Sedam di doza Enfal û Helebçe de bêtawan derket

Hevpeyvîn: Renc Sengawî

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya dadgeha Sedam Husên û serkirdeyên Baes ku her di destpêka rûniştinên wê de dadwerekî kurd bi navê Rizgar Emîn derket, di medyaya kurdî û cîhanî de deng da, heta radeya serokê berê yê dadgeha tawanan a navneteweyî li Lahay dibêje: Karê dadwer Rizgar Emîn kevirê yekê yê guherîneke bingehînî bû di dadgehên Iraqê de, û bi rêya wî dadwerî dadgeha Iraqê ji dadgehên serdema Sedam cihê dibe.

Her di vî alî de serokê Herêma Kurdistanê got: Di navenda yasanasan de rola dadwer Rizgar bilind tê nirxandin. Lê li gor raya giştî û xizmên qurbaniyan rewş berevajî bû. Pirraniya rojnameyên cîhanî jî behsa vê yekê kirin. Rojnameya Dayily Telegraph dibêje: Dadwer Rizgar heta asta lawazbûnê dadwerekî nerm bû, tew ligel Sedam Husên ewqasî lawaqz bû ku hin caran jê re digot: Bibûre ezbenî.

Nivîskarekî iraqî Xalid Sebîh jî got: Çiyayek avis bû û dadwer Rizgar jê za, ew bi awayekî nerm bû ku kontrola dadgehê ketibû destê tawanbaran.

Lê rojnameya China Dayily li ser dadwer Rizgar dibêje: Mirovê serspî yê jîr û aram li dadgeha Iraqê. Rojnameya Los Angeles Times jî dibêje: Piştî heft rûniştinan êdî xwe li ber rexneya desthilatdarn negirt û îstifa kir, dadwer Rizgar kesekî sar û bêdeng e û mîna robot tev digere.

Dadwer Rizgar Emîn di vê hevpeyvînê de behsa hurdekariyên wê dadgehê dike.

Beşê Yekem

 

Rûdaw: Li ser komêntên li jor, tiştek heye tu bêje?

 

Dadwer Rizgar: Dibe ku Guardian peyva ezbenî (sîdî) bi kar neanîbe, çiku gava tu ji tometbar re dibêje ezbenî, wek ku tu jê re bêje filankes. Xala din jî ew e ku..

 

Lê gotina Xalid Sebîh?

 

Xalid Sebîh ne kesekî wiha ye mirov bersiva wî bide. Dibe ku perwerdeya wî rê didiyê bi vî rengî bipeyve, yan dibe ku ew bi xwe yek be ji domkerên çanda şîdetê, çanda di zindanên tarî de ku baweriya wan pê heye xelk berevajî bê daliqandin û îşkencekirin. Baweriya wî ne bi yasa û ne jî bi dadgeha dadmend nîne. Bi rastî ez wî nas nakim, lê min gotarek xwend ku tê de wê yekê rexne dike ka çima ez hemû nehêniyên dadgehê eşkere nakim. Ew kesekî serserî ye, ger na çawa tiştekî wiha li ser kesê li hember xwe ferz dike ku dibe gellek tişt hebe yasa rê nede yan hin prensîb û bingeh hene pêwist e bên bicihkirin. Lewma ew kes ne hêja ye bersiva wî bidim. Yên din, a giring li gor min ew kes in ku ji kar fêm dikin û pisporê yasa ne.

 

Wek kî?

 

Wek serokê dadgeha tawanan a navneteweyî ya Lahay ku wê nirxandinê dike ji min re bawernameyeke pirr mezin e. Herwiha nirxandina cenabê serokê herêmê jî bi heman awayî. Ji xeynî yên din jî ku li peymangehên yasayî û dadwerî, di warê rahênana dadweran de, dadweran perwerde dikin. Ji wan kesan gellek nameyên spasdariyê ji min re hatin ku min prensîbên rast ên dadgehê bi cih anîn. Ev giring e li gor dadwer.

 

Êdî bila em ji berbijarkirina te ji bo dadgeha Sedam Husên destpê bikin. Tu çawa hatî berbijarkirin?

 

Pol Birîmer civata hukim teklîf kir ku wê dadgehê pêk bîne. Wê demê komîteyk pêk anîn û dadwer Dara Nûredîn, Wayîl Ebdilletîf, Ehmed Berak û rehmetî Eqîl Haşimî û birêz Nesîr Çadirçî tê de cî girtin. Divabû ev komîte yasayê amade bike. Dû re ew reşnivîsa ku ji aliyê komîteyê hatibû amadekirin, dan civata hukim û wê jî yasaya hejmar (1) a sala 2003 di 10.12.2003 derxist. Lê bi navekî din çiku pêşî navê wê (Dadgeha tawanan a taybet bi tawanên dijî mirovahiyê) bû, lê di nav xwe de yasayê tawanên navneteweyî li xwe girtibûn wek tawanên cînosayd, tawanên dijî mirovahiyê, tawanên şer û tawana şikandina yasayên iraqî, nemaze yasaya hejmar (7) a sala 1958.

 

Nerînek hebû ku wan bidin dadgeheke navneteweyî

 

Dadgeheke taybetmend dikare van hemû erkan cîbicî bike. Gelo ev ne li dijî yasayên Jinêvê û yasaya dadgeha tawanên navneteweyî ya Lahay ye, çiku bi rastî hin yasanasan guman li ser rewatiya proseya dadgehê danîn?

 

Ev yek e ji wan kêşeyên yasayî ku li pirraniya wan dadgehên ku piştî şerekî pêk tên, derdikevin holê. Sala 1945 heman mesele li Nornburgê hat tevdan ku dadgeheke leşkerî bo tawanbarên şerê duyem ê cîhanê hat sazkirin. Wê demê hat gotin ku dijwar e dadmendî tê de bê parastin, çiku welatên ku di şer de bi ser ketin dadgeh pêk anîne û dadwer û dozgerê giştî û belge hemû li ber destê wan in, lewra ev binpêkirina rewatiyê ye. Derbarê Iraqê jî, pêşî gellek nerîn hebûn li ser pêkanîna dadgeheke wiha, yek ji wan ew bû ku ew dadgeh li Iraqê neyê sazkirin. Nerînek hebû ku wan bidin dadgeheke navneteweyî, hinekan jî digot divê tevlihev be, çend dadwerên derve bi alîkariya NY ligel çend dadwerên iraqî, wek Seralyon û Teymûra Rojhilat. Baweriyek jî hebû ku dadgeh bi tevahî welatî be. Lê di dawî de biryar hat satandin ku dadgeh û dadwer iraqî bin. Lê dikare sûd ji pisporên din were girtin.

 

Lê tu navê Pol Birîmer tînî, ev nayê wateya ku ev dadgeh bi qasî ku senaryo bû ne dadgeh bû. Wek tê gotin ev proseya dadgehê ji serdestiya Amerîka rizgar nebû, her ji biryara sazkirina dadgehê û terxankirina 75 milyon dolaran?

 

Rast e Amerîka tometbar girtine û biryara danîna dadgehê da, tew derbarê biryara neşandina derve ya dadgehê jî dilgiran bû li ser wê yekê ku NY yan civata asayiş razî nebe li ser danîna wê dadgehê, li wê gorê ku Amerîka ji derveyî biryara civata asayiş hatiye Iraqê, lewma diyar e kê dadgeh damezrand.

 

Lê bandora wê li ser karê we û rewatî û birêveçûna wê li gor prensîbên dadgehê, çi bû?

 

Li gor peymana Jinêvê ya sala 1949 welatê dagîrker nikare yasayên welatê dagîrkirî biguhere. Iraq jî ku ket jêr desthilata dewleta dagîrker bi biryara NY bû dewleta dagîrkirî. Vê kir ku ew yasaya ku li gor fermana Birîmer derket, hewldan hat kirin ku di demeke kêm de di sala 2005 de bi rêya parlamentoyê yasaya hejmar 10 a sala 2005 derkeve ku biryara hejmar 1 a sala 2003 betal kir. Dû re yasa di 18.10.2005 de di medyaya Iraqê de hat belavkirin. Ev biryar bû rengek ji çareseriya yasayî bo rewatiya dadgehê da ku dadgeh ji rexneya rewatî û ne rewatiyê bê rizgarkirin.

 

Wek dadwer Rizgar baweriya te bi vê yekê hat?

 

Jixwe fermana pêkanîna dadgehê ne di desthilata Pol Birîmer de bû. Ew fermana ku wî derxist li gor yasaya îdareya dewletê û dû re gava dadgeh hat damezrandin bingeh ji wê hat. Dû re gava bi van pêk hat ew civata niştimanî bû, çiku hatibû hilbijartin, hinekî terazû li dadgehê vegerand.

 

Hinekî?

 

……

 

Di asta bendewariya te de bû?

 

…Nexêr, çiku her di bingeh de gava yasa hat danîn, baweriya min wiha bû ku divê ev dadgeh li jêr sîwana dadwerê iraqî dernekeve, çiku ev yasa gava derket desteyek û yasayeke taybet û dadgeheke taybet û desteyeke şopandinêm ya taybet danî. Ez ligel wê yekê bûm biryarên vê dadgehê herin pêşber dadgeha şopandinê ya Iraqê û di çarçoveya sîstema yasaya Iraqê de bûna. Lewma baweriya min pê nebû ku li derveyî sîstema dadwerî ya Iraqê dadgehek bê damezrandin.

 

Di aliyê derûnî de yasa ciwan bû

Di aliyê derûnî de bo dadwerekî ne giran e here nav proseyekê ku jê ne piştrast be, mebesta min proseya dadgehê ye?

 

Di aliyê derûnî de yasa ciwan bû. Ew prensîbên ku di wê yasayê de hebûn, pirraniya wan prensîbên dadgeha Lahay bûn, hin ji wan yasayan hatibûn wergirtin ku civata asayişa navneteweyî li Yoguslavya û Riwanda danîbûn û ligel pîvanên navneteweyî ne hevdij bûn. Lê kêşe di cîbicîkirinê de bû.

 

Gotinek li ser wê yekê heye ku proseya berbijarkirina dadwerên wê dadgehê bi lihevkirin bû di navbera kurd, şîe û suniyan de. Wek mînak dibêjin tu berbijarê YNK bûyî, dadwer Reûf Reşîd jî berbijarê PDK bû, ji xeynî destêwerdana Amerîka ku tu dibêje jixwe wê ew dadgeh saz kir?

 

Partiyên Kurdistanê destê wan tê de nebû. Jixwe gava dadgeh li Bexdayê pêk hat, doznameyek şandin ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re. Helbet wê demê du hikûmetên me li Hewlêr û Silêmaniyê hebûn. Ez li Silêmaniyê serokê dadgehê bûm. Hingê wezîrê dad ê rêveberiya Silêmaniyê pêwendî ligel min kir, got doz li me kirine em hin dadweran misoger bikin, du dadwer bo tawanan, dadwerek bo şopandinê û 4 dadwer bo lêkolînê, ligel du dozgerên giştî. Heman doz li rêveberiya Hewlêrê jî hatibû kirin. Ango divabû li vir xelk bên berbijarkirin. Êdî kitekit çi ne û çawa bûn derbarê min, dibe ku li vir derfet nebe behs bikim.

 

Gava gotin tu hatî berbijarkirin bo vê proseya mezin, kêfa te hat?

 

Di meseleya cîbicîkirina erkan de, kêfxweşî û acizî tine. Gava pêşî kes neçû, wê demê navê min diyar kirin. Li gor min pir normal bû.

 

Em dadwer in, divê em ji bo her kêşeyekê amade bin

Çi hişt tu erê bikî, di demekê de pirraniya kesên ku doz li wan hatibû kirin, ne amade bûn erê bikin?

 

Çiku em dadwer in, divê em ji bo her kêşeyekê amade bin. Jixwe em ne tenê dadwerên pirsên piçûk û kesên hejar in. Ez li dijî wê yekê me jî ku dadwer bi xwe xwe berbijar bike bo dozekê yan bo kesekî taybet, da ku bikare bi tevahî serxwebûna xwe biparêze û wek erkekî li pirsê binere. Êdî îro li Silêmaniyê ye û sibe li Bexdayê ye ev gotineke din e. Derbarê min, heta niha bo her kêşeyekê li her cihekî doz li min hatibe kirin, bê dudilî çûme.

 

Ango çûna te bo Bexdayê de facto bû ne ku tu ji aliyê YNK hatî berbijarkirin û bi şertê wan?

 

Na, ji aliyê wezareta dad bû. Wezareta dad li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê – rêveberiya YNK bû ev rast e, lê wek partî bawer nakim haya wê jê hebe û ji aliyê YNK pêwendî bi min re nehat kirin bo vê pirsê. Bawer dikim li Hewlêrê jî bi heman awayî bû. Bi rastî wezareta dad wê demê ne di destê PDK de jî bû.

 

Di jiyana xwe de qet te pêşbînî kiribû ku rojekê ji rojan Sedam Husên dadgeh bikî?

 

Bi baweriya min, piştî dagîrkirina Kuwêtê destpêkên hilweşandina hikûmeta Iraqê derketin. Di 2003 de ev bû rastiyek. Di van rewşan de wek dadwerekî mirov sawêr dike here dadgeheke bi vî rengî. Min pêşbînî dikir wê rojekê ji rojan lîderên hikûmeta berê bên dadgehkirin. Diyar bû Iraq di wî şerî de ligel Amerîka winda dike, gava winda jî kir pêşî Amerîka bi navê dîtina çekên tevkuj hate Iraqê. Lê gava ew çek nedîtin, baştirîn tişt guh bide dadgehê da ku hin dozên din derkevin pêş û bi kêmanî da ku hênceta Amerîka ku bi navê dîtina çekên tevkuj hatibû, hinekî winda bibe.

 

Sedam Husên di konsêpta iraqiyan de, nemaze li ba xelkê Herêma Kurdistanê wek lehengê mirinê bû. Behsa yekem dema dîtina Sedam ji me re bike, gava te cara yekê ew dît tu netirsiyayî?

 

(Bi girnijîn) Na, dadwer natirse, nabe bitirse jî, ger em bitirsiyana em nediçûn Bexdayê. Sedam di çend dozên wek Enfal û Helebçe de tometbar bû, lê bi îdama wî re, di aliyê yasayî de hemû dozên ku li ser hatin girtin bêtawan derket, çiku bi mirin a îdama xwe re, her tometbarek li ser dozekê, hemû ew dozên ku li dû wê tên, tên girtin û tu nikarî wî bi tawanekê tometbar bike. Lewma di encamê de Sedam bêtawan ji wan derket.

 

Sedam bê tawan bû yan rêya dadgeha wî gihandina wê derencama bû ku birîna dîrokî ya miletekî bê nixumandin?

Bi sedema darvekirina bi vî awayî sikest. Berî ku kêşe çareser bibin hat darvekirin. Ji aliyê yasayî jî ve, çiku dawî bi jiyana wî hat, hemû ew dozên ku beramberî wî vebibûn hatin girtin.

Te bersiva wê weke pêwîst neda min, ku yekem car te Sedam Husên çawa dît, te çi di rûyê wî de xwendiye?

Kesekî westiyayî bû. Ne bi tenê jî bû, lê belê heşt kes bûn û ew kesê dawî bû ku hate nav holê. Ku hatin hilak diyar bûn. Herwiha gellekî bi xeyd hatbiûn, heta wê demjimêra ku dadgehê destpê kir.

Dilê te bi wan şewitî?

Dilşewitandin bi wateya sozdariya wan, na. Lê ji aliyê mirovayî ve, ku mafê rêzgirtina wan heye û weke tometbar mafê wan li ser dadgehê heye. Min weke çi tometbarekî, di her kêşeyeke asayî de, li wan dinerî. Ti celebê biryara pêşdem di dilê min de nebû. Tew yekemîn kes ku ew anîn hundirû destên wan girêdayî bûn, bi min nexweş bû.

Kî bû yekemîn kes ku anîn hundirû?

Mihemed 'Ezawî bû. Êdî yekser min ferman da ku destê wî vekin. Çiku wek şaşîtiyeke mezin min didît, ku ev bi mebest kirine. Çiku li gor bingehên dadbîniya sizayî, divê tometbar bê bend û zincîr bê nav hola dadgehê.

Yekem car ku hatin hola dadgehê, Sedam û grûpê wî, weke pêwîst rêzdariya we, dadgeh û rûniştinê bi giştî kirin?

Pêşbîniya min bo yekem hatina wan a hundir, ew bû ku wiha dibînin di vê rûniştinê de her tişt bidawî dibe û biryar li  ser wan dedikeve, lewma min hest kir bi xeyd û derûneke nearam hatine hundir. Lê pişt re ku dîtin ev dadgeh e û prensîpa dadgehî peyrew dike, bi taybetî ew ên ku 'igal li serên wan bûn, li derve 'igalên wan ji wan standibûn û bi serê rût ew anîbûn hundir. Nerazîbûna xwe dane xuyanê û gotin ku karekî wiha bi me re kirine û 'igal jî li cem me wateya wê ya mezin heye. Min jî dadgeh ragirt û doz kir ku 'igalên wan ji wan re bînin, çiku berî vê jî min gotibû ku wek her tometbarekî, nabe mameleya neguncaw bi tometbaran re bê kirin.

Lê wan weke pêwîst rêzdariya te digirtin weke dadwerekî?

Erê.

Lê tê gotin ku wan sûd ji mameleya te ya nerm wergirtibûn. Tew bi wan 'igalan soza kolana erebî dilivandin. Herwiha diruşm, gotar û peyama siyasî bi navê urûbetê araste dikrin?

Ew ziyan bû ku 'igalên wan ji serê wan wergirtibûn. Ne pêwîst bû ku ev bi wan re bê kirin. Mixabin hindek caran hindek ji wan tundrewên ku berê be'sî bûn ev reftar dikirin. Her ew jî bûn ku kirin nerêkiyek ji dadgehê re pêk bê. Ev gellekî bi min nexweş bû. Ev ne reftar e.

Ez guman dikim ku (Kurdistanê nwê) bû di dema xwe de, piştî vê dadgehiyê li ser vê pirsê pêwendî bi min re kirin. Eşkere min ji wan re got ku weke çawa destmalê ji serê kurdekî deynin cihê diltengiyê ye li cem min, bi heman awayî eger ev reftar bi erebekî re jî bibe, bi min nexweş dibe. Çiku vê jî weke hêma û cilûbergên xwe dibîne. Herwiha ji ber ku cilûbergekî taybet bo tometbaran nehatibû diyarkirin, tometbar azad bûn li wir çi cilûbergan li xwe bikin.

Lê wan sûda xirab ji vî awayê nerm ê te wernegirtibûn, da ku weke ku hindek kes dibêjin diruşm û gotara siyasî arasteyî derve bikin?

Na. Bi nerîna min, bi awayekî ji awayan, mafê wan hebû ku axaftinên li beramber wan tên gotin, ew jî bersivê bidin. Wek mînak şahidek tê û carê heye axaftinê li beramber wan bilind û nizim dike. Ji bîra te jî neçe ku ev dadgeh sîma û taybetmendiyeke wê ya siyasî hebû, ne tenê dadgeheke yasayî bû.    Ev ne pirsa şerê asayî yê du kesan e, ku yekî yê din kuştibe. Ev pirs girêdayî bû bi kêşeyekê ve. Kêşe jî di bingeha xwe de, rehendeke wê ya siyasî hebû û kêşeya du partiyan bû. Hewldana kuştina serokkomar tê de bû. Herwiha ev kêşe ji aliyekî ve yasayî jî bû.

Ev hemû buhaya wê ne, tu wek dadwer derfetê bidî siloganên siyasî û axaftinê bi aliyekî re bibe?

Li cem min pirr asayî ye. Hejmarek prensîp li cem dadwer hene. Li cem min ev tiştekî asayî ye, çiku vê tana nerewyiyê dida dadgehê. Eger parêzerek vê nebêje wateya wê ye ku ev parêzer şarezayiya wî ya yasayî nîne.

Ev dadgeh li gor yasaya Iraqê pêk hatiye û prensîpên wê hene

Prensîpeke yasayî li cem we heye dibêje "Guman bi yeqînê tê birrîn". Lê ev dadwer bi xwe bi yeqînê ji me re nabêje ku ev dadgeh rewa bû ya nerewa bû. Gelo ji vê nerînê bû ku te derfet dida Sedam ku tanê bide dadgehê, çiku celebek ji rastiyê tê de bû?

Na. Ev taneyeke yasayî bû ji alî parêzeran ve li ser rewayiya vê dadgehê. Dema ku min bersiv jî da ku ev dadgeh li gor yasaya Îraqê pêk hatiye, min got ku pirsa rewayî û nerewayiyê bidawî bûye. Ev dadgeh jî li gor yasaya Îraqê pêk hatiye û prensîpên wê hene. Herwiha desteyeke hilbijartî ew damezrandiye.

Sedam û tometbarên din gihîştine wê baweriyê ku li pêşiya dadwerekî dadperwer û kêşeyeke rewa ne?

Erê. Her ji rûniştina yekem ve. Çiku di rûniştina yekem de çûne nav proseya daiyrkirina birîkaran (wekîlan). Tew hindek ji parêzeran ku amade bûn, hê jî birîkarnameyên wan bidawî nebibûn.

Çi dike ku tu wiha bi bawerî bêjî ew gihîştine wê baweriyê?

Ew gihîştin wê baweriyê, çiku parêzer girtin. Li ber min îmze li ser birîkarnameyan kirin. Wan her xwe bi devkî dadgeh, yan dadwerên wan bi peyrewkirina reftareke dadwerî binav kirin û ev jî pirseke girîng bû. Lewma ez bi hêvî dixwazim ku her dadwerek û tometbarek di her kêşeyê de wiha reftarê bikin, ku baweriya dadperweriya dadgeh û dadwer ji aliyê tometbar pêk bînin. Ev jî buhayê dide wê biryara ku dide, ew a ku di siberojê de derdikeve.

Nihêniya rêzgirtina wan tometbaran bo we çibû, beramber ku te ji wan re digot (Seyid)?

Na. Ya vê ew bû ku tometbar dema hatin nav hola dadgehê, min mafê wan ji wan re xwend.

Mafê wan ew e ku ji tometbarekî re bê gotin Seyid?

Erê pirr asayî ye. Bi berevajî, tê çawa karibî, beramber tometbar, derbîra rêzdariyê bikî? Gotina Seyid bi ji şahidhal re jî tê gotin. Ji xwediyê gilî re jî tê gotin. Ji tometbar re jî.

Lê te ji Sedam Husên re gotî seyid û ji 'Ewad Bender re gotî 'Ewad?

Na ticarê. Heman gotina Seyid min bo tevan bikar aniye. Nabe tu rêzdariya tometbar neke. Ev derbîr e, weke ku min got.

Lê gotina parêzerên nav holê jî, te rêzdariyeke taybet ji tometbar Sedam Husên re kir. Ev haw jî çend caran dûbare bû, beramber hevalên wî, ku hemû weke hev tometbar bûn û di yek qefesa tometbariyê de bûn?

Na, ev ne wiha ye. Çiku tiştekî taybet derneket heta ku ev haw derkeve. Dibe ku ji aliyê derfeta axaftinê, ew ên din pirr doza axaftinê nekiribin û Sedam bêhtir doz kiriye û bêhtir derketiye. Her kesekî doza axaftinê kiribe min derfet jê re daye.

Divê em kultûr biguherin ku dadwer rûne û kes nikaribe bilive

Êdî ew ê ku bêhtirîn axaftina wî hebe kontrola rûniştinê dike yan divê dader kontrola wî bike?

Na. Weke ku min got, kê doza bêhtirîn derfetê kiribe bêhtir axifiye. Lê eger bihata hestkirin ku ji rêya dadgehê derdikeve hingê dihat hişyarkirin. Li cem me kultûrek heye derbarê pirsa dadgehê. Ev kultûr di nerîna min de bêhtir li dadgeha gel belav bûye. Xelk ku ji TV ve dadgeha serdema şahinşahiyê dîtine çawa dadwer sixêfan dike. Dozdaran jî tev axaftin dikirin. Xelkê jî werîs hildidan bo qirika tometbarên serdema şahinşahî. Xelkê çav li van tiştan kirine. Ev di kultûra dadweriyê de şaşîtiyeke mezin e. Bi rastî ticarê baweriya min bi vî celebî ji kultûrê nîne. Ez dixwazim em vê biguherin û mirov li nav proseya dadgehkirinê birêz be. Egera bêtawanbûnê yek ji wan egerên ku divê dadgeh, bo tometbar, li ber çavên xwe bigire. Tu mafê te nîne ku filan kes serokê Îraqê bû û niha ketiye. Bingehek heye bi navê (Egera bêtawanbûnê), divê tu bide ber çavên xwe û wiha binerî ku her kes pak û bêtawan e, da ku di proseya dadperwer û dadgeheke eşkere, zelal, serbixwe û paqij de, tomet li ser teqez dibe.

Ev beramber her kesekî heman tişt e. Lê tu kesekî bîne ku bibîne ku nabe tu rê bide tometbar? Eger te rastî divê tirsa min ji wê hebû ku ev tometbar her axaftinê nekin. Li cem min ne kêşe bû ku tometbar axaftinê bike, lê belê neaxaftina wî, ji dadgehê re, kêşe bû. Lewma ku şahidhalek demjimêr û nîvekê axaftinê dike, divê demekî bide wî jî da bersivê bide. Naxwe çima em rûniştine. Çima me tometbar anîye. Gelo jê re dernakeve ku guhdariyê li tometan bike û bersivan bide. Divê em zanibin ku dadgeh û dadgehkirin bi xwe proseyeke demokrasî ye. Divê em kultûr biguherin ku dadwer rûne û kes nikaribe bilive.

Piştî dadgehkirina Sedam tu gihîştî vê baweriyê?

Na. Berî wê jî baweriya min wiha bû.

Bi kesê asayî re ku tawanek kiriye, yan kesekî hejar û bê pişt be, her weke Sedam Husên te rêzdariya wî dikir?

Erê.. Lê eşkereye jî ku her ne em bi tenê li dadgehê bûn. Herwiha ev pirseke girêdayî ye bi bîr, bawerî û perwerdeyê ve jî. Perwerdeya taybetî û malbatê.

Li dadgehê, heta çiqasî dil û canê te li nav danûstandina vê dozê bûn. Tu li ser çarenivîsa xwe û zarokên xwe neditirsiya. Çiku weke ku dihat gotin ev karê te karekî pirr dijwar bû. Bi taybetî weke tu bi xwe dibêjî ji destpêkê ve kes nerazî bû vê dozê werbigire. Pirs ew e ku: Ji tirsan bû ku wiha tu bi wan re nerm bû yan ew a ku tu behs dike li cem te prensîp, perwerde û reftar e?

Na. Ji kê bitirsim ku ev hêz tev li ber destên min bûn?

Ji wan hemû hewadarên Sedam Husên?

Hewadarên Sedam Husên li kû bû wê demê?

Bo piştî proseya vê dadgehiyê?

Bo berî vê dadgehiyê jî dadwer bi qerz natirse. Ez ticarê di jiyana xwe de ji ti kêşeyê bi qerz ne tiraiyame. Ji sala 1983an ve li ser lêkolîna tawankariyê min destpê kiribû û ligel tometbar û tawanbaran reftarî kiriye, lê ew a ku min kiriye tev li gor yasa û belgeyên yasayî bû. Lewma ez bawer im ji wê yekê ku eger dadwerek yasayê neşikîne û sitemê neke, êdî tiştek nîne jê bitirse. Dema ez dilteng dibim ku sitemê bikim, eger sitemê nekim ji çi bitirsim?

Dema te Sedam Husên di qefesê de dît, çi cudahiyek te dît di navbera Sedamê di qefesê de û ew Sedamê ku li ser kursiyê desthilatê bû?

Cudahiyeke ewqasî nebû li cem min. Kesekî asayî bû. Bi rastî her divabû kesekî asayî be, çiku bêhtir ji 30 salî di îdare û serokatiya welat de bû û gellek asayî ye ku divê bi vê pêgehê ve bimîne.

Ew ketibû çav xwe, mirovekî şo bû, yan her bi xwe wiha bû?

Min nedît ku diçav xwe de ye beramber dadgehê.

Ku yekem car hate hundir silav li te kir?

Silav kir. Lê got ('Ela ehlisselam).

Te bersiv wî da. Tu xwe wek ehlê selamê dibînî?

Erê.

Kî ji tevan bi edebtir bû di wê qefesê de û birêztir bû beramber yasayê?

Ji aliyê min ve kesî bê edeb ji wan tê de nebû beramber dadgehê.

Çi tiştekî Sedam ji aliyê te ve bêhtir balkêş bû ku di bîra te de mabe?

Pabenbûn bi hejmarek buha û prensîpên vê dadgehê dikir. Herwiha guhdarekî baş bû ji şahid hal re.

Di koma karekterên Sedam de, ji diyarde, reftar û kesayetiya Sedam di bîra te de maye?

Yek ji wan tiştên ku nayên jibîrkirin ew bû ku ligel vê rewşa ku bi serê wî hatibû hez dikir ku mohreke îraqî xurt be bi ser dadgehê de. Duyem rêzdariyeke wî ya taybet bo dadgehê hebû eger ne gurrkirin ba. Eger bi awayekî gurrkirinê axaftin pê re nebûba, yan hindek tiştan ew gurr nekiribana ji gotina dozdarê giştî yan şahidan, ew guhdêrekî baş bû bo hemû wan ên ku dijî wî axaftin dikirin.

Dibêjin qaşo Sedam parêzer bû û yasa li Misrê xwendiye. Te hest bi wê yekê kir ku rewşenbîriya wî ya yasayî bilind be?

Ji aliyê teknîkî ve na. Lê ji aliyê yasayî ve bidawî kiribû..

Êdî te hest dikir ku ew şarezayê yasayê be?

Erê. Hejmarek pirs dikirin ku pêwendiyên wan bi lêkolînê ve hebûn. Pirsên wî hûr bûn. Lê di hûrbûnê de Barzan baştir bû.

Te hest kir ku bi sedema wê yekê be ku çiqas sal yasayên Îraqê hatine ber destên wî û wî îmze li ser wan kirine. Yan bi sedema piştgeha tyorî ya yasayî ya Sedam bû?

Na. Ew bêhtir nameyên siyasî bûn. Wek mînak li ser pirsa wê yekê ku gulle li serokkomar hatineberdan, ji vê rêyê ve bervedêriya wî zelal bû.