Petrosyan: Kurd, Êzdî û Ermenî xwedî ezmûna jenosîdê ne

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Beşa Pêwendiyên Kurd û Ermeniyan li Zanîngeha Yerîvanê Vehram Petrosyan diyar dike, ku jenosîda bi ser gelê Ermen de hat yekemîn jenosîda mezin a sedsala bîstan bû û dibêje: “Ezmûna Kurd, Êzdî û Ermeniyan a jenosîdê heye, niha em hemû dixwazin baştir fêm bikin ka çi qewimî û divê niha çi bê kirin.”

 

Vehram Petrosyan, ku li Hewlêrê beşdarî Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Jenosîda Kurdên Êzdî bû, behsa ferq û cudahiyên di navbera jenosîda Kurdên Êzdî û yê gelê Ermen de dike û dide xuyakirin, bi tevê vê yekê jî ji bo jenosîd nasandina komkujiya li hember Kurdên Êzdî divê stratejiyek were danîn.

 

Petrosyan di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa tawana jenosîdê, qonaxên wê, herwiha kar û xebata ji bo bi jenosîd nasandina tawanên komkujiyan û hewldanên hikûmeta Ermenîstanê kir.

 

Xala hevbeş a di navbera komkujiya Kurdên Êzdî ya gelê Ermen de çi ye?

 

Bi rastî dema em tên ser mijara jenosîdê, hin caran pispor dixwazin jenosîdan bidin ber hev. Lê nabe em tenê xalên hevbeş ên wan jenosîdan bibînin. Lê divê em xalên cuda jî bibînin. Ezmûna Kurd, Êzdî û Ermeniyan a jenosîdê heye. Niha em hemû dixwazin baştir fêm bikin ka çi qewimî û divê niha çi bê kirin. Bi mêzandina li ezmûna Ermenistanê, divê em pêvajoyê li ser çend qonaxan parve bikin. Yekem mikurhatina bi jenosîdê ye.

 

Duyem, şermezarkirina wê, sêyem girtina rê li ber dubarebûna wê, çarem cezakirina kesên ku destê wan tê de hebû. Di her dozekê de, taybetmendiyên jenosîdê çi dibin bila bibin, divê kar li ser van xalên ku min qala wan kir bê kirin. Li ser cudahiya van jenosîdan, wek tê zanîn jenosîda Ermeniyan yekem jenosîd bû di sedsala bîstan de. Ew jenosîd trajediyeke mezin bû hate serê Ermeniyan. Bandor li ser nasnameya me kir. Lê vêga em li ser meseleyeke din kar dikin ku ew jî hestkirina bi qurbanîbûnê ye. Dema ew hest hebe û trajedî neyê derbaskirin, bandora derûnî çêdike. Ev jî meseleya nasnameyê tîne holê. Eger em li van herdu jenosîdan binerin, di herdu dozan de heman pirsgirêk hene, lê riyên cuda ji bo reftara bi bandorên jenosîdê re hene.

 

Ji bo tawanên DAIŞê li hember Kurdên Êzdî kirine wek “jenosîd” werin naskirin, dikarin çi waneyê ji jenosîda Ermenan werbigrin?

 

Bi baweriya min, cudahiyeke mezin di navbera wan herdu jenosîdan de heye. Çima? Cudahiya mezin ew e ku jenosîda serdema Împeratoriya Osmanî ji aliyê dewletê ve hat pêkanîn. Lê jenosîda Êzdiyan ji aliyê DAIŞê ve hat pêkanîn. Her çiqasî navê wê Dewleta Îslamî ye, lê ne dewlet e. Lê wek min qal kir, em dikarin sûdê ji ezmûna me werbigirin ji bo lêmikurhatina wê. Eger ez herim ser pirsa te ka gelo em çawa dikarin wê ezmûnê bikar bînin, bersiva min her ew e ku min di bersiva pirsa yekem de qal kir. Lazim e plank hebe, stratejiyek hebe. Nexşeyeke taktîkî hebe. Nabe kar tenê bi hest û sozan bê kirin, lê divê stratejiyek hebe ku pêwist e çend pêngavên taktîkî li xwe bigire. Divê li gor zagonên navdewletî be. Herwiha pêwist e metodên cuda li ber çav bên girtin. Wek min qal kir, divê ew qonax bên birrîn, çiqasî zûtir be jî baştir e. Di doza Kurdên Êzdî de, pirsgirêkek heye ew jî ew e ku ew hîn jî dinalînin, kovana wan xilas nebûye. Pêwist e berî her tiştî em vê rawestînin û em vê kêşeyê çareser bikin. Dûre em herin ser nehîştina bandorên wê.

 

Niha ji bo komkujiya li hember Kurdên Êzdî wek “jenosîd” were naskirin, em di kîjan qonaxê de ne?

 

Bi rastî, mixabin em hîn jî di qonaxa yekem a pêvajoyê de ne. Çima? Çimkî mixabin berteka civaka navdewletî pir hêdî û lawaz bû. Her çiqasî sala 2014an biryarnameya Encûmena Ewlekariyê derket jî, lê hikûmeta Amerîkayê sala 2016an li wê yekê mikur hat ku ew bûyer jenosîd bûn. Dûre rapora Neteweyên Yekbûyî bi dû de hat. Di doza jînosîda Êzdiyan de, em çalaktir bûn. Serokê Ermenistanê, rêzdar Sarkîsyan, piştî raporên seretayî li ser mikurhatina bi jenosîdê, bi hevbeşî ligel hikûmeta Ermenistanê, ragihandin ku ew bûyerên ku hatin serê Êzdiyan komkujî ne û jenosîd qewimiye û em wê şermezar dikin. Serok rênîşanderî da wezîrê karûbarên derve û balyozxaneyan daku ligel wê mijarê tevbigerin û civaka navdewletî bidin fêmkirin.

 

Gelo civaka navdewletî ji qerebûkirinê ditirse yan sedem ew e, ku hêj li hember bûyerê bêdengiyek heye?

 

Bi rastî, divê tişt li gor pêvajoyekê bimeşin. Wek mînak, Parlamentoya Ermenistanê biryarek derxist. Li gor wê biryarê ne tenê li jenosîda Êzdiyan mikur hat, lê ew şermezar jî kir. Biryarname cuda ne. Hinek ji wan tenê lê mikur tên. Hinek lê mikur tên û wê şermezar jî dikin. Di hemû biryarnameyan de, tu van çar xalan nabînî ku pêk tên ji mikurhatin, şermezarkirin, herwiha girtina rê li ber dubarebûna wê û cezakirin, dadgehkirina tawanbaran karê civaka navdewletî û hêzên mezin e. Hinek welat ku guh didin dozê û hevsoz in, dikarin lê mikur bên û wê şermezar jî bikin, lê dibe ku ew welat nikaribin rê li ber dubarebûna wê bigirin yan tawanbaran ceza bikin.

 

Parlamento û hikûmeta Ermenîstanê di vê mijarê de ji bo Kurdên Êzdî çi kiriye? Çawa ev dosye gihandiye civaka navdewletî û kar li ser kiriye?

 

Erê, wek min berê jî qal kir, pêngava yekem daxuyaniya serokê Ermenistanê bû. Pêngava duyem biryara Parlamentoya Ermenistanê li ser jenosîda Êzdiyan bû. Pêngaveke din jî pêşkêşkirina alîkariya aborî ji bo Êzdiyan bû. Li Ermenistanê, me koçberên Êzdî wergirtine û me ew li çend navçeyan niştecî kirine. Heta vêga dora hezar kesên Êzdî sitargeha aram li Komara Ermenistanê dîtine. Ji bo me, meseleya Êzdiyan, meseleya Kurdên Ermenistanê û Kurdên Êzdî pir girîng e. Çimkî li Ermenistanê rêjeyeke baş a Êzdiyan heye. Herwiha Kurdên Misilman jî li Ermenistanê hene. Dora 37 hezar Êzdî li Ermenistanê dijîn. Du hezar Kurdên Misilman jî li wir dijîn. Em hemû hewldanan dikin daku rola me di çareserkirina rewşê de hebe. Tişta ji destê me bê, em ê bikin.

 

Ermeniyan çawa karîn çîroka xwe bi cîhanî bikin? Di vê mijarê de Kurd dikarin çawa sûdê ji ezmûna Ermeniyan werbigrin?

 

Berî her tiştî, em ne destpêşxer bûn ji bo pêvajoyê, me tenê dest bi berhevkirina belge û dokumentan kir. Divê dest bi karkirinê bikin, ne tenê li ser wan çavkaniyên berdest, wek bîranînên qurbaniyan, lê dokumentên pêwist kom bikin ku rastiyê teqez dikin. Piştre, bawer bike, wê kesên din jî alîkariya we bikin û pisporên biyanî bên ba we. Wek yek ji hevkarên min di konferansê de behs kir, vêga pisporên biyanî ji xelkê Ermenistanê zêdetir mijûlî jenosîda Ermeniyan e. Tew hejmara pisporên Tirk ji pisporên Ermenî zêdetir e.

 

Ji bo tawanên DAIŞê yên li hember Kurdên Êzdî wek jenosîd were naskirin, giringtirîn belge çi ye?

 

Diyar e mijara herî astengdar ew e ku êşa Êzdiyan hîn jî berdewam e. Roj bi roj, hêdî hêdî, bi awayekî berdewam belge û dokumentan ji dest didin ku çêbûna jenosîdê piştrast dikin. Kêşe ew e ku tevî ku DAIŞ têkçûye jî, lê îdeolojiya wê li ba hinek grûpan maye. Bi baweriya min, pêwist e kar li ser kokbirrîna wê ramanê bê kirin. Pêwist e kesên koçber bûne li navçeyên xwe bên vegerandin, dema însan cihê niştecîbûna xwe ji dest dide, êşa wî berdewam e.

 

Piraniya çekdarên DAIŞê hatine kuştin û piraniya wan deverên ku komkujî lê çêbûne jî hatine wêrankirin. Di rewşeke wiha de komkirina belgeyan ne karekî zehmet e?

 

Bi rastî, mebesta min ji komkirina belgeyan, ne tenê belgeyên DAIŞê ne ku îzbat bikin jenosîd qewimiye. Lê pêwist e hevahengî bi rêxistinên navdewletî re bê kirin wek Neteweyên Yekbûyî û saziyên din, daku li gor stratejiyeke hevbeş kar bikin û bê zanîn niha li ku ne û wê bigihin ku. Berhevkirina belgeyan tenê xaleke pêvajoyê ye. Tişta herî girîng ew e ku têbigihin riyeke dirêj li pêş wan e, pêdivî bi stratejiyê heye, gav bi gav, daku em ji nexşeriya gihîştina çareseriyê têbigihin. Ne tenê nexşeya mikurhatinê, lê belê ya cezakirinê jî.

 

Di konferansê de cenabê te behsa wê yekê kir, ku di salên destpêka sedsalê de Kurdên Êzdî gelek hevkarê Ermenan bûne. Bi nêrîna te ew alîkariya ku îro gelê Ermen ji bo Kurdên Êzdî dikin di asteke pêwîst de ye, yan divê zêdetir jî bikin?

 

Diyar e, erkê me yê exlaqî ye ku em alîkariya wan bikin, tew eger Êzdiyan alîkariya me jî nekiribana di salên 1915 heta 1917an de. Erkê me ye em hevkariya wan bikin ku qurbaniyên jenosîdê ne. Em li Ermenistanê dibêjin cudahî di navbera trajediyan de tune, hemû trajedî tên serê mirovatiyê, ango erkê me ye em kesên yekem bin van jenosîdên bi vî rengî şermezar bikin, her demekê û li her cihekî rû bidin. Li Şingalê be yan li Riwandayê be. Bi rastî em xwe nêzîkî Êzdiyan û Kurdan bi giştî dibînin, trajediyên weke hev hatine serê me. Lewma pêwist e tişta ji destê me bê em bikin. Bêguman me gelek tişt kirine, lê ev ne bes e. Hîn jî pêwist e em hevaheng bin. Ev mijar ne wek bazirganiyê ye, tu bêjî min çiqas bidest xist, ez ê ewqasî bidim. Erkê me yê exlaqî heye û pêwist e em hemû tiştî bikin. Wê çaxê dewleta me nebû. Niha heye. Em dikarin mîna Komara Ermenistanê, mîna dewletê hevkar bin. Bi rastî du dewletên me hene: Komara Ermenistanê û Dewleta Nagorno-Karabaxê. Pêwist e em wek dewlet hevkarê wan bin, ne tenê wek xelkê Ermenî hevkariya Êzdî û Kurdan bikin. Lê Dewleta Ermenistanê û Dewleta Nagorno-Karabaxê, ew Ermeniyên ku li welatên derve ne jî, divê hevkariya Êzdiyan bikin. Ev erkê me ye.

 

Li ser asta hikûmet, Ermenîstanê ji bo ev tawan wek “jenosîd” were naskirin, çi kar kiriye?

 

Serokê berê yê Ermenistanê rêzdar Sarkîsyan, ne tenê li jenosîdê mikur hat û şermezar kir û dest bi belavkirina zanyariyan li ser jenosîdê kir, lê belê wezîrê karûbarên derve agahdar kir, ligel hemû balyozxaneyên me li cîhanê, daku li ser vê meseleyê kar bikin û giraniyê bidin ser vê meseleyê û pêwendiyê bikin bi wan welat û aliyan re ku hevsoz in û dest bi hevahengiyê li ser vê meseleyê bikin. Herwiha alîkariya koçberan bikin. Ne tenê bi gotinan, lê belê bi pratîkê. Li ser asta navdewletî ez şanaziyê dikim ku Ermenistan yekem welat bû ew zanyarî belav kirin. Parlamentoya Ermenistanê wek yekem dewleta endama Neteweyên Yekbûyî biryarname derbarê jenosîda Êzdiyan qebûl kir.

 

Bêguman ev mijareke pir girîng e li ser asta navdewletî. Hikûmeta Ermenistanê û Ermeniyên li derveyî welêt hemû hewldan kirin ji bo wergirtina koçberan li Ermenistanê. Niha Kurdên Êzdî li Ermenistanê hatine niştecîkirin, bi dilê wan e jî ku ew li Ermenistan û Gurcistanê niştecî bin. Ligel hikûmeta Gurcistanê jî hevahengiya me heye ji bo niştecîkirina Êzdiyan. Li Gurcistanê jî civakeke mezin a Êzdiyan heye. Yanî tişta ji destê me tê em dikin. Bêguman hertim ew hesta me heye ku em dikarin karên zêdetir jî bikin. Rast e vêga kabîneyeke nû ya hikûmeta me heye, lê kabîneya nû jî ragihandiye ku xelkê Êzdî û meseleya Êzdiyan wê cihê guhdaneke taybet bin di siyaseta derve û navxweyî de. Bi baweriya min ev tiştekî girîng e.

 

Niha DAIŞ nemaye, erkê hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê di vê mijarê de çi ye, divê ew ji bo vê yekê çi bikin?

 

Weke min berê jî got, rast e DAIŞ têkçûye, lê şerê îdeolojî hîn jî li dar e. Hîn jî hejmareke zêde ya Êzdiyan li ba DAIŞê girtî ne, ku pêwist e bêne azadkirin. Ev pirseke girîng e. Pêşî, pêwist e hevahengî li ser vê mijarê di navbera hikûmeta Bexda û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe. Mixabin vêga rewşa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ne baş e. Ez hêvîdar im hemû tişt ber bi başbûnê ve here û ez çend xalên erênî jî dibînim. Divê hevahengî hebe.

 

Tişta ku wiha li min dike ez zêde ne hêvîdar bim ew e ku pêwendî ne pir baş in. Hîn jî gelek pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene ku nehatine çareserkirin. Mebesta min di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê de ye. Ev wiha dike ku hebûna hevahengiyê tiştekî zehmet be di navbera wan de li ser her mesele yan kêşeyekê, mijara Êzdiyan jî di nav de. Divê berî her tiştî hevahengî hebe. Pêwist e ev di ajendaya herdu hikûmetan de hebe. Vêga ne dema wê ye lomeya kesî bê kirin. Pêkan e dûre gengeşe li ser vê bê kirin. Dema wê yekê ye kêşe bêne çareserkirin. Têbigihin çavkaniya kêşeyan çi ye û çawa bêne çareserkirin.

 

Te got, ku hêj trajediya Kurdên Êzdî berdewam dike, hejmareke mezin li kampan dijîn û li derveyî welat in. Ji bo ew vegerin welatê xwe, çi pêwîste were kirin?

 

Berî her tiştî, hinek zanyariyên me li ser guherîna demografî li Şingalê hene. Ev pirsgirêkeke mezin e. Pêwist e ew guherîna demografî bê rawestandin. Ji ber eger eşîrên Ereb li wan navçeyan bêne niştecîkirin, êdî Êzdî nikarin vegerin navçeyên xwe. Mixabin, vegerandina hemû Êzdiyan nepêkan e, piraniya wan koçî welatên Ewropa û Amerîka û welatên Qafqasyayê kirine. Berî her tiştî divê rê li pêşiya guherîna demografî bê girtin. Rewşa ewlehî ya navçeyê bê bihêzkirin. Êzdî venagerin heta piştrast nebin ku ew karesat dubare nabe. Divê em pêşî rewşa ewlehî bihêz bikin. Parastina jiyana Êzdiyên ku dixwazin vegerin bê misogerkirin. Tevî ku çend kêşeyên aborî hene jî, jêrxaneya navçeyê bi temamî xopan bûye. Kurdistana Iraqê yan Bexda nikarin bi tenê jinûve ava bikin, lewma divê hevahengî di navbera wan de hebe ji bo çareserkirina wan kêşeyan. Wek tê zanîn ew navçe navçeyên cihê nakokiyê ne. Kêşeya darayî û budceyê di navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Ev pirsgirêk ne pêkan e tenê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bên çareserkirin. Pêwistiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştevaniya Bexdayê heye, nexasim piştevaniya darayî.