Abdurrahîm Temel: Di navbera Ocalan û Qendîlê de nakokî hene
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel (Semawî) li ser amadehiyên pêvajoya nû ji Rûdawê re axivî.
Abdurrahîm Temel bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.
Abdurrahîm Temel, îdia kir ku li ser çareserkirina pirsgirêkê di navbera Qendîl û Îmraliyê de nakokî hene û wiha got:
"Belê nakokî hene. Wê gavên xweş bên avêtin. Nakokî bes di navbera Ocalan û Qendîlê de nînin, nakokî di navbera Ocalan û Rojava de jî hene, nakokî di navbera Ocalan û Ewropayê de jî hene. Ez dikarim vê bibêjim.
Di vê projeyê de ne tenê dê meseleya PKKyê çareser bibe. Kurdên ji bilî PKKyê jî dê bibin mixatabên çareseriyê.“
Rûdaw: Rûdaw: Gelo ew bawerî li cem dewletê çêbûye ku dixwaze Pirsgirêka Kurd çareser bike yan jî dixwaze heta Rojhilata Navîn aram bibe Kurdan kontrol bike?
Abdurrahîm Temel: Na na dewlet dixwaze vê çareseriyê ava bike. Ev yek wekî proje hatiye avakirin, ev ne ji bo hesabên îro hatiye amadekirin.
Rûdaw: Pêvajoyê di meha 5an a 2023yan de dest pê kir. Kê dest pê kir çawa dest pê kir?
Abdurrahîm Temel: Haziriyê wê hat kirin. Proje û pêvajo hat nivîsandin. Yanî birêz Bahçelî ji ber xwe ve ev gotin nekirin. Ev gotin ne yên îro ne. Salek e haziriya wê tê kirin. Beriya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan amadekariyên vê pêvajoyê hatin kirin. Gav bi gav proje meşiya.
Beriya bi 2 mehan min di hin roportajên televîyonên Ewropayê de behsa vê projeyê û pêvajoyê kir. Min beriya bi 2 mehan eşkere kiribû ku hem birêz Bahçelî û hem birêz Erdogan vê pêvajoyê bînin ziman.
Rûdaw: Birêz Semawî we gotiye, Ocalan 2 name nivîsandine û ew her du name gihiştine Qendîlê. Çi ne ew name? Te bi xwe ew name dîtine?
Abdurrahîm Temel: Belê name hatine û hevdîtin jî hatine kirin. Bi telefonan hevdîtin jî hatine kirin û name jî gihiştine PKKyê û Rojavayê û gihiştine gelek cihan.
Di wan nameyan de fikrên Ocalan hene. Ji xwe Ocalan bi xwe ew name nivîsandine.
Rûdaw: Ocalan di wan nameyan de ji Rojavayê Kurdistanê û Qendîlê çi xwestiye û ji wan re çi gotiye?
Abdurrahîm Temel: Ez aniha nikarim naveroka peyaman bînim ziman. Şewira xwe dikin yek û li hemberî dewleta Tirkiyeyê gotina xwe bikin yek û ji bo pêvajoyê gavan biavêjin û danûstandina wan heye.
Ez wisa texmîn dikim ku wê di rojên pêş de di navbera Qendîlê û Rojava de heyetek here û were.
Abdurrahîm Temel: Ez dixwazim çend gotinan li ser vê projeyê bibêjim. Ev projeya 15-16 meh in devleta Tirkiyeyê amade kiriye ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdên Tirkiyeyê ye. Li gorî projeyê wê tifaqa mezin bi Kurdên Rojhilata Navîn re were avakirin dê tifaq bi Kurdên Rojhilat, Rojava û Başûr, Bakur re were avakirin. Haziriya vê projeyê ev e. Ez dixwazim vê bînim ziman.
Rûdaw: Dê Kurd ji vê pêvajoyê çi qezenc bikin? Dibêjin, bila PKK çekan dayne. Wekî nimûne dê hebûna Kurdan di destûrê de were mîsogerkirin. Gelo dê perwerdeya bi Kurdî dest pê bike? Ev hemû dê vi vê projeyê de hebin?
Abdurrahîm Temel: Di vê projeyê de ev hemû hene. Di destûrê de wê Kurd wekî qewmekî bira û yeksan wê cih bigire. Gav bi gav dê zimanê Kurdî di medreseyan de di dibistanan de were bicihkirin û were çareserkirin.
Hikûmeta Tirkiyeyê dê di avêtina gavan de bazarê neke û ew dê ji aliyê xwe ve û ji ber xwe ve gavan biavêje.
Rûdaw: Çûnûhatina Îmraliyê kengî dest pê kiriye? Şandeyên dewletê ji kengî ve diçin Îmraliyê?
Abdurrahîm Temel: Ew her demê diçin ne ku vê demê diçin û tên. Hezîrana sala borî jî çûnûhatin çêbûn. Di meha tîrmehê jî de çûnûhatin çêbûn.
Di van demên dawî jî de 3 rojan li ser hevdû çûnûhatin çêbûn.
Tu dizanî ji xwe doh jî biraziyê wî malbata wî çû cem wî.
Rûdaw: Di wan şandeyan de kî cih digire? Kesên wekî te jî di wan şendeyan de cih digirin?
Abdurrahîm Temel: Mirov nikare aniha wan navan eşkere bike. Piştî bi demekê dê dewlet eşkere bike ku filankes û filankes çûne û ev ziyaret kirine. Biborin ez bi xwe aniha nikarim bêjim bê ka kî tevlî şandeyê bûne. Bes ez dikarim bêjim gelek kesên ku li ser çareseriya vê pirsgirêkê disekinin diçin û tên ez dikarim vê ji we re bibêjim.
Rûdaw: Wekî ku tê gotin nakokî di navbera Qendîl û Abdullah Ocalan de heye?
Abdurrahîm Temel: Belê nakokî heye. Wê gavên xweş bên avêtin. Nakokî bes di navbera Ocalan û Qendîlê de nînin, nakokî di navbera Ocalan û Rojava jî de hene, nakokî di navbera Ocalan û Ewropayê jî de hene. Ez dikarim vê bibêjim.
Di vê projeyê de ne tenê dê meseleya PKKyê çareser bibe. Kurdên ji bilî PKKyê jî dê bibin muxatabên çareseriyê.
Rûdaw: Dê Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhiatê Kurdistanê kî bibe muxatab?
Abdurrahîm Temel: Dê tevî hemû bibin muxatab. Kurdên Rojhilata Navîn hemû dê bibin muxatabê vê çareseriyê.
Rûdaw: Dê wekî berê desteya aqilmendan were avakirin?
Abdurrahîm Temel: Belê ez wê bibêjim, dê meclîsa aqilmendan a ku ji 300 kesî pêk tê were avakirin. Bi dilxweşî ez dikarim wê bibêjim.
Rûdaw: Kurdên ji parçeyên din jî dê di wê meclîsê de cih bigirin?
Abdurrahîm Temel: Kurdên dîasporayê, yên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hemû wê di vê meclîsê de cih bigirin û çareserî dê di vê meclîsê de were avakirin. Kêfxweşiya me ew e. Ya rast ev me kêfxweş dike.
Rûdaw: Gelo ew êrişa doh a li Enqereyê dê rê li ber vê pêvajoyê negire?
Abdurrahîm Temel: Na nagir e. Li herdu aliyan hem li nava Kurdan hem li nava dewletê yên ku ji vê çareseriyê naxwzin hene. Bêguman ew kesên ku dê çareseriyê nexwezin dê her hebin. Dê ew yek rêliber vî karî negire. Di wî warî de ti tirsa min nîne.
Rûdaw: Piştî wê êrişê Tirkiyeyê yekser êrişî Rojavayê Kurdistanê kir. 12 kes ji ber wan êrişan hatine kuştin û piraniyê wan sivîl in. Ev yek wisa dike ku kîn û kîndarî zêdetir bike. Ev dê bandorê li pêvajoyê neke?
Abdurrahîm Temel: Dê gav bêne avêtin û bi baweriya min dê kîn û kîndarî zêde nebe. Di wî warî de tirsa min nîne. Ji aliyê dewletê ve dê gavên xweş bên avêtin. Ji aliyê Ocalan jî vê dê gav bên avêtin.
Kurdên me yên Rojhilata Navîn dê gavan biavêjin bi dilxweşî ew ev proje were ava kirin. Heta tu bêjî hêviya min heye.
Rûdaw: Wekî nimûne, Bahçelî dibêje, `yên li Qendîlê bila werin xwe teslîm bikin` ev maqûl e dê Qendîl çawa xwe teslîm bike?
Abdurrahîm Temel: Ev gotinên polîtîk in û dê gavên wisa neyên avêtin. Beriya bi 10 salan Bahçelî gotinên gelekî giran ji Erdogan jî re digotin. Bahçelî gotinên nexweş ji Erdogan re jî digotin. Li gorî min ev gotin jî ne pirsgirêkên mezin in li pêş me.
Bes dê rojek were Ocalan dê biçe Parlamentoya Tirkiyeyê û dê biaxive û peyama xwe bide. Ne tenê Ocalan dê rewşa yên li Qendîlê jî were çareserkirin.
Rûdaw: Çareseriya Qendîlê çi ye? Wisa diyar e haya te ji bernameyê û projeyê heye? Ew gerîlayên ji Qendîlê dakevin dê çawa çekan deynin û dê çawa dakevin?
Abdurrahîm Temel: Proje wê di nava 5 salan de wera avakirin. Proje dê gav bi gav bimeşe. Heta ku gelê Tirkiyeyê û Kurd ji projeyê re amade bibin dê gav bi gav proje were avakirin. Erê rast e Kurd aştiyê dixwazin. Di mejiyê xelkê de gelek pirs hene. Pirsgirêkên Tirkan jî pir in. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin tu nikarî Qendîlê bînî Enqereyê, kesekî bibe cihekî din. Ji wext lazim e. Di nava projeyê de 5 sal bername hatiye çêkirin. Di nava 5 salan de dê ne tenê ji bo yên ku li Qendîlê ne yên li dîasporayê jî dijîn dê vegerin û rêya vegerê ji bo wan jî vebe.
Rûdaw: Gelo dê statuya Rojavayê Kurdistanê dê çi be? Dê bihêztir bibe wekî xwe bimîne yan belav bibe. Li gorî wê projeyê dê aqûbeta Rojavayê Kurdistanê dê çi be?
Abdurrahîm Temel: Di projeya Rojhilata Navîn de erdnîgariya Kurdan a li Rojhilata Navîn dê bi awayekî adil di destûrê de cih bigire û ew dê bên naskirin. Dê projeyeke ku dengeya cihanî biguherîne were avakirin. Hikûmeta Tirkiyeyê, dewleta Tirkiyeyê ew daye ber çavên xwe. Çi were pêşiya dê dê jê venegere. Ez vê dizanim bi projeyê dizanim Tirk ji vê projeyê venagerin. Statuya Rojava dê bi Tirkiyeyê re were avakirin. Ocalan dê wê rêyê ji wan re veke. Nizanim gelo min anî ziman an na. Statuya Rojava xirab nabe. Dê statuya wê bi Tirkiyeyê re were avakirin û dê danûstendinên destûrî û hiqûqî bên meşandin û wisa birêve bibin.
Rûdaw: Rojava bi awayekî fermî girêdayî Sûriyeyê ye. Gelo dê rejima Sûriyeyê vê rewşê çawa qebûl bike?
Abdurrahîm Temel: Di nava 5 salan de dewletek bi navê Sûriyeyê dê li Rojhilata Navîn nemîne dê di dîrokê de nemîne dê dewleteke biçûk li Şamê û Lazqiyeyê hebe bi navê Sûriyeyê. Em dikarin bibêjin ku dewleta Sûriyeyê nemaye.