast bibin ku ew bi başî têne çavdêrîkirin û tev li civakan dibin û îcar em jî di bingehê de rewşa jiyana wan li kampên Duhokê baştir dikin, çimkî ji bo wan malbatan ne guncav in ku di wê rewşa dijwar de zarokên xwe li kampan perwede bikin.
Rûdaw: Hejmara penaberên ji derve hatine Iraqî û li Herêma Kurdistanê bicih bûne li cem we heye?
Jean-Nicolas Beuze: Erê, 300 hezar penaber ji derve hatine Herêma Kurdistanê û stargeh, ewledarî û silametî bi dest wan ketine ku li parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê ne. Piraniya wan Kurdên Sûriyê ne, ku nêzîkî 240 hezarî ne, û ji bakurê rojhilatê Sûriyê hatine. Ji ber rewşa wê navçeyê û şer û tundûtîjiya çekdarî jî nikarin vegerin cihên xwe. Herwiha nêzîkî 10-15 hezar Kurdên Tirkiye û Îranê jî lê hene. Her wisa, me penaberên din li Herêma Kurdistanê dîtine, lê ew ji du nifşên berê ne û di destpêka salên 1970 û 1980 de ji mêj ve hatine. Ji destpêka şerê Sûriyê di sala 2011ê de, ji dema ku Sûrî hatine, bi giştî 300 hezar penaber ji derveyî Herêma Kurdistanê hatine. Ji aliyê gel û hikûmetê ve hatin pêşwazîkirin. Îcar UNHCR ne tenê dixwaze spasiya hikûmetê bike li ser hemû karên ku ji penaberan re kir, li şûnê pîrozbahiyê jî lê dike ji bo pêşketinên di pêşkêşkirina xizmetguzariyan di warên perwerde û tendirustiyê de, û dabînkirina derfetên debarê û misogerkirina wê yekê ku bi awayekî wekhev bi civaka Kurdî re reftar bi wan re bê kirin, tevî ku penaber in jî. Tiştê ku cîhan dixwaze li ser Herêma Kurdistanê bizanibe ev e. Ev hemû destkeft bi piştgirîya UNHCR, UNICEF, WFP, UNDP û hemû rêxistinên sivîl ên hevkarên me yên wekî TESOS, rêxistinên navdewletî, Encumena Penaberan a Norwêcê û gelekên din û gelek aliyên navdewletî û rêxistinên kurdî hatine bidestxistin ku piştgiriya penaberan û civakên li derdora penaberan dikin.
Rûdaw: Ev demek e Îran ligel Iraqê têkildarî partiyên Kurdî yên ku opozisyona Îranê ne û li Herêma Kurdistanê dimînin gotûbêjan dikin, hûn çi garantiyê didin penaberên Îranê yên li vê derê dimînin ku tehd li wan nebe û zerar negihêje wan?
Jean-Nicolas Beuze: Stargeh ji bo kesên sivîl e. Parastina ku ji hêla hikûmeta Kurdî ve ji bo penaberên Kurd, Sûrî, Tirk, Îranî û neteweyên yên din re hatiye misogerkirin, li ser vê bingehê ne ku ew sivîl in û ji tundûtûjiya çekdarî û zordariyê reviyane, êdî ji ber bawerî, ol, nêrîna siyasî be yan ku biwazin di civakê de çi bin, wekî pîşe. Wekî nimûne mîna rojnamevan. Loma ew bi yasaya navdewletî parastî ne û bi rastî jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ve têne parastin û rê bi wan hatiye dayîn ku li ser axa Kurdistan û Iraqê bimînin. Tu sedemek nîne ku êrîşî wan bê kirin. Tiştê ku tê nîqaşkirin ew e ku stargeh ne ji bo çekdaran e. Stargeh ne ji bo wan kesan e ku şîdeta çekdarî kirine. Îcar berpirsiyariya hikûmetê ye ku piştrast bike ku yên li ser axa Iraqê yan Herêma Kurdistanê ne merivên sivîl bin û ne çekdar bin. Ev ne berpirsiyariya NY û UNHCRê ye. Lê ev bi tevahî berpirsiyariya hikûmetê ye û em pê dizanin û em bi wan bawer in ku dê karê rast bikin û dê piştrast bikin ku penageh û parastina penaberan tenê ji bo merivên sivîl e.
Rûdaw: Gelek penaberên Kurdên Îranê hene ku li Herêma Kurdistanê dimîmin neçar mane ku malên xwe bicih bihêlin û zarok ji xwendina xwe bimînin, minak we ji bo saleke din dubare nebe ku zarokên Kurdên penaber ên Îranê ku li vê derê dimînin ji xwendina xwe bêpar nemîne we çi kiriye?
Jean-Nicolas Beuze: Em pir ji nêzîk ve li gel Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin û divê ez pîrozbahiyê li wezîr bi xwe bikim ku biryareke rast daye û piştrast kiriye ku hemû zarokên penaber bikarin li dibistanên giştî, ji asta yekê heta çarê navê xwe tomar bikin. Em hêvîdar in ku astên pênc heta şeşan jî li dibistanên giştî yên Herêma Kurdistanê bên tomarkirin. Ev tişt li gelek welatên cîhanê diqewime. Gava penaber digihin welatekî, pêwîstiya wan bi hînbûna zimanê wî welatî heye û pêwîstiya wan pê heye ku xwe li gel programa xwendinê ya wî welatî biguncînin. Lê zarok tev li dibistanên wê civakê têne kirin, dibistanên giştî yên civaka welatê ku lê hêwirîne. Îcar em dê dawiya îsal dîdara cîhanî ya penaberan li Cinêvê saz bikin. Tiştê ku wezîrê perwerdeyê kir û pir balkêş bû ew bû ku wezaretê û wezîrê perwerdeyê biryar dan ku mamostayên penaber ên berbijêrkirî tev li dibistanên giştî bikin, loma derfet ji mamostayên sûrî re berdest kirin, nexasim yên ku hatibûn berbijêrkirin û heman asta xwendin û bawernameyên mamostayên Kurd li bal wan hebûn da bikarin li dibistanên giştî dest bi kar bikin. Ev yek di cîhanê de pir taybet e, bi rastî jî girêdayîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi penaberan re nîşan dide. Ev piştrast dike ku civak hevdu nas dikin û ji bo paşeroja zarokên xwe bi hev re dixebitin. Her wiha derfeta debarê jî dide wan mamostayên penaber ku hatine berbijêkirin da bikarin hinek nan û rûn bikirin û bijîn û di civaka kurdî de geş bibin.
Rûdaw: UNHCRê ji bo penaberên Kurdên Tirkiyê yên li Mexmûrê dimînin çi kiriye?
Jean-Nicolas Beuze: Pirsgirêka şêniyan li kampa Mexmûrê yek ji wan e ku min berê behs kir. Li ser hikûmetê dimîne piştrast bike ku ew stargeh ji bo sivîlan bimîne. Ji bo kesên ku ne çekdar in û tu êrîşên çekdarî nekirine û tevlî tundiya çekdarî nebûne. Bi salan e ku me dilgiraniyên xwe yên derbarê sivîlên kampa Mexmûrê de ji hikûmeta Bexdayê re ragihandine. Lewra UNHCR vê gavê vê yekê li ber çav nagire û ji bo parastina şêniyên Kampa Mexmûrê garantiya me ya tam heye. Şêniyên kampa Mexmûrê sivîl in, loma mafê wan heye ku penaber bin.
Rûdaw: Niha ji aliyê hêzên Iraqê ve dorpêç li ser Kampa Mexmûrê heye, we ti hewlek daye ku ew dorpêç rabe?
Jean-Nicolas Beuze: Desthilata hikûmetê ye ku tedbîrên tund ên yasayî werbigire ku wekî pêwîst tên hesibandin ji bo aramkirina kesên sivîl ên kampa Mexmûrê. UNHCR hertim li çaraliyê cîhanê hebû û ji hikûmetan re diyar kiriye ku erka wan a sereke ew e ku piştrast bikin ku di nav penaberan de çekdar tune ne, hin kes nînin ku çekên wan hebin û cil û kincên leşkerî li xwe bikin û ji kampê çalakiyên çekdarî pêk bînin. Ev desthilat û mafê hikûmetê ye. Îcar hikûmeta Iraqê çend tedbîr wergirtine ku bi qanûnên navdewletî re li hev dikin ji bo ku piştrast bibe ku kampa Mexmûrê bi temamî bibe kampeke sivîl ji bo penaberan. Tiştekî pêwîst e ku ev wek karê li pêş yê hikûmeta Iraqê bimîne. Ev girîng e. Ne ji hêla tiştê ku pêkan e di rewşa Mexmûrê de biqewime, li şûnê pir girîng e ku kesên li hundirê kampê zanibin ku ew tenê sivîl in. Ev jî ji bo jin, zarok, ciwan û pîr û ji bo hemûyan di kampê de girîng e ku piştrast bikin ku sûdeke xerab ji kampê nayê wergirtin, çimkî stargeh tenê ji bo kesên sivîlan e.
Rûdaw: Niha hejmareke penaberên Sûriyê li kampan dimîne û hejmarek jî li malan li nav bajaran dimîne, li cem we hejmareke heye ku ka çend penaber li kampan û çend li malan dimînin?
Jean-Nicolas Beuze: Nêzîkî 35% heta 40% ji 300 hezar penaberan li kampan dijîn. Piraniya herî zêde ya penaberan ku 60% heta 60% ne, di kampan de najîn û UNHCR wek sîyaseteke cîhanî li dij kampê ye; Ji bo ragirtina penaberan kamp ne çareseriyeke licih e. Lêçûna parastina kampan giran e û pêwendiya di navbera penaber û xelkê deverê de qut dikin. Di civakê de, penaberan ji derfetên peydakirina debarê bêpar dikin. Her wiha me jî wekî NY û rêxistinan bêpar dikin ku em xizmetguzariyên giştî baştir bikin ku xelkên xwecihî jî sûdê ji wan werdigirin. Çimkî divê bala hemû guhdan, pere û stafê me li ser kampan be, li şûna ku em hewla avakirina dibistan an nexweşxaneyan bidin ku xizmeta penaberan û xelkê xwecihî dikin. Li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê, ku kampên penaberan lê hene, derfeteke me ya bêhempa heye ku siyaseta me ya li derveyî kampê hebe ji bo ku em alîkariya tevlêbûna penaberan di nav xizmetguzariyên giştî yên li nêzîkî bajar û gundan bikin. Dema ku em bi rêya xurtkirina dibistan û nexweşxaneyan mijûlî bihêzkirinê ne, dema ku em hemşîre û pizîşkan rahênan dikin û dermanan peyda dikin, em ne tenê ji bo penaberan dikin. Li şûnê, dema ku em van karan ji bo xizmetguzariyên giştî dikin, em alîkariya penaberan û xelkê Herêma Kurdistanê jî dikin ku destê wan baştir bigihin xizmetguzariyan. Îcar bi rastî jî em gelekî şanaziyê bi vî tiştî dikin ku hevbeşiya me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye. Çimkî kamp tu carî nebûne çareserî û divê em derfetekê bidin penaberan ku di vê demê de bi awayekî demkî tev li wan civakan bibin, heta dema ku bi silametî vedigerin welatê xwe ji bo destpêkirina jiyaneke birûmet ku bêyî tu tundûtîjî û paşguhxistinekê destê wan bigihe xizmetguzarî, xwendin, tendirustî, av û derfetên kar.
Rûdaw: Rewşa penaberên Sûriyê yên li kampan dimînin gelek dijwar e û ji bo wan alîkariya xwarin û darayî nayê kirin, minak hinek zarok qurbanê şer in û bêkes in, ji bo peydakirina debara jiyana wan UNHCR çi dike û dikare çi bike?
Jean-Nicolas Beuze: UNHCR bi gelek hevbeşan re dixebite, wek Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ku di kampan de bi rêxistinan re arîkariya xwarin û diravî peyda dike da ku piştrast bibe ku tiştên herî kêm digihin xelkê da bikarin bijîn. Ev qas jî ne bes e. Em dizanin ku em dikarin li her dera cîhanê gelek tiştan ji bo alîkariya penaberan bikin. Her wiha ji bo wan civakên pir hejar jî ku penaber li wan hene da ku jiyan, debar, xizmetguzarî û derfetên wan ên xwendineke baştir hebin. Lê li Herêma Kurdistana Iraqê, wek ku min behs kir, me piştgirî da kesên ku herî zêde zirar dîtine. Me bi berdewamî alîkarî û xizmetguzarî gihandin civakên herî ziyandîtî ku penaber li wan hene, da ku awareyên navxweyî yên Iraqê yan xelkên xwecihî karibin serê xwe bilind bikin. Lewra niha karê dijwar ew e ku em piştrast bibin ku destê hemû niştecih, awareyên navxwe, penaber û xelkên xwecihî bigihe xizmetguzariyên baştir, çimkî dema ku em budceyê bi destê xwe ve tînin, mebest ew e ku Iraq bikare kalîte û hejmara xizmetguzariyan ji gelê xwe û penaberan ree jî zêde bike. Lewma hevkariyên me bi gelek hikûmetan re hene, bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku karekî gelek baş dike da piştrast bibe ku em wan hemû kesan û yên herî ziyanmend ji wan ji siyaset û xizmetguzariyan, li xwe bigirin.
Rûdaw: Proseya şandina penaberên Kurdên Îran û Sûriyê ji bo welatê sêyem çawa birêve diçe, minak îsal hejmara penebarên ku ji bo welatê sêyem bêne şandin dê zêde bibe?
Jean-Nicolas Beuze: Bi baweriya min, di heyama çend salên borî de, me hejmara penaberên ku karîne niştecî bibin, sê qatan zêde kir. Ez li vir behsa rewşeke pir taybet dikim. Ez behsa wan kesan dikim ku pirsgirêkên wan ên tenduristî hebûn û ne pêkan bû li Herêma Kurdistana Iraqê werin dermankirin. Em behsa wan mirovan dikin ku ji şîdet û tundûtûjiya seksî rizgar bûne. Em behsa pêkhateyan dikin ku ji bo destpêkirina jiyaneke nû û asayî li xerîbiyê wekî penaber rastî zehmetiyan dihatin. Me ew şandin welatên sêyem, çimkî me nikarîbû li Iraq û Herêma Kurdistanê piştgiriya wan bikin. Ew hejmarek pir, pir hindik e, lê me karîbû. Spas ji bo comerdî û piştgiriya welatên rojavayî: Amerîka, Keneda, welatên Ewropî û nemaze Awusturalya. Me kariye hejmareke mezin ji Sûrî û penaberên din bişînin van welatan. Lê ez dubare dikim, ev ne çareseriya 300 hezar penaberan e. Ev çareserî ye ji bo wan kesên ku bi rastî rewşeke gelek taybet di jiyana wan de heye û nikarin çareyekê li Herêma Kurdistanê peyda bikin û çareserî li welatê sêyem e, wek welatên rojava, Amerîkaya Bakur, Ewropa û Awustralya. Îcar em dê vê bernameyê bidomînin, lê ne bernameyek e ku alîkariya 300 hezar kesî bike. Bi giştî, di nav her komeke kesên penaberên cîhanê de, kêmtir ji 1%ê penaberan ji niştecîkirina dubare û derfeta şandina ji bo welatekî din, sûdmend dibin. Kêmtir ji 1%.
Rûdaw: Hejmara penaberên Îranê û Sûriyê yên ku we şandine welatên sêyem li ber destê te heye?
Jean-Nicolas Beuze: Pirsgirêk şandin e. Em dosyayan amade dikin û pêşkêşî welatên wan dikin, lê ji ber vîrûsa koronayê her tişt dereng maye. Ne rêwîtî hebû, ne jî balafir difiriyan. Bi rastî, ev jî ji bo wan kesan pirsgirêk bûn ku bigihin wan welatan. Loma ji hêla derketina ji Herêma Kurdistanê em hinekî dereng man, lê em behsa 10 hezar kesan dikin ku her sal ji wir derdikevin, çimkî pêwîstiyên wan ên taybet û şert û mercên jiyana wan hene, ku tê wateya ku pêwîstiya wan bi dîtina çareseriyê li welatekî sêyemîn heye. Loma ev ne hejmareke hindik e. Bi rastî, li gor tevaya nifûsa penaberên Herêma Kurdistanê ev yek e. Li seranserê cîhanê, yek ji rêjeyên herî zêde ye. Em behsa hejmareke mezin dikin, ku li gor Lubnan, Urdun û Tirkiyê, hejmareke pir mezintir a Sûriyan li vir dijîn.
Rûdaw: Rewşa Sûriyê di vê demê de guncaw e welateke weke Iraq, Tirkiyê yan jî welateke din penaberên wî welatî vegerînin?
Jean-Nicolas Beuze: NY bi giştî û UNHCR di wê baweriyê de ne ku rewşa Sûriyê ji bo vegera penaberan ne alîkar e. Em di wê baweriyê de ne ku tundûtûjiya mirovî û bêîstiqrarî heye loma xelk nikarin bi ewlehî vegerin ser malên xwe. Tevî vê jî pirsgirêka serke ya nûavakirina Sûriyê heye. Ew ê vegerin çi? Vegerin gundên wêrankirî, nexweşxane, dibistan û kargehên wêrankirî yan zeviyên mayinkirî û zeviyên xopankirî? Loma rewş ji bo wan ne alîkar e ku vegerin. Lê rojekê ji rojan, bi îzna Xwedê, dê rewş biguhere û aramî peyda bibe, dê vegera xelkê ji bo Sûriyê misoger bibe û dê tu kes neyê paşguhkirin û tol ji kesî neyê standin û dikarin herin xaniyên xwe û ser zeviyên xwe û dikarin zarokên xwe bişînin dibistanan. Dema ku nexweş dikevin, dikarin çareseriya pizîşkî bi dest bixin. Lê di vê demê de ew rewş li wir nîne, nexasim ji bo penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistana Iraqê, çimkî ji sedî 99ê wan ji bakurê rojhilatê Sûriyê hatine ûher kesê ku li nûçeyên Rûdawê yên li ser Sûriyê temaşe bike, pir baş dizane ku rewş li wir ne aram e. Qamişlo ne ew cih e ku her dê û bavek bixwazin zarokên xwe bibin da ku li wir bijîn. Loma di vê demê de, pir girîng e ku divê mafê wan penaberan bê dayîn ku li Herêma Kurdistana Iraqê parastî bimînin. Ez dîsa ji te re dibêjim, ez dixwazim spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê bikim ku ev pêşwazî li penaberan kirin, ew bi cih kirin û heta niha ew parastine heta rojekê vegerin welatê xwe. Dema ku em ji welêt dûr dikevin, bi rêya vê lixwegirtinê, pêwîstiya me bi parastina vê hêviyê heye. Jixwe ev ew tişt e ku em 20ê hezîranê di Roja Penaberan a Cîhanê de pîroz dikin. Em gelekî şanaz in ku em dikarin bibêjin ku Herêma Kurdistanê û Iraqê, gel û saziyên wan karekî balkêş kirine û divê cîhan wek destkeft û dersekê lê binêre ku ji aliyê gelek welatên din ên cîhanê ve tê çav lê were kirin.