Serokê Polîsê Federal ê Almanya bo koçberan: Wek rehîne serederiyê li gel we dikin
Serokê Polîsê Federal ê Almanya daxwaz ji welatiyên Iraqî û Kurd dike ku geşt bo Belarusê nekin û dibêje, “Li wir wek rehîne reftar bi we re tê kirin. Li wî welatî we dibin wê devera çirravî û dû re hûn nikarin ji wir bilivin. Li vê derê çend kesan jiyana xwe ji dest da.”
Serokê Polîsê Federal ê Almanya diyar dike, “Koçber bixwazin bi aliyê Minskê vegerin, polîsên Belarusê rê nadin ji sînoran vegerin û bi van gotinan ji wan re dibêjin (Rêya we ber bi Polonya ye, yan jî hûn ê li vir bimirin” û tekez dike, “Armanca Lukaşenko bi zelalî diyar e ku çêkirina nearamiyê li Ewropayê ye.”
Dieter Romann diyar dike jî “Ez di van rewşên krîzê de, bi berdewamî bi Dilşad Barzanî re di pêwendiyê de me. Em hev nas dikin û baweriya me bi hev heye û ev jî baş diçe. Ez di wê baweriyê de me ku hikûmeta Iraqê jî çend biryar derxistin.”
Serokê Polîsê Federal ê Almanya Dieter Romann bersiva pirsên Ala Şalî da:
Ala Şalî: Silav rêzdar Romann, spas ji bo vê hevpeyvînê û spas ji bo dema we. Rêzdar Romann, wek cenabê te haydar e koçber di rewşeke pir xerab de ne. Baş e, tişta ku niha diqewime û koçber ji Belarusê tên, ji we re pêşbînîkirî bû, zanyariyên we berê li ser hebûn?
Dieter Romann: Erê, ev pêşbînîkirî bû. Ez ê qala mînakekê ji we re bikim. Ji heft mehên destpêka îsal, ji meha yekê ya îsal heya meha heftan, kesên ku bi rêya Belarusê bi neyasayî hatin Almanya, di nava van heft mehan de tenê 620 kes bûn. Ji meha Tebaxê ve, ev hejmar bilind bû û bû 474 kes. Ev hejmar ji meha Îlonê ve zêdetir bilind bû û bû bêhtirî 1900 kesan. Di Cotmehê de, zêdetirîn hejmar hat tomarkirin ku bêhtirî 5 hezar kesan bû. Mixabin, di Mijdarê de bi sedema rewşa ku li Belarusê heye, koçberên zêdetir hatin. Heya niha bêhtirî 9400 koçberên neyasayî hatine vir. Ji ber vê em li Almanya bêhtir koçber hatine bal me li gor koçberên ku li Letwanya, Latvya û Polonyayê ne.
Baş e. Hejmar zêde bûye. Lê heya niha çend koçber hatine Almanya û çiqas ji wan ji Kurdistanê ne?
Wek min got, heya nîveka Mijdarê, bêhtirî 9400 koçberên neyasayî hatine cem me û ew li vir mane. Ji koçberên ku ji sînorên Belarus û Polonya hatine, nêzîkî 70-75 ji sedî welatiyên Iraqê ne. Piştî wan, welatiyên Sûriyê tên ku ji % 15ê wan koçberan pêk tînin. Piştî wan jî Yemenî û Îranî tên.
Rêzdar Romann, tê gotin ew karê ku Aleksander Lukaşenko dike ew e ku berê koçberan dide sînorê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û koçberan wek gefeke siyasî bikar tîne. Hûn vê yekê wek gef li ser ewlekariya niştimanî ya Almanya dibînin?
Armanca Lukaşenko bi zelalî diyar e ku çêkirina nearamiyê li Ewropayê ye. Dorpêça aborî li ser Belarusê hatiye danîn ji ber karên ku Lukaşenko kirin piştî hilbijartina wî di meha Tebaxa sala borî de û herwiha revandina wê amûra ku divabû here Herêma Nordlandê. Dorpêç ji aliyê YE û endamên YE hatin ferzkirin. Niha jî mijara wan koçberan e ku ew mirov wek rehîne tên bikaranîn, ji bo ku Ewropayê nearam bike. Lê bi dîtina min, çavkaniya wê ew e, xasma ku xerckirina wan madeyên xam ku Polonya li ser sînorê xwe bi Belarusê re pêk tîne, bêhtir dibe sedem ku Ewropa yekgirtî be. Lewma Belarus nikare bi rêya van koçberan nearamiyê li Ewropayê çêbike, lê dibe ku berevajî vê yekê biqewime.
Baş e. Kontrola sînorên Almanya di van çend hefteyan de tundtir bûye. Gelo rêkar û tedbîrên ku we nû wergirtine, çi ne?
Bê guman, me karê polîsên sînorên xwe li ser sînorên me bi Polonya re bihêztir kiriye. Me zêdetirî 800 pasevanên nû şandine ser sînoran. Tişta ku pir giring e karê hevbeş û bawerî ye bi hevkarên me yên Polonî re ji aliyê Polonî. Em bi hev re hewl didin ku valahiyan li herêmên Almanya û Polonya tijî bikin. Me li ser van tiştên ku min behsa wan kir li hev kiriye.
Min wiha fam kir ku hevahengiya we bi polîsên Polonya, Letwanya û Latvyayê re pir baş e. Hûn çawa di nav axa wan de alîkariya polîsên van welatan dikin?
Wexta ku Polonya hatiye nav Peymana Şîngin û bûye endam, ji wê demê ve hevahengiyeke bihêz heye di navbera polîsên federal bo parastina sînoran û polîsên sînorî yên Polonya û fermandarê sereke yê polîsên parastina sînorê Polonya Tomas Şpager. Ez bi berdewamî bi wî re di pêwendiyê de me. Hefteya borî min karî li herêma girtî serdana wî bikim ji bo ku ez rewşê ji nêzîk ve bibînim. Em li hemû xalên ser sînorê navbera Polonya û Almanya di pêwendiyê de ne. Li van cihan hevahengiyeke pir xurt di navbera polîsên federal û polîsên parastina sînorê Polonya de heye. Herwiha ofîseke me ya hevbeş heye û em hemû di heman avahiyê de li Çivêşko bi hev re kar dikin.
Pir baş e. Gelo hebûna hinek bandên qaçaxçîtîkirina bi koçberan ji Belarus bo Polonya û ji wir jî bo Almanya, karê we ji bo pêşîgirtina li gihiştina koçberan bo sînorên Almanyayê dijwartir nekiriye?
Li vir, di nava sê mehên borî de, pasevanên sînorê Polonya û polîsên Polonî, herwiha Polîsên Federal ên Almanya nêzîkî 330 qaçaxçiyan di nav axa Almanyayê de girtin. Niha lêpirsîn bi hinekan ji wan re tê kirin. Hevkarên Polonî jî bi heman awayî ev kar di nav axa xwe de kirin. Ev ji wê xizmetguzariyê pêk tê ku bi xwebirinê re ji aliyê qaçaxçiyan tê pêkanîn, ku têne Polonya û çaverê dibin û dû re ji aliyê qaçaxçiyan bo Almanya têne anîn. Wek mînak, di roja 29ê Cotmehê de, me çend kes li Gorlîtzê girtin ku hejmara wan 22 welatiyên Iraqî bûn, ku di hundirê otomobîleke barhilgir de bûn. Mixabin yek ji wan miribû. Karmendên me hewl dan wî nas bikin, lê kar ne serkeftî bû. Rêkxerê vê geştê welatiyekî Tirkiyê bû ku me karî wî di heman cihî de bigirin. Şofêrê barhilgirê ku qaçaxçî bû û ji êvara duh ve reviyabû, lê dû re me karibû bi saya hevahengiya me ya baş bi polîsên Holendî re, wî kesî li otêleke bajarê Amsterdamê bigirin û dê di demeke kin de ji bo vir were şandin. Ew kesê Iraqî ku miribû, temenê wî 32 sal bû. Di nav axa Belarusê de ketibû û pir bi xerabî birîndar bûbû, paşê bi xerabî çareserî jê re hatibû kirin û miribû. Kesên ku bi wî re bûn ev yek ji me re gotin. Hinek kesên ku bi qaçaxî bo Almanya hatibûn anîn, pêwendiya wan bi dê û bavê wî re hebû, pêwendiya kesê qurbanî jî bi dê û bavê wî re hebû. Li ser rizamendiya dê û bavê lawikê mirî, termê wî anîbûn Almanya, çimkî wî herdem xwestibû were Almanyayê.
Em bi berdewamî çîrokên dilsoj dibihîzin. Baş e, ew qaçaxçî bi giştî ji kû ne?
Ji wan 330 qaçaxçiyên ku me qala wan kir, ji %14-16ê wan welatiyên Almanya ne, ku beşek ji wan di bingeh de wek penaber berê hatine. Piraniya wan ne welatiyên Almanya ne. Beşek ji wan ew in ku Iraqî ne û moleta mana wan li Almanya heye. Herwiha Sûrî, Polonî, Ukraynî, Gurcî, Letwanî û Polîvî ne. Tevliheviyek ji van hene, lê bi awayekî sereke yan Almanî yan Polonî ne.
Gelo ti hevahengiyeke we bi hêzên ewlekarî yên hikûmî yên Kurdistan, Iraq, Tirkiyê û cihên din re heye ji bo diyarkirin û rêgirtina li hatina koçberan?
Ez di van rewşên krîzê de, bi berdewamî bi Dilşad Barzanî re di pêwendiyê de me. Em hev nas dikin û baweriya me bi hev heye û ev jî baş diçe. Ez di wê baweriyê de me ku hikûmeta Iraqê jî çend biryar derxistin. Bexda û Hewlêrê hemî geştên ku têkildarî van cûreyên qaçaxçîtiyê bûn, ragirtin. Li ser vê yekê hinek kes li wir hatine girtin. Reftareke me ya bawerpê bi Iraqê re heye.
Çend pirsên min li ser wê proseyê hene ku koçberek piştî bigihe Almanya û bigihe ba polîsên federal tê de derbas dibe. Wexta ku digihin Almanya, gelo Polîsên Federal ên Almanyayê lêpirsînê bi wan re dikin?
Erê, ku em bizanin ew kes bi neyasayî hatiye û bi rêya polîsê federal bi awayekî alfabetî tên tomarkirin, tên naskirin û testa koronayê ji wan re tê çêkirin. Paşê Ofîsa Federal a Koç û Penaberan bi rola xwe dirabe û pir ji nêzîk ve hevahengiya me bi wan re heye. Dû re, kesên ku daxwaza parastinê dikin, dişînin cihên ku pêwîst e li wan bimînin.
Hûn lêkolînê li ser nasnameyên wan dikin. Hinek ji wan bê nasname ne. Hûn çawa ji nasnameya koçberan piştrast dibin?
Kesên ku bi rêya Belarusê hatine, belgename bi piraniya wan re nînin. Eger ti nasname û belgeyek bi wan re nebe, hinek belgeyên din hene ku wêneyê wan ê biyometrî tê girtin û tilîmorkirin bi wan tê kirin.
Rêzdar Romann, koçberên ku gihiştine cem we, çawa qala reftara polîsên Belarusê bi koçberan re dikin?
Ji piraniya koçberên ku hatine Almanya ji me re zelal bûye, herwiha hevkarên me ji pasevanên sînor li Polonyayê ji me re behs kirine ku dema ew koçber bixwazin bi aliyê Minskê vegerin, polîsên Belarusê rê nadin ji sînoran vegerin û bi van gotinan ji wan re dibêjin (Rêya we ber bi Polonya ye, yan jî hûn ê li vir bimirin).
Lê koçberên ku karîne bigihin Almanya, dema hûn lêkolînê bi wan re dikin, çawa qala sedemên hatina xwe ji bo vir û rewşa xwe li welatên xwe dikin?
Li gor biryarderên ku li fermangeha penaberan kar dikin, ji me re dibêjin ku piraniya wan koçberan hest dikin ti siberojeke wan nîne û ji derewên qaçaxçiyan bawer dikin. Ji bo meseleya nebûna asoyeke zelal û bê siberojiyê, pêwîst e civaka navdewletî û Bexda tiştekî di vî warî de bikin.
Rêzdar Romann, li gor agahiyên ku gihane min, hêj gelek koçber Almanya wek rêya tranzêt bo gihiştina Brîtanya bikar tînin. Yan piraniya wan dixwazin li Almanya bimînin? Berî Brexistê, kesê tilîmora wî ya Almanya yan welatekî din ê Ewropî hebûya, li Brîtanya aşkere bibûya ew dişandin vir. Niha ev çawa bi Brîtanyayê re hatiye rêkxistin?
Ez nikarim wê yeka ku te di pirsa xwe de behs kir, piştrast bikim. Li gor agahiyên min, beşeke zêde ya koçberan diwazin werin Almanyayê. Hevkarên me ji polîsên parastina sînorê Polonya ev yek piştrast kirine ku ji %99ê penaxwazan dixwazin werin Almanyayê.
Baş e, hûn çawa dixwazin rê li ber wan bigirin?
Heya niha me ti xaleke kontrolê ji bo wê yekê li ser sînorê Polonya nedaniye, di sînorê navxwe de. Em karên hevbeş bi hevkarên xwe yên ji pasevanên Polonî re dikin. Polîsên Polonya ji bo parastina sînorên xwe, gelek karmend bi materyalên zêde li ser sînorên xwe û sînorê giştî yê YE bo sînorê Belarusê bi cih kirine. Ku nêzîkî 12 hezar leşker dibin, ligel 400 polîsên parastina sînor û herwiha 8 hezar polîsên din ku derbasbûn û derketinê li nêzîkî sînorê girtî rêk dixin û nêzîkî sê kîlometreyan bo hundirê Polonyayê çavdêriyê dikin. Niha rewş bi vî awayî ye.
Di encama pêla koçberên sala 2016an de bo Almanya, hejmarek çekdar û tawankarên DAIŞê gihiştin Almanyayê. Gelo metirsiya we heye ku ev pêla niha jî wan tawankaran bigihîne Almanyayê?
Sînorê hevbeş ê Polonya bi Belarusê re nêzîkî 420 yan 430 kîlometreyan dirêj e. Polonya beşeke zêde bi dirêjiya sînorên xwe bi rêya têlan parastiye û tişta ku maye bi nêt e bêhtir bi têleke tekûz biparêze. Li wir devereke çirravî heye ku pir xofdar e û jiyan lê zehmet e. Her li wir mixabin çend kesan canê xwe ji dest da. Poloniyan bi xwe nêzîkî 30 hezar kesan ji wir dûr xistine yan hewl dane zêdetir ji vê deverê vekişin. Li gor agahiyên me, heya niha rêxistinên terorîst vê rêyê bikar nayînin. Bi baweriya min, welatê tranzêt ku li vir Belarus e, ne li berjewendiya wê ye ku rê bide ev cûre meriv ji wê ve derbasî hundir bibin.
Çi tiştek heye ku pêwîst e koçberên Kurd berî bigihin Almanya pê bizanin. Heke em li metirsiya wê rêyê binerin, gelo dê mafê penaberiyê li welatê we werbigirin. Çimkî serokwezîrê Sachsenê dibêje ew ên ji Belarusê tên mafê penaberiyê li vir wernagirin. Hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?
Ez tenê dikarim daxwazê ji hevrêyên xwe yên delal ên Iraqî û Kurd bikim ku geştê bo Belarusê nekin. Li wir wek rehîne reftar bi we re tê kirin. Li wî welatî we dibin wê devera çirravî û dû re hûn nikarin ji wir bilivin. Li vê derê çend kesan jiyana xwe ji dest da. Nikarin sînorê Polonya qut bikin. Ofîsên geştyarî û qaçaxçî tenê pereyan bi rêya we peyda dikin. Lewma ez tenê daxwaz dikim ku ew sozên ku didin we ku hûn dikarin werin Belarus û dû re piştî du rojan dikarin herin Almanya û dê xênî, pere û otomobîlan bidin we, ev tenê derew e û pêk nayê. Niha li wir pir sar e û dê sartir jî bibe. Niha ji aliyê çavkaniyeke Iraqî bi min hat ragihandin ku çend kes mirine. Lewma ez tenê dikarim ji we re bêjim ku çêtir e alîkariya welatê xwe bikin, da dawî li wan hemî nexweşî û birîndariyan were. Ev erkekî niştimanî yê her kesekî Iraqî ye ku vê yekê bike. Malbatên we gelek kirine da ku we mezin bikin ku ev jî pirsa rûmetê ye, xasma bo ciwanan ku nabe bidin dû derewan.
Peyameke rohn bû ji cenabê we. Baş e, çareserî ji bo wan koçberên ku niha di rewşeke xerab de li ser wî sînorî asê mane çi ye? Bi nêrîna we, daxwaza we ji hikûmeta Almanya û YE çi ye?
Ti parastina sînorê welatekî bi tena serê xwe nikare vê yekê çareser bike. Pêdiviya vê bi çareseriyeke siyasî heye. Li ser asta bilind qala vê yekê hat kirin û di vê astê de têkilî jî heye. Xatûna şêwirmenda Almanya bi Putin re li ser vê mijarê axiviye. Ez dizanim ku Wezareta Derve ya Iraqê hem li Moskow hem li Minskê daxwaz kiriye çareseriyek were dîtin. Ez dizanim jî ku Hewlêr û Bexda amade ne alîkariya wan Iraqiyan bikin ku dixwazin bi rizamendiya xwe vegerin Iraqê. Lê heya niha Minsk pêşî li vê digire, mixabin. Pêwîstiya vê bi çareseriyeke siyasî heye û hewce nake rewş xerabtir bibe.
Rêjeya koçberên ku bi rêyên din, wek mînak Yûnan û Îtalya têne Almanyayê pir e yan piraniya wan ji Belarusê tên?
Ew ên din ku ji rojhilat, navîn û rojavayê Deryaya Spî tên, lê ji me re zelal bû ku rê û cihê qaçaxçiyan niha bo Belarusê guherîne, ku bawer dikin rêya Belqan ta Belarusê erzantir û ewletir e, lê ev derew e.
Baş e, gelek caran reftara Polonya bi koçberan re tê rexnekirin. Nêrîna we çi ye, hûn dikarin qala wê wêneyê ji me re bikin ku we bi xwe li ser sînoran dît?
Pêwîst e mirov pêşî rewşê bibîne. Li gor raveya min, her çiqas li wir hêleke sînordar di navbera pasevanên Polonî yên bi hejmar pir û li beramber wan jî bi heman awayî leşkerên Belarus ên biçek de heye, ku tenê têleke zirav di navbera wan de heyem bêyî ku têkilî di navbera wan de hebe. Ev pir xofdar e. Agahiyên min hene ku hinek leşkerên Belarus hatine nav sînorê Polonya bêyî ku ti penaberek bi wan re be. Bi klaşînkovê hinek pasevanên Polonî kirine armanc û dû re vegeriyane. Ev rewşeke pir xofdar e. Çaxê yek şaştiyekê bike, rûbirûbûneke çekdarî dertê holê û pêwîst e çiqas zû ye pêşî lê were girtin.
Pasevanên sersînor ên Polonya li gor qanûnê dikarin koçberan vegerînin Belarusê. Li gor yasayê, cenabê we vê çawa dibînin?
Ez spasdar im, min bi rêya hevkarên xwe yên Polonî karibû têgihiştineke baştir û rohn li devera girtî werbigirim. Çavdêrî û alîkariyên ku Polonî pêşkêşî wan kesan dikin ku bi rêya sînor hatine baş in. Çavdêriya tendirustî ya çê tê misogerkirin. Bi jin û zarokan xasma doza penaberiyê li Polonya pêşkêş bikin û dû re piştî vê ev pirs dertê holê, gelo ew dikarin li Almanya doza penaberiyê bikin, bersiv na ye. Lewra ew jî doza penaberiyê li Polonya nakin. Qanûna niştimanî li Polonya guhertiye û li gor zagona nû Polonya dikare wan kesan dersînor bike ku bi awayekî neqanûnî hatine Polonya û rohn bûye ku ew ji wan navçeyan hatine ku metirsî li ser jiyana wan nîne û desthilat ne li dû wan e. Vêga Polonî vî karî dikin. Li gor agahiyên min, heya niha nêzîkî 30 hezar kesî ji bo welatên wan hatine dersînorkirin.
Pirsa min a dawî ji cenabê we ev e, Wezîrê Hundir ê Almanya Seehofer dibêje divê kontrol li ser sînorên navxwe yên YE were danîn. Piraniya karbidestên Almanya û YE li dijî vê yekê ne. Baş e, çi çareseriyek heye, gelo hûn dikarin koçberan vegerînin Polonyayê?
Min anî ser zimên ku em bi Polonyayê re ji nêzîk ve bi hev re kar dikin. Me li ser wê yekê li hev kir ku em ji her du aliyan ve sînorên xwe biparêzin û li navçeyên cuda hevahengiya me li ser sînorên me hebe. Heke were û rêkarek were encamdan, Polonya li nav sînorê xwe wî karî encam dide. Em jî bi heman awayî vî karî dikin. Ev ji hemûyan re aşkere û rohn e ji wê kampîna parastin û kontrolkirina sînor. Wezîrê me yê hundir rêzdar Seehofer li ser vê qinyatê ye ku sînorên YE bi Belarus re, Polonya parêzvaniyê li vî sînorî bike. Lewra polîsên parastina sînor ên Polonî û polîsên din vî karî encam didin. Ti gumaneke min nîne ku Polonya di vî karî de serkeftî dibe.