Hevjîna Aştî Hewramî, Çiraxan: Ez bi 50 milyon dolaran ve ji Almanya vegeriyam

Hewlêr (Rûdaw)- Ev bû hefteyek meseleya zewaca Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî bi sermayedara kurd Çiraxan Refîq re, bi germî di tor û malperên civakî de tê behskirin. Hinek dibêjin ku Aştî Hewramî nû ew jin aniye. Lê hevjîna wî dibêje beriya 4 salan bi hev re zewicîne.

 

Hevjîna Aştî Hewramî, Çiraxan Refîq di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re behsa zewac û pêwendiya xwe û Aştî Hewramî dike. Çiraxan wan gotegotan red dike ku piştî bi Aştî re zewicî dewlemend bû û dibêje ew berî bi wî wezîrê re bizewice, sermayedar bû û sermayeke zêde ji bavê wê jê re maye.

 

Hevpeyvîn: Kurdistan Hesen

 

Rûdaw: Çiraxan Refîq kî ye?

 

Çiraxan Refîq: Ez li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûme. Lê ji mê ve tevî malbata xwe li Almanyayê dijîm. Min li wir koleja yasayê xilas kir. Ez bi başî zimanên ingilîzî, erebî û almanî dizanim. Ez xêzandar im. Ev bû 4 sal ez bi wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî re zewicîme.

 

Tu fena jineke karsaz tê naskirin. Tu bi keda xwe bûyî sermayedar an bi mîrat ji te re maye?

 

Min bêhtirî 10 salan li Almanyayê karsazî kir. Rehmetiyê bavê min xwediyê sê şîrketan bû. Sala 2007, min ew sermayeya ku ji bavê min giha min, anî Kurdistanê û xist kar de. Li vir grûpa min ya şîrketên Çiraxan Refîq heye ku ji şîrketên avakirin, hawirde û paqijkirinê pêk tê. Min berê ji Îranê benzîn dianî Silêmaniyê. Lê ev hemû berî ku ez bi Aştî Hewramî re bizewicim bûn.

 

Lê dibêjin dema tu vegeriyayî Kurdistanê, tenê 10 hezar dolarên te hebûn?

 

Dema min biryar da ez bi temamî vegerim Kurdistanê, ez bi destên vala nehatim. Ez bi 10 hezar dolaran jî nehatim, lê min 50 milyon dolar bi xwe re anîn. Ev ji bilî dahata şîrketên bavê min. Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan li ser van gotinên min şahid e.

 

Dema tu vegeriyayî Kurdistanê sermayedarên mêr xwe nêzîkî te ne nedikirin?

 

Belê. Gelek kesan çavê xwe berdabû serwet û samana min. Lê di dawî de min Aştî Hewramî bo zewacê hilbijart.

 

Aştî Hewramî xwedî jin e. Tu çawa razî bûyî bi ser hewiyê de mêr bikî?

 

Na, dema ez pê re zewicîm ew ji jina xwe cuda bûbû. 

 

Zarokên we hene?

 

Bibore, nikarim bersiv bidim.

 

Çima zewaca te bi Aştî Hewramî re bi dizî bû?

 

Na ne bi dizî bû. Malbata min û ya wî jî serwext bûn. Tew partî û hikûmet jî agehdar bûn. Jixwe ez ranahêjim mîkrofonê û naqîrim û nabêjim va ez bi wezîrê samanên xwezayî re zewicîm!

 

Tu dil ketî Aştî Hewaramî yan pile û posta wî de?

 

Ez dil ketim Aştî, ne pere û posta wî. Çimkî wek min berê jî got, beriya ku ez bi Aştî Hewramî re bizewicim, ez sermayedar bûm. Niha jî ez dildara wî me, heta dawî jî dê wiha bimînim.

 

Di karsaziyê de Aştî Hewramî alîkariya te dike?

 

Qet alîkariya min nake.

 

Sermayeya te çend e?

 

Bibore nikarim eşkere bikim.

 

Tu ji Aştî Hewaramî zengîntir î yan ew ji te zengîntir e?

 

Tiştekî Aştî nîne, tenê xaniyekî wî li Brîtanyayê heye! Ez sermayedar im û pêwistiya min bi pereyên Aştî Hewramî nîne.

 

Giliyekî zor li mêrê te tê kirin ku kesekî ne şefaf e û ew tenê dizane petrola Kurdistanê çawa tê derxistin û firotin?

 

Dosyeya petrolê pir zelal û eşkere ye. Tiştek bêyî şêwira endamên komîteya bilind a petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê nehatiye kirin. Tiştê tê gotin bê bingeh e û tenê ji ber hevrikiya siyasî ye, heke na ez dipirsim: Eger wezîrê samanên xwezayî çep û rast didize, êdî xêr e partî bi berîkên vala sêra Aştî dikin? Baş e ew partî bi çi birêve diçin, ev xapandina xelkê ye. Ez ji we re dibêjim, heta Aştî neçe, nizanin çi bo Kurdistanê kiriye.

 

Dibêjin Aştî Hewramî bêyî ra û şêwira te, tu biryarekê li wezareta xwe nade?

 

Aştî mirovekî jîr û cidî ye di karê xwe de. Belê ez hertim piştgiriya Aştî dikim, lê li şûna wî biryarê nadim. Ez li pişt rêkûpêkiya Aştî me. Ez bixwe cilûberg û bêhnên wî jê re amade dikim.

 

Tu dikarî Aştî Hewramî ji me re wesf bikî?

 

Mirovekî serhişk e, zû hers dibe û biryar biryara wî tenê ye. Lê di tevgera xwe de mirovekî pir birêz e. Di kar de pir cidî ye.

 

Di malperên civakî de hatiye belavkirin ku tu xwediya du şîrketên xeyalî yî bi navên Zîpo û Lanaz. Aştî Hewramî mehane 50 hezar tonên petrola reş bi awayekî neyasayî dide wan herdu şîrketan, qaşo kargeha wan ya qîrê heye. Ew herdu şîrket yên te ne?

 

Ez ne xwediya wan herdu şîrketan im. Belgeyên kî hebin ku ez xwediya wan herdu şîrketan im, bila wan belav bike. Lê ez agehdar im ku wan herdu şîrketan xizmeteke baş gihandine gelê Kurdistanê.

 

Rafînera te ya petrolê heye?

 

Na, rafînera min ya petrolê nîne.

 

Dibêjin te dev ji karsaziyê berdaye, rast e?

 

Erê niha min dev ji kar berdaye, lê grûpa şîrketên min karê xwe dike û rêveberê wan heye. Ez ji ber xatirê Aştî Hewramî niha kar nakim.

 

Naxwe tu dema xwe çawa derbas dikî?

 

Ez sporê dikim. Herwiha ez pirtûkên Elî Werdî, Fukuyama û Jostein Gaarder dixwînim. Ez dixwazim herim hecê. Ez lava ji Xwedê dikim hecê bike nesîbê min.

Timî tizbiyek di destê te de ye, raza vê yekê çi ye?

Rast e, ez timî zikrê Xwedê dikim û nimêj jî dikim.

Dibêjin tu karê xêrxwazî jî dikî?

Erê, heta niha min 10 milyon dolar di karê xêrxwazî de xerc kiriye. Di şerê DAIŞê de, min milyon dolar daye bo dermankirina pêşmergeyên ku di şer de birîndar dibin û bo çareseriyê bo derveyî Kurdistanê tên şandin. Ezê alîkariya pêşmergeyên birîndar berdewam jî bikim. Lê divê Wezareta Pêşmerge pêşmergeyên birîndar piştguh neke.

Çima tu karên xwe yên xêrxwazî dûrî çavê medyayê dikî?

A ji min re giring ew e ku hin kes hene pêwistiya wan bi alîkariyê heye û ez alîkariya wan dikim. Ji min re qet ne giring e ez îlan bikim ku ez alîkariya xelkê dikim. Lê hin caran giring e karên te bi agehdariya medyayê bin, da sermayedarên din jî çav li te bikin.

Yekîtiyek bi navê Yekîtiya Jinên Karsaz heye, têkiliya te pê re heye?

Na.

Tu ne bi nêt î dest bi karsaziyê bikî?

Vêga na. Ez dixwazim karê xwe yê xêrxwazî berfirehtir bikim û alîkariya malbatên şehîd û pêşmergeyan bikim. Çimkî bi rastî ev kar min pir rehet dike.            

           

Gotinek heye dibêje windakirin li hember kesekî jîr baştir e ji birina li hember kesekî kawik, tu vê gotinê çawa dibînî?

 

Windakirin li hember kesekî jîr pir baştir e ji xapandina kawikekî û pêkanîna serkeftinê bi ser wî de. Mirov da sermiyanekî zêde bidest bixe, divê jîr be, ango biaqil be û bi eqlê xwe kar bike û plana wî bo serkeftinê hebe. Serwet û saman azadiyê nadin mirov. Eşq û azadî bi pereyan nayên kirîn. Dijminê te biaqil be çêtir e ku nezan be.

                    

Her kesekî fîlosofiya xwe derbarê jiyanê heye. Fîlosofiya te bo jiyanê çi ye?

 

Fîlosofiya jiyana min xêrxwazî ye. Çimkî ez dikarim û Xweda jî alîkarê min e, ez hertim li alîkariya mirovên din difkirim.