Salih Gedo: Divê Ciwanên Şoreşger bêne rawestandin
Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo got ku wî hest pê nekiriye ku rojekê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk bûye kelem li pêşiya yekrêziya Kurdî.
Salih Gedo derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de got:
“Em gihiştibûn hin xalên din û li wan xalan rawestiya.
Ez bawer im hin destên ji derve ew rawestandin, ne PYD bû û ne jî ENKSê bû. Destên ji derve nedixwest bibe.”
Salih Gedo da zanîn ku niha hî şandeyeke Amerîkayê hewl dide ku danûstandinên di navbera aliyên Kurdan de ji nû ve dest pê bikin.
Niha jî û îro jî şandeyê Amerîkî hatiye dibêje em dê vê yekê nû bikin, careke din em amade ne van pirsan nû bikin lê dûr ji destên ji derve.
Salih Gedo herwiha diyar kir ku ti pêwendiya Rêveberiya Xweser bi Ciwanên Şoreşger ve nîne û got:
“Ew bi hin aliyên din ve girêdayî ne. Bi hin cihên din ve girêdayî ne.
Rêvebeirya Xweser dibêje ti desthilasta me li ser wan nîne. Pêwîst e bêne rawestandin.”
Gedo herwiha eşkere kir ku dê li Rojavayê Kurdistanê di demeke nêzîk de hilbijartin neyên kirin.
Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo bû mêvanê Rûdawê û bersiva pirsên Dildar Herkî da.
Rûdaw: Birêz Gedo hûn bi xêr hatin.
Salih Gedo: Di nav xêrê de bin, hûn sax bin.
Rûdaw: Tu kengî derbasî Başûrê Kurdistanê bûyî?
Salih Gedo: Berî du rojan.
Rûdaw: Rewş çawa bû?
Salih Gedo: Rewş li Rojava baş e. Aram e.
Rûdaw: Ewlehî baş e?
Salih Gedo: Baş e.
Rûdaw: Ew kesên ku bi biryara lêborîna giştî têne berdan, dibêjin DAIŞî ne. Bi rastî ew kî ne, kîjan DAIŞî ne têne berdan?
Salih Gedo: Bi nrastî ev grûpên ku di rojên dawî de hatin berdan, jixwe ev biryarek e HSDyê û saziyên din ên Rêveberiya Xweser ên wekî MSDyê, ev hemû di vê biryarê de, hevbeş bûn. Ez bawer im, nêzîkî hezar û 200 kesî hatine berdan. Dibêjin, ev yên ku tevlî şer nebûne. Destê wan bi xwîna xelkê nebûye. Ev yek jî li bin bandora şêxên eşîrên Ereban bû.
Evên hatine berdan hemû ji wan eşîrên Ereban in, li herêmên Reqa, Dêrezor û Minbic. Çi girtiyên DAIŞê li Rojava bin, çi li zindanên Rêveberiya Xweser bin, çi li kampên wan bin, Hol û ji bilî Hol, bi hezaran in, bûye problemeke mezin, ji Rêveberiya Xweser re, ango ji hêz û karîna Rêveberiya Xweser bêhtir e.
Bi rastî, dewletên navneteweyî jî guhdanê bi vê pirsê nakin û gelekî li ser nehatiye rawestandin, lewma jî bûye problemeke mezin ji Rêvebeirya Xweser re. Çi pirsên girtiyan bin çi jî pirsên kampan bin divê alîkarî ji dewletên navneteweyî hebe.
Rûdaw: Çi guşar li ser wan bûye ku wan azad bikin? Yan jî sûda Rêvebeirya Xweser ji wê azadkirinê çi ye?
Salih Gedo: Piştî destêwerdana serokeşîrên Ereban û şêxên Ereban, ez bawer im di vî aliyî de, danûstandinek bi Amerîkanan re jî çê bûye û bi Hevpeymaniya Navdewletî re jî çê bûye. Ez bawer im, Rêveberiya Xweser ne li ser hesabê xwe ev biryar daye, bi kêmanî bi Hevpeymaniya Navdewletî şêwiriye.
Rûdaw: Bi we re jî şêwirîn?
Salih Gedo: Na, bi me re neşêwirîn.
Rûdaw: Kesên berdayî, çekdar in yan endamên bê çek ên DAIŞê bûn?
Salih Gedo: Dibêjin ew endamên bê çek ên DAIŞê bûn. Bi rastî, ti zanyariyên me wiha li ser wan nînin lê wiha dibêjin.
Rûdaw: Li Îraqê dibêjin, 470 Îraqî di nav wan hezar û 200 kesî de hebûn. Ev yek rast e, yan tenê Sûriyeyî ne, yên ku hatine berdan?
Salih Gedo: Yên ku berdane, wan gotiye ew Sûriyeyî ne lê dibe ku xelkê Îraqî û xelkê dervayî Sûriyeyê jî di nav wan kesan de hebin.
Rûdaw: Ew kesên ku hatine berdan, hizra DAIŞê li cem wan maye yan nemaye?
Salih Gedo: Wekî ku ez têgihiştime, li kampan û li zindanan, ew hizr heta niha heye. Hizra DAIŞê.
Rûdaw: Kesekî ku tê berdan, me di dîmenan de dît, nîşanekê, ango tiliya xwe ya şahîdeyê bilind kiribû, weke nîşana ku berê ji bo DAIŞê dihat bikaranîn. Ev ne nîşana wê yekê ye ku hîn jî hizra DAIŞê li cem wan heye?
Salih Gedo: Bê guman, hizra DAIŞê li cem wan heye, bê ku tu vê pirsê ji min bikî, ez di wê baweriyê de me ku hizra DAIŞê li cem wan heye.
Rûdaw: Ev ne metirsî ye ku ev hatine berdan, ku hizra DAIŞê mabe?
Salih Gedo: Bê guman metirsiya wan heye. Metirsiya wan li ser herêmê heye, bi taybetî, herêmên ku ew tê de, ango, piraniya wan xelkên Reqa, Minbic û Dêrezorê ne.
Rûdaw: Hûn dixwazin ku yên mayî neyên berdan?
Salih Gedo: Eger tu vê pirsê ji min bikî, evên hatine berdan jî me nedixwest bêne berdan.
Rûdaw: Tu bawer dikî ku HSD bi Amerîka re şêwiriyê ji bo berdana wan?
Salih Gedo: Ez bawer im, ev yek ne bêyî Amerîka bûye. HSDyê pirseke bi vî awayî, DAIŞ û berdana hezar û 200 kesî, ez bawer nakim, bêyî Amerîka ev gav hatibe avêtin.
Rûdaw: Ew kesên li Kobaniyê hatibûne revandin, dibêjin hinek di nava wan girtiyan de ne, ev rast e? Lêkolîn hene?
Salih Gedo: Me jî wiha bihîstiye lê tiştekî sererast li cem me heta niha nîne.
Rûdaw: Çima Asayişa Rêveberiya Xweser nikare lêkolîn di nav wan girtiyan de bike?
Salih Gedo: Ev pirs girêdayî rewşa Asayişê ye.
Rûdaw: We daxwaz nekiriye?
Salih Gedo: Na.
Rûdaw: Çima we daxwaz nekiriye?
Salih Gedo: Çima me daxwaz nekiriye, ev karê Asayişê ye. Ez bawer im asayiş vê pirsê baş dizane.
Rûdaw: Lê pêwîst e ew malbatên Kobanî û malbatên ku mirovên wan hatine revandin, li cem DAIŞê ne, dibe ku bixwazin çarenivîsa wan bizanibin.
Salih Gedo: Bê guman. Ne tenê mirovên wan lê hemû xelk, çavên wan li wê yekê ye ku tiştekî li ser wan kesên ku hatine revandin bizanibin lê heta niha tiştekî wiha nîne.
Rûdaw: Hinek caran guman tê kirin, revandiyên Kurdên Êzidî jî di nava wan girtiyan de bin. Çend kes jî derketin.
Salih Gedo: Bê guman.
Rûdaw: Çima lêkolîn nayê kirin?
Salih Gedo: Bê guman. Ez bawer im, di vî aliyî de, lêkolîn baş hatine kirin. Heta niha encamên ku hêzên HSD û Asayişê gihiştinê, dikarîbûn bi sedan xelkên Êzidî û xelkên din rizgar bikin, ez bawer im, heta niha jî hewldan dibin.
Rûdaw: Agahî hene çend girtiyên DAIŞî li Rojavayê Kurdistanê hene?
Salih Gedo: Ez hejmara wan nizanim lê ez dizanim bi hezaran in.
Rûdaw: Em biçin ser mijara Diyaloga Kurdî – Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê. Dema em dibêjin Kurdî – Kurdî, Kurd li hev in lê partiyên wan ne li hev in. Niha îro tu li Hewlêrê yî û tu hevpeymanê Rêveberiya Xweser î, yê PYDyê yî wekî mînak. We bi hatina xwe peyamek ji bo Hewlêrê aniye?
Salih Gedo: Bi rastî ez ne bi hatineke siyasî hatime Hewlêrê. Ez ji bo tenduristiya xwe hatime. Lê ji vî aliyî ve, çi tiştê ku alîkar be ji bo yekrêziya Kurdî, ez amade me bikim.
Rûdaw: Plana te heye tu kesekî bibînî?
Salih Gedo: Dema ku birader amade bin, ez amade me wan bibînim.
Rûdaw: Tu dixwazî aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSyê bibînî?
Salih Gedo: Em wan dibînin, em aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî dibînin. Li Rojava em wan dibînin. Têkiliyên me yên civakî normal in.
Rûdaw: Ji bilî têkiliyên civakî, têkiliyên siyasî hene?
Salih Gedo: Têkiliyên siyasî nînin. Mixabin.
Rûdaw: Duh Berdevkê ENKSyê got, danûstandinên me gelekî baş çûbûn lê em nizanin çima PYDyê ew danûstandin têk dan. Çima danûstandinên salên borî xirab bûn ku Amerîkiyan serperiştî û navbeynkariya wan dikir?
Salih Gedo: Ez endamê şanda danûstandinan im, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û Berdevkê ENKSê jî endam e, kak Fêsel jî endam e. Bi rastî min hest pê nekiriye ku rojekê PYD bûye kelem li pêşiya yekrêziya Kurdî.
Rûdaw: Kî kelem e?
Salih Gedo: Min hest pê nekiriye ku bûye kelem. Civîna dawî me lidar xist, ji sedî 40-50 bi diyalogê bi encam bûbû.
Rûdaw: 40 -50
Salih Gedo: Mebesta min, ji sedî 40î heta 50î bi encam bûbû. Heta lêvegera Kurdî jî me biserî kiribû.
Rûdaw: Çi tişt bûn we li ser wan li hev kiribû? Çi bûn?
Salih Gedo: Nerîna siyasî, me li ser li hev kiribû. Me lêveger (meci’yet) dirust kiribû û biserî kiribû. Ev gelekî girîng bû. Lêveger ji her du aliyan û ji kesên serbixwe. Em gihiştibûn hin xalên din û li wan xalan rawestiya. Ez bawer im hin destên ji derve ew rawestandin, ne PYD bû û ne jî ENKSê bû. Destên ji derve nedixwest bibe…
Rûdaw: Ew dest kî ne?
Salih Gedo: Ez bawer im bêhtir rola Îtîlafê tê de hebû. Îtîlafa Stenbolê, rola Tirkan tê de xurt bû, wan nehişt ev pirs bi ser bikeve. Lê ne PYD bû wekî ku ew behs dikin. Niha jî û îro jî şandeyê Amerîkî hatiye dibêje em dê vê yekê nû bikin, careke din em amade ne van pirsan nû bikin lê dûr ji destên ji derve, ango divê em vî hisabî bikin.
Rûdaw: ENKS jî dibêje, dema em diçin danûstandinan, tên baregehên me dişewitînin, şahiyên me yên Newrozê û yên neteweyî têk didin, ala me dişewitînin, ala Kurdistanê dişwitînin di çirînin.
Salih Gedo: Em ne bi van tiştan tevan re ne. Şewitandin û ev kiryar tiştekî xirab e, tiştekî kirêt e.
Rûdaw: Naxwe van tiştan dike?
Salih Gedo: Tiştekî bê mirês e. Kî li pişt van pirsan be, em her dem dibêjin, ev cihê şermezarkirinê ye û tiştekî ne baş e. Em jî di vê pirsê de, alîkar in. Gelekî li ser vê pirsê rawestiyane. Ev çîrok gerek ji aliyê hin kesan ve bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî bin, divê raweste.
Rûdaw: Dibêjin ew Ciwanên Şoreşgêr in.
Salih Gedo: Belê, belê.
Rûdaw: Ew Ciwanên Şoreşgêr ser bi Rêveberiya Xweser in?
Salih Gedo: Ti pêwendiya Rêveberiya Xweser bi wan nîne. Ew bi hin aliyên din ve girêdayî ne. Bi hin cihên din ve girêdayî ne. Rêvebeirya Xweser dibêje ti desthilasta me li ser wan nîne.
Rûdaw: Naxwe çima PYD û HSD nikarin wan rawestînin?
Salih Gedo: Pêwîst e bêne rawestandin. Pêwîst e hewldan bê kirin ji bo vê pirsê ku ev kiryar bêne rawestandin.
Rûdaw: We daxwaz ji PYDyê kiriye ku pêwîst e Ciwanên Şoreşgêr rawestînin?
Salih Gedo: PYD jî wekî me dibêje. Dibêje, em ti desthilata me li ser Ciwanên Şoreşgêr nîne.
Rûdaw: Tu vê bawer dikî?
Salih Gedo: Ew dibêje, wekî partiyekê, tiştekî me û Ciwanên Şoreşgêr bi hev re nîne. Tu dikarî bibêjî, ew hêzeke taybet e.
Rûdaw: Tu bi xwe bi vê gotinê bawer dikî?
Salih Gedo: Ez hin tiştan dizanim û di wê baweriyê de me ku ti destê PYDyê di nav wan de nîne.
Rûdaw: Ew tişt çi ne, ku tu dizanî û behs nakî û PYD behs nake?
Salih Gedo: Na, na, ne ku behs nakim. Lê ez dizanim ti desthilata PYDyê li ser Ciwanên Şoreşgêr nîne û nikare tiştekî wiha bike.
Rûdaw: Ango Ciwanên Şoreşgêr li derveyî wan yasayan in ku li Rêveberiya Xweser hene?
Salih Gedo: Ev pirs bê gotûbêjkirin bi Hêzên Asayişê re bi HSDyê re, bi nerîna min, baştir e jê ku bi PYDyê re bê gotûbêjkirin.
Rûdaw: Ciwanên Şoreşgêr hêzeke bi wan karên xwe, li cem xelkê, wekî hêzeke têkder nayê ber çavan?
Salih Gedo: Çawa! Naskirî ne. Ciwanên Şoreşgêr naskirî ne. Ew jî hêzek e ji wan hêzên ku erkê wan parastina herêmê ye. Dema ew bin û destê wan di şewata ofîsan de hebe, ev tiştekî gelekî xirab e û dîsa jî ez dibêjim, ev yek cihê şermezariyê ye.
Rûdaw: Niha daxwazî hene, Amerîkayê bi xwe xwestiye ku hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bêne cem hev û bi hev re nûnin. Mezintirîn hêza li cîhanê ji wan vê dixwaze. Ev ne şansek e ji bo Rojavayê Kurdistanê?
Salih Gedo: Şansekî gelekî mezin e.
Rûdaw: Çima kar pê nayê kirin?
Salih Gedo: Ez bwer im eger vê carê dest pê bike û biser nekeve, dibe karesatek ji Tevgera Kurdî ya Sûrî re. Ne ji gelê Kurd re, gelê Kurd bi yekrêziyê re ye, lê ew bê bawerî bûye, ji ber ku gelek hewldan çêbûn, lê tiştek bi ser neket. Niha ev ya dawî ye. Me ji şandiyê Amerîkî re jî got, em hêvîdar in hûn jî cidî bin, wekî Amerîkan, hûn jî ciddî bin ku hûn vê pirsê bibin serî û eger hêla xwehr ji aliyê me be, hinekî bi xurtî û bi hêz, di vê pirsê de kar bikin û hûn dikarin bibin serî, gelek tiştên jê mezintir hûn dibine serî, êdî hûn dikarin wiha bikin. Bi qasî em dixwazin her du aliyên Kurdî jî di vê pirsê de ciddî bin, da em wê bibin serî û em wan nakokiyên hizbî deynin aliyekî û em li ser paşeroja gelê xwe rawestin.
Rûdaw: Kengî danûstandinên nû destpê dikin?
Salih Gedo: Ez bawer im di van çend rojên bê de dê dest pê bikin.
Rûdaw: Berdevkê ENKSyê dibêje 12 kesên me, li cem Rêveberiyê girtî ne. Hûn kar dikin ji bo ew girtî bêne azadkirin?
Salih Gedo: Em hêvîdar in çi kesê ku ji bo nerîna xwe ya siyasî hatibe girtin, bê berdan. 12 kesên wan girtî ne, rewşeke teyabet li Sûrieyê bi giştî heye, li cem rejîma Sûriyeyê, 570 hezar girtî hene. Ev 12 kesên girtî, bi kêmanî em hêvîdar in bêne birin ber dadgehê, bi rengekî yasayî û li wê derê pirsa wan bê çareserkirin.
Rûdaw: Li cem we, li cem PYDyê, zemîn baş e, xweş e, ji bo careke din danûstandin bi rê ve herin û dest pê bikin?
Salih Gedo: Me nerînên xwe jî da û me got em amade ne.
Rûdaw: Me nas kir ku dibêjin piştî Amerîkayê gotiye em li dijî hilbijartinan e li Rojavayê Kurdistanê û niha dem ne guncaw e, niha biryar hatiye dan ku ew hilbijartin neyên kirin û birêve neçin. Ev rast e?
Salih Gedo: Belê.
Rûdaw: Hilbijartin dê neyên kirin?
Salih Gedo: Hilbijartin nayên kirin.
Rûdaw: Ji bo nûkirina şaredariyan, encûmenan, tiştên heyî, komîteyên heyî, karên din hene bêne kirin, yan hûn dê rawestin heta piştî danûstandinên we li gel ENKSyê bigihêjin encamê.
Salih Gedo: Hin tişt hene, bê guman, pêwîst e guhertin tê de bibin, êdî ji vî aliyî ve kar dê bibe. Tiştên din jî dê bimînin piştî diyalogê, piştî danûstandinê.
Rûdaw: Hilbijartin tenê li ser nerîna Amerîka hatine hilweşandin an we jî dît ku zemîn ne guncaw e.
Salih Gedo: Berî Amerîka bibêje, partiyên Rêveberiya Xweser bêhtir ji civînekê li dar xistin û bi serokatiya PYDyê re jî danûstandin kirin û pêşniyara wan ew bû ku ev hilbijartin bêne rawestandin, ji ber ku rewşeke taybet li herêmê heye û em li bin gefan in, bi tevayî gelekî zehmetiyên rewşê hene. Ev nerîn a piraniya partiyên Kurdî bû.
Rûdaw: Bandora nerîna Amerîkayê jî hebû?
Salih Gedo: Belê Amerîkan jî alîkar bûn û Fransî jî alîkar bûn.
Rûdaw: Fransî jî. Duh kesekî bi navê Kawa Azîzî ji me re got, niha dewriyên hevbeş di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de li ser sînor hene, ev pêşhateke nû ye. Çi li pişt heye?
Salih Gedo: Min jî bihîst, li herêma Dirbêsiyê dewriyeke hevbeş bi hev re li nêzîkî sînor derketibû. Jixwe ew herêm a Kawa Azîzî ye. Gundê wî li wê derê ye. Dibe wî bi çavên xwe dîtibe lê min jî tiştekî wiha bihîst. Danûstandin di navbera rejîmê û Rêveberiya Xweser de ranewestiyaye lê berdewam danûstandin hene.
Rûdaw: Ew danûstandinên ewlehî ne, aborî ne, yan siyasî jî berdewam in?
Salih Gedo: Na, na. Bêhtir yên ewlehî û aborî ne, ji ber ku rewşa herêmê dixwaze ku ew têkilî hebin. Eger ew têkilî nebin, gelek tişt hene dibe têk herin. Gefên Tirkan jî yek ji sedemên ku ev danûstandin hebin.
Rûdaw: Dibêjin, hikûmeta Sûriyeyê bi 150 milyon dolarî deyndara Rêveberiya Xweser e, ew jî pereyên petrolê ne. Ev rast e?
Salih Gedo: Ez pirsên girêdayî pereyan nizanim. Dibe. Eger e lê ti zanyarî di vê derbarê de, li cem min nînin.
Rûdaw: Hinek pêşbînî tên kirin ku dîsa Trump bibe serokê Amerîkay. Eger Trump vegere, ji bo we pirsgirêkeke mezin çê dibe, wekî Rojavayê Kurdistanê?
Salih Gedo: Ne ji bo helwesta Terump ji pirsa Kurdî lê ji bo Trump wekî nerînên siyasî, wekî serokê Amerîkayê di paşerojê de û berî çend salan jî serokê Amerîka bû. Ez bawer im dewleteke wekî Amerîkayê mezintir e ji wê yekê ku kesekî wekî Trump bibe serokê wê. Ne ji bo helwestên wî ji Kurdan lê ji bo helwestên wî ji cîhanê tevî. Ez hêvîdar im ku kesekî, aqilmendekî baş ku bikaribe serokatiya Amerîkayê bike, di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji Partiya Demokrat be yan ji Partiya Komarî be.
Rûdaw: Wekî ku diyar e, tê pêşbînîkirin ku Trump dîsa bê. Hûn xwe ji bo serdemeke nû ya Trump amade dikin?
Salih Gedo: Bê guman, bê guman. Roja hewla terorkirina wî hate kirin, ez bawer in, general Mazlûm Ebdî jê re birûskek şand.
Rûdaw: Rewşa xelkê li Rojavayê Kurdistanê çawa ye, ji ber ku tu nû ji wê derê hatiyî, ez dixwazim vê yekê diyar bikim.
Salih Gedo: Rewşa aborî bi awayekî giştî, ne baş e, dorpêç li ser herêmê heye, herêm jî herêmeke çandiniyê ye û mûsimê îsal jî genim û berhem ne baş bûn, nirxê genim jî gelekî kêm bû 31 sent bû.
Rûdaw: Birêz Gedo, rewşa xelkên li jêr desthilatdariya Rêveberiya Xweser baştir e yan ya hikûmeta Sûriyeyê?
Salih Gedo: Rewşa xelkê li jêr desthilata Rêveberiya Xweser ji ya xelkên li jêr desthilata hikûmetê bi deh caran baştir e.
Rûdaw: Bi 10 caran.
Salih Gedo: Erê, bi 10 caran baştir e.
Rûdaw: Dibêjin av û elektrîk li navçeyên mixalefeta Sûriyeyê, yên nêzîkî Tirkiyeyê, li Efrîn û cihên din, rewşeke xirab e, bi berhevkirin li gel navçeyên we, navçeyên hikûmetê û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, çawa ye?
Salih Gedo: Li navçeyên hikûmetê jî nînin û li navçeyên Rêveberiya Xweser jî elektrîk gelekî kêm e, bi taybetî li Qamişlo nîne, ew jî piştî ku Tirkan li wan wêstgehên elektîrkê xist, elektrîk gelekî kêm û lawaz e û gelekî xelk ji ber dinalin.
Rûdaw: Min got, navçeyên Rêveberiya Xweser ji bo av û elektrîkê baştir in an navçeyên li bin desthilata mixalafeta nêzîkî Tirkiyeyê?
Salih Gedo: Na, li yên Kurdî baştir in. Li yên Rêveberiya Xweser baştir in.
Rûdaw: Hûn çaverê dikin ku Tirkiye û Sûriye (hikûmeta Şamê) li hev bikin?
Salih Gedo: Ji demekê ve, danûstandinek çêdibe, li ser asta îstixbaratî.
Rûdaw: Ji mêj de ev danûstandin hene?
Salih Gedo: Erê, ez bawerr im ev danûstandin ji 2 salan ve ranewestiyane. Di dema dawî de jî aktîf bûne û bêhtir bûne. Guşarek ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê û Serokkomarê Tirkiyeyê û rêvebeirya Tirkiyetê ve gelekî heye ku civînek di navbera Esed û Erdogan de pêk bê. Putin jî roleke wî di vê pirsê de heye. Bi nerîna min dosye gelekî aloz in û gelekî zehmet in û gelekî tevlîhev in. Pirsên koçberan, pirsên Tirkiyeeyê wekî dewleteke dagîrker, dê ji xaka Sûriyeyê vekişe. Dosyeyên gelekî zehmet in.
Rûdaw: Çi ziyana van danûstandinan ji bo Rêvebeirya Xweser heye?
Salih Gedo: Ez bawer im, Rêveberiya Xweser baş vê pirsê dişopîne. Heta niha rejîma Sûriyeyê civînekê di navbera Esed û Erdogan de, qebûl nekiriye. Mercên van hene û mercên wan ew in ku Tirkiye ji xaka Sûriyeyê ku dagîr kiriye, vekişe. Herwiha pirsên koçberan û yên din. Lê Rêvebeirya Xweser jî her ji diyalogê re amade ye, bi taybetî bi rejîma Sûriyeyê re.
Rûdaw: Bi Tirkiyeyê re jî?
Salih Gedo: Heta diyaloga bi Tirkan re jî, ez bawer im Rêveberiya Xweser amade ye ku diyalogê bi Tirkan re bike. Ne tenê amade ye lê belê em dixwazin diyalog bi Tirkan re bibe.
Rûdaw: Bi Tirkyeyê re.
Salih Gedo: Bi Tirkiyeyê re bibe. Problemên ku hene li ser masê, çaresrî ji wan re bê dîtin.
Rûdaw: Gelek spas, Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, birêz Salih Gedo tu li studioya Rûdawê mêvanê me bû.
Salih Gedo: Spas.
Rûdaw: Gelek bi xêr hatî.