Şêwirmendê Serbazî yê Konsulxaneya Holenda: Hêzeke Pêşmerge ya modern ava dibe
Şêwirmendê Serbazî yê Konsulxaneya Holendayê dibêje, ew dixwazin di pêşerojê de Pêşmerge bibe hêzeke modern û karîger, lê amaje bi wê dike, “Hêzeke Pêşmerge ya modern ava dibe.”
Şêwirmendê Serbazî yê Konsulxaneya Holendayê Kolonel Jan ten Hove di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, behsa yekgirtina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge kir û got, “karê serkirdeyên siyasî ye ku rêkeftinekê bikin li ser qebareya Hêza Pêşmerge” û herwiha li gor wî, hebûna yek serkirde li Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî “dibe alîkar bo yekxistina Pêşmerge.”
Li gor Şêwirmendê Serbazî yê Konsulxaneya Holenda, şêwirmendiya serbazî ya Holendayê piştî vekişîna Amerîkayê bi dawî nabe. Derbarê aramî û asayişa Herêma Kurdistanê di pêşerojê de, Jan ten Hove dibêje, “pêwîstî bi çaksaziyên Pêşmerge ye” û hêviya xwe jî derbirî ku 2025 ew sal be ku ew wezareteke nû ya Pêşmerge bibînin.
Rûdaw: Birêz kolonel gelek spas bo ku tu hatî vir!
Jan ten Hove: Kêfxeş im ku li vê derê me.
Tu endamê Grûpa Navdewletî ya Şêwirmendan î, ew grûp çi ye û çi dike?
Belê, ev grûpek e ku ji Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holendayê pêk tê, em jê re dibêjin, hevpeymaniya bi îrade. Fokusa wê li ser programa çaksazî ya Pêşmerge ye. Hinek kes berî me hatibûn û nexşerêyek pêk anîbûn ku hejmareke zêde ya projeyan têde bû, bi giştî 26 proje û her welatekê jî 4 ta 5 proje hene, bi wê hêviyê di sala 2025an de bigihije wê ku di vê risteyê de me kom kiriye, “yek hêza Pêşmerge ya karîger, modern û rêzlêgirtî.”
Tu dikarî behsa wê proseya çaksaziyê bikî, gelo niha çawa birêve diçe?
Ji bo ku rastgo bim li gel xelk û ew ên kar li ser dikin; prose gelek gelek bi sistî birêve diçe, lê dilive. Guhertinên mezin li Holenda, Almanya û Brîtanyayê jî her giran in. Bi taybetî yekxistina hêzên 70 û 80 ku ser bi aliyên siyasî ve ne, bo nav Wezareta Pêşmerge, karekî hêsan nîne, lê pêngavên biçûk tên avêtin. Ya rastî em niha di demeke hestyar a projeyê de ne ku pêwîst e karbidestên siyasî li ser razî bin; ew jî girêdayî pêkhate û qebareya vê hêzê ye. Ev proje gelek girîng e, ji ber ku proje gelekî din li pey xwe bo salên dahatûyê tîne.
Ji ber çi ev proje bi vî rengî sist e, sedem çi ye?
Sedem bawerî ye. Li gor min her kes hevnêrîn e ku karekî zehmet e bi sedema dîrokî ku hê jî dîrokeke nû ye. Pêkhatina baweriyê pêwîstî bi gelek civîn û asoyeke zelal heye, herwiha pêwîstî bi piştevaniya raya giştî û serbazî jî ye. Ji piştî şerê DAIŞê ve, pêwîstiyeke zêde çêbûye bo pêkanîna yek Hêza Pêşmerge. Lê divê bawerî hebe bo ku ew pêngav bên avêtin. Niha pêwîstiya me bi biryareke siyasî ye bo ku bizanin pêkhateya wê hêzê di dahatûyê de çi ye.
Gelo ti destekeftek heye? Her çiqas te got prose gelek bi sistî dimeşe…
Mezintirîn destkeft ew e ku niha me yek Wezareta Pêşmerge heye, berî niha du bûn. Herwiha belgenameya stratejî hat îmzekirin, rêkeftinek heye ku yekem û duyem fermandariyên piştevaniyê li nav hêzên 70 û 80, di bin desthilata Wezareta Pêşmerge de bin. Fermandariyên piştevaniyê girîng in, ji ber ku çekên giran û hêzên lojîstîkî li wir in. Ev nîşaneke zelal a baweriyê ye bo yekxistina hêzan li ser desthilata Wezareta Pêşmerge. Di projeyên din de jî, bo nimûne hevkarên me yên Almanî kar li ser nexweşxaneyeke Pêşmerge dikin. Herwiha di qonaxa dawî de, dibistaneke pêgihandinê, dibistanek bo serbaz û efserên hêzên Pêşmerge. Herwiha Brîtanyayê projeya rahênana serbazî ya porfesyonel heye di çend kolêjan de. Ev pêngavên biçûk in, lê karîger in bo ku em hêzeke karîger û modern di sala 2025an de pêk bînin.
Gelo bi rastî astenga sereke ya sîstemî li ber wê proseyê çi ye, xeta kê ye ku bi wî şêweyî ye? Te behsa baweriyê kir, lê gelo kesek heye ku bêjî xetaya wî ye?
Nexêr, ne xetaya kesî ye, lê ew dîrok e ku em serederiyê li gel dikin, lê ew dîroka nû ku heye, diselmîne ku pêwîstiya we bi yek hêzê ye. Nabe çend hêzên ciyawaz li Kurdistanê hebin bo şerê dijî DAIŞê an jî dijî her dijminekî din di pêşerojê de. Niha karê serkirdeyên siyasî ye ku rêkeftinekê bikin li ser qebareya wê hêzê, ji ber ku divê bikarin rêkeftinekê li ser qebareya hêzê bikin, ji ber ku divê bikarin xercên wê hêzê bikin. Ev tiştek e em gelek tekezî li ser dikin.
Gelo niha ew hêz gelek mezin e?
Niha gelek mezin e. Herwiha divê me hêzeke genctir hebe, divê yasaya xanenişînî hebe, divê ev di çend qonaxan de bê rêkxistin di heyama salên bê de bo ku bibe hêzeke modern û karîger. Hêvîdar im di heyama du mehên bê de, serkirdeyên bilind bigihijin rêkeftinekê li ser qebare û pêkhateya hêzê.
Çawa dikare ew bibe hêzeke genc, di demekê de ku me sîstemeke wergirtina serbazî nîne, lê hemû li ser bingeha alîgiriya siyasî ne?
Ji ber wê ye ku me peyva `rêzlêgirtî` daniye di dîdgeha xwe de, ew jî ji “yek hêza karîger, modern û rêzlêgirtî” ku genc bixwazin beşdariyê tê de bikin û wek pêngaveke mezin di jiyana pîşeyî ya xwe de bibînin. Ez ji Marinesa Holenda me, Marinesê navekî mezin heye, berpirsyarî heye. Dema ku ber bi pênagevên din de jiyan diçe û dikarî karekî din bikî, CV ya te nîşan dide ku beşek bûyî ji hêzên Pêşmerge, ji ber ku navê wê brandê (marka) niha gelek bihêz e. Ez dixwazim bêjim, hêz û arezûya derûnî ya Pêşmerge bo şerkirinê tiştek e ku ez gelek rêz lê digirim, di wê beşê de pirsgirêka me nîne, niha divê em bibin ber bi hêzeke karîger û modern.
Ti astengiyek ji beşên xwarê yên Pêşmerge heye, gelo Pêşmerge dikarin bi hev re kar bikin û bibin beşêm yek pêkhateyê?
Belê dikarin û di şerê dijî DAIŞê de ev yek selmandin. Grîft di wir de nîne, hetta di asta bilind a serbazî de jî girîft nîne; lê hemû alî çaverêyî wê baweriya siyasî ne, bo ku bigihijin rêkeftinê. Li her cihekê ev yek heye, bo nimûne li Holenda di navbera artêş, hêza deryayî û hêza esmanî de pêşbirk heye, nebûna baweriyê heye, lewma divê, biryardestê siyasî biryar bide ku hêzeke bi çi şêweyekê dixwaze.
Wan guhertinên li Silêmanî di nav serkirdeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê rû dan, bêguman k utu agahdarî wan guhertinan î, di wê baweriyê de yî ku ew dê guhertinekê di vê proseyê de bike ku niha pê mijûl in?
Hebûna yek serkirde dibe ku alîkar be; min ez gelek caran li gel wan rûniştim, herdu, kak Bafil û kak Lahûr hevnêrîn bûn li ser hêzên Pêşmerge. Ez naxwazim bikevin nav pirsên din ên siyasî.
Herdu xwedî yek nêrînê bûn?
Herduyan yek nêrîn hebû. Herduyan ji min re got ku ew dixwazin pêkhateyê bibînin û wê demê fermandariya piştevanî ya hêzên 70 dixin bin desthilata Wezareta Pêşmerge. Lewma ez dixwazim di vê hevpeyvînê de tekeziyê li ser wê bikin ku bila rêk bikevin li ser wê pêkhateyê; li ser hejmara yekîneyan, fermandariya herêman û qebareya hêzê. Ew projeya ku ez niha kar li ser dikim, ji mûçeya elektronî pêk tê ku ew jî gelek girîng e bo hebûna şefafiyetê û ji bo piştrast bin ku sextekarî û gendelî rû nade. Piştre pêwîstiya me bi qebare û pêkhateya hêzê ye. Projeya din ku ez kar li ser dikim, ji dûbare rêkxistina Wezareta Pêşmerge pêk tê; gelo ew wezareta bi hemû wan hêzan ve bi şêweyekî dibe; lê divê ez bizanim, çi cûre pêkhateyê hildibêjêrin û qebareya hêzê çend e?
Wate li gor te hebûna yek serkirde li Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê alîkar dibe?
Dibe wisa be… wek min berî niha got, ew herdu hevnêrîn bûn, wan ji min re gotin. Girîng e hemû serkirdeyên siyasî li ser maseyekê bi hev re rûnin, bi amadebûna Grûpa Şêwirmendên Navdewletî. Baweriya wan herduyan wisa bû ku digihijin rêkeftinekê, lê rûniştina wan bi hev re li ser maseyekê hinek caran hêsan nîne.
Yasaya çaksazî ya hejmar 2 a sala 2020, gelo heta çi radeyekê karên Wezareta Pêşmerge li xwe digire?
Bi baweriya min beşek ji wê çaksaziyê ye. Bêguman tenê Wezareta Pêşmerge li xwe nagire, lê perwerde, tendirustî û yên din jî. Min gotibû ku heke ev reform serketî be, dê bandorê li ser reformê li cihên din jî bike. Heke em bikarin di vê de heya berî sala 2025 serketî bin, dê bibe hevkar bo projeya reformê li cihên din jî.
Hûn kengî dixwazin projeya ku we dest pê kiriye kuta bibe? Gelo ti demeke diyarkirî heye?
Proje ne girêdayî demeke diyarkirî ne. Lê ya herî mezin ew e ku em jê re dibêjin (konsepta operation) ku pêkhate û qebareya hêzê li xwe digire. Îsal an em hêvîdar in di vê heyvê de kuta bibe. Herwiha ez pêşbînî dikim sala bê dayîna mûçeyan bi şêwaza elektronî û yek rajeya jimêryarî li dewsa du yan sê rajeyan, kuta bibe.
Mebesta te ji yek rajeya jimêryarî bi temamî çi ye?
Bi maneya ku hemû karên jimêryarî û mûçe li yek cihî bin, ew jî Wezareta Pêşmerge ye. Nabe çend rajeyên te yên cuda li çend cihan hebin. Dû re em dixwazin projeya yekkirinê di sala 2023an de bibînin. Di eynî salê de em ê pêkhateya nû ya Wezareta Pêşmerge bibînin daku em bikarin karê dubare rêkxistinê di sala 2024an de encam bidin. Bêguman dibe ku ev pir be ku em daxwaza wê dikin, lê divê em guvaşê li xwe jî bikin, ne tenê li ser lîwa û Rêveberiya Reformê, lê guvaş li ser me jî. Ez ê heta du hefteyên din li vir bim. Kesê ku li dû min were bi tîneke zêdetir projeyan birêve dibe.
Nimûneyek li cîhanê heye ku hûn di vê proseya vir de çav lê bikin û bikar bînin?
Artêşa Libnanê. Bi sedema artêşa Libnanê, me derbirîna rêzlêgirtî di versiyonê de danî. Hejmareke zêde ya ciwanên wî welatî xwestin tev li artêşa welatê xwe bibin û li ser CViya xwe vê binivîsin. Her çiqas wek dizanin niha rewşa Libnanê xasma di aliyê darayî de ne zêde baş e. Lê ev mînakek e. Wek min berê jî got guherîna mezin a bi vî rengî zehmet e û gelek dem jê re pêwîst e. Li her cihî bi vî awayî ye.
Amerîka biryar daye dawiya îsal hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne. Gelo ev biryar ti bandorekê li ser karê we dike? Çimkî Amerîka jî bi we re beşdar e.
Li ser asta şêwirmendî û karê me, nexêr.
Nexwe hûn dê heta kengî li vir bimînin?
Em nizanin heta kengî, çimkî salane tê nûkirin. Bi kêmanî heta saleke din jî Holenda kolonelekî dabîn dike ji wê koma şêwirmendî re, ku Brîtanya, Amerîka û Almanya jî tê de ne. Derbarê hêzên Hevpeymanan jî, ez ne piştrast im dema karkirina wan çend e, hemû girêdayî şerê li dijî DAIŞê ye. Em şerê DAIŞê nakin, tenê tekeziya me li ser reform û pêşveçûna Pêşmerge ye.
Gelo pêşveçûnên we bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê dikin?
Vêga ti bandoreke wan nîne, çimkî hemû projeyên ku em li ser wan kar dikin, têkildarî siberoja hêzên Pêşmerge ne. Lê ez ji hemûyan re dibêjim ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê di siberojê de pêwîstiya wê bi vê yekê heye, ji bo kar û nifşên bê. Em dizanin vêga operasyonên cuda li navçeyên cuda hene, lê em bi Rêveberiya Çaksaziyê re herroj û her hefte dixebitin daku em piştrast bin plana me hebe û em bi tîmên cîbicîkirinê re li Wezareta Pêşmerge kar bikin. Herwiha em qala avahiyeke nû ji wezaretê re dikin çimkî ya niha pir kevin e, çimkî ew jî pêwîst e nimûneyek be, heke em bixwazin yek hêza me ya yekgirtî û modern hebe, divê avahiyeke me hebe vê yekê şênber bike. Ez hêvîdar im ku em vê yekê di 3-4 salên bê de bibînin. Ez hêvîdar im sala 2025 ew sal be ku em wezareteke nû ya Pêşmerge bibînin.
Tu dikarî hinekî qala wan rahênan jî bikî ku hûn pêşkêş dikin?
Em rahênanê pêşkêş nakin…pêşî kar bi rahênana yekîne û betalyonan dest pê kir. Bi baweriya min, Hevpeyman hinek rahênanan dikin. Em li ser asta wezîr, sazî û dezgehan dixebitin.
Eger tu qala rojeke karê xwe di dema şêwirmendiya bi Wezareta Pêşmerge re bikî. Bi çi awayekî ye? Gelo bi wezîr an şêwirmendan re dipeyivin?
Hinek caran…em bi awayekî sereke bi Rêveberiya Çaksaziyê re dixebitin. Damezrandina rêveberiyeke tam a çaksaziyê, ji bo me jî nîşanek e ku hûn dixwazin reformê pêk bînin. Em dizanin heke tîmeke mezin a lîwayan hebe ji bo karkirina bi Wezareta Pêşmerge re li ser projeyên cuda, ev tê maneya ku bi rijdî li kar dinerin. Em bi piraniya tîman re kar û civînan dikin. Em di navbera Rêveberiya Çaksaziyê û Wezareta Pêşmerge de dixebitin. Bi herdu şêwirmendên wezîr re, Lîwa Hejar û Lîwa Bextiyar li yekîneyên 70 û 80. Herwiha em çûn Silêmaniyê da em piştrast bibin ku hêzên 70 û 80 bi hev re tên jêr desthilata wezaretê. Avakirina têkiliyên baş beşeke din a karê me ye. Wek nimûne ez Jan ten Hove ji Holenda yan gelo baweriyê bi min dikin? Erê dikarin baweriyê bi min bikin çimkî ez gelek caran dibêjim ku ev cara duyem e ez li vir im. Cara yekem sala 1991 di dema serhildanê de ez wek leşkerekî ciwan li vir bûm. Ez niha li vir im bi sedema daxwazeke Herêma Kurdistanê da em hevkariya we di vî karî de bikin. Karekî zehemt e, lê ez bi wan pêngavên biçûk e ku em dibînin kêfxweş im.
Herdu hêzên 70 û 80 her yek ji wan ji aliyê xwe ve dibêje em gavan ber bi wê arasteyê davêjin, lê kîjan ji wan di pêngavên xwe de lezgîntire e?
Ez nikarim niha bersiva vê bidim. Heke ew wisa dibêjin, ev tenê peyvek an îmzeyek e. Lê di rastiyê de veguhastina desthilata hêzan bo wezaretê û piştrastbûna ku pêkhate bi tevahî di cihê xwe de ye, pêngava duyem e. Ez hêvîdar im ku ev di sala 2023an de çêbibe, em wê çaxê dikarin bêjin ku desthilata hêzan li jêr destê wezaretê ye. Ev ne pêşbaziyek e. Divê gav bi gav were pêkanîn û herdu jî gavên rast davêjin. Aliyên leşkerî yên herdu aliyan ji min re dibêjin ku pêwîstiya wan pir bi vê yekê heye, lê carinan pêngava pêwîst li ser asta bilind pir pêwîst e. Min berî du mehan ev di hevpeyvînekê de got. Dem bilez diçe, lewra pêwîst e em bi hev re rûnin û wan gavên pêwîst bavêjin daku em bikarin çaksaziyê bidomînin.
Tê gotin ku gendeliyeke mezin di nav Wezareta Pêşmerge û hêzên Pêşmerge bi giştî de heye, tu çi di vî warî de dibêjî? Çi bandoreke vê li ser karê te heye?
Ti bandora vê li ser karê min tune ye.
Lê çi bandor li ser proseyê heye?
Bandor li ser proseyê heye, çimkî wek mînak em qala dayîna mûçeyan bi şêweya elektronî bikin, divê em qala şefafiyetê bikin, çimkî em dixwazin hêzeke me ya Pêşmerge ya modern û bandorker hebe. Em dibînin lîwa dixwazin ew çaksazî were kirin. Kesên ez wan nas dikim ne gendel in. Her çiqas ez dizanim ku gendelî heye, lê ez ne ji bo vê li vir im.
Lê gelo hûn ji vê dilgiran in?
Bêguman, em hemû ji vê dilgiran in çimkî ev tişt di hemû beşan de heye. Ez hêvîdar im ku di vê navendê de jî pêşveçûn çêbibe.
Tu ti pêşveçûnekê dibînî?
Ez nizanim..nizanim..bawer nakim ev hebe, lê mijara yek rajeya jimêryarî û dayîna mûçeyê bi elektronî piraniya gendeliyê dibe derveyî Wezareta Pêşmerge.
Rûdaw: Pirsa min a dawî; hûn ê van nêzîkan terka Kurdistanê bidin; hûn ê çi tiştekî Kurdistanê bi xwe re bibin?
Hûn pir zêdetir ji Holendiyan rêzdar in. Ez pir eşkere me…ez ê gelek tiştan ji mêvandariya Kurdan bi xwe re bibim. Herwiha rêza ku di nav we de heye, dema kesek derbasî hundir dibe, hûn hemî radibin ser piyan, em li Holendayê her rûdinin û dibêjin silav. Ez ê gelek tiştan ji reftara gelê Kurd bi xwe re bibim ku ez li vir fêr bûm. Herwiha dixwazim bi hevjîna xwe re sala bê wek dost û geştyar vegerim daku Kurdistana bedew nîşanî wê bidim, herwiha daku nîşanî wê bidim min li ku û bi kî re di wê demê de kar kiriye.
Zor spas.